KSN/
29-9
2005-
Kalekî bi nav sala li pişta kerê xwe suwarbûyî di rêya
otomobîlan re diçû.
Polîsan ew dîtin û xwestin hinekî tinazê xwe pê bikin.
Polîsa ew dan sekinandin û jê pirsîn:
-Apo ma çima tu kemera xwe girê nadî?
Apê kal:
wele ez jixwe girê nadim.
Polîsan:
-ê te dît, divê ku niha ez ceza li te qut bikin.
Apê kal:
-Ka bibirin hunê çi bibirin!
Polîsan:
-Apo ma em ceza li te bibirin yan li kerê te? Yanî em ceza li
te bibirin divê tu 5 milyona bidî lê heke li kerê te bibirin
tuyê 3 milyona bidî.
Apê kal:
-Naxwe heke wisa ye li min bibirin.
Polîsan:
-Apo emê çima li te bibirin?
Apê kal:
-Qene bila sicîla wî paqij bimîne.. ji ber ku Xwedê bê erê emê
wî bikin polîs...