
Xwepêşandana Brûkselê
Xwepêşandana ku bi destê Yekitîya Komelên
Kurdîstan-KOMKAR’ê hatibû amedekirin di 3’ye Çirîya Pêşîn
da li Brukselê, li pêş Parlamena Ewrûpa çêbû.
Kurdistaniyan bi jin û zarokên xwe, bi al û cilên Kurdî di vê
xwepêşandanê da beşdar bûn û daxwazên Kurdan careke din
gihandina sîzîyên Yekitîya Ewrûpa û raya giştî.
Pankartek bi zmanê Îngilizî bal dikişand: “Kurd dixwazin
li ser axa xwe azad bijîn!”
Li wir bi zmanê Kurdî, Tirkî û bi zmanên Ewrûpî axaftin
çêbûn. Serokê KOMKAR’ê yê berê Fettah Tîmar, bi navê
Komela Mafên Mirovî ya Kurdistan –IMK Ebûbekir Saydam,
bi navê Komela Piştgirî bi HAK-PAR’ê ra Yilmaz Çamlibel
qise kirin. Nameya serokê HAK-PAR’ê Abdulmelîk Firat ku
ji serokwezîrên devletên endam yên YE ra hatibû şandin û
beyana sekriterê Giştî ya PSK Mesût Tek li ser
endametîya Tirkîyê hate xwendin.
Di dema xwepenîşandanê da Koma Nemrut bi klam û
stranên Kurdî, komikên folklorê yên Hamburg û
Wupertalê jî di beşdarîya def û zirnê da bi govendên Kurdî
meydana pêş Parlamenê şên kirin.
Civîn bi xwendina Ey Reqîb giha dawî.
Şêxo Burcak-Koln