|
kêf û Shahiyê
xwe daye ber derî,
di zivistana bê kulîlk de,
dar riq û rût ji kulîlk û pelan,
bi govenda geshiyê ketine,
hêvî xurt e ku êdî kulîlkên wan bibin ber
ber bigihêjin.
sê reng bi hev ketine li seranserê welêt
û bi meqamê bayê dîlana xwe didomînin.
Ta ji dûran têna germahiya dilan digihêje me
dûrî namînin ji xwe
dema ku ez bedenên xwe di geshiyê de dibînim
ev bêhna pîroz ku seranserê welêt girtiye
hemû hucreyên bedena min seh dikin.
bi min wa tê ku dinya li dora min diçe û tê.
hizrên dost û dijminan hemû li ser min in.
û ez bedenek yekgirtî, di hemû deverên ku çiyayên berz û bilind lê hebin.
em nema seqema zivistanê seh dikin
ji niha de giyanê me xwe avêtiye bextê bihareke bi rengên nedîtî xemilandî.
yên ku xwe dabûn ser gopalê xwe yê zordariyê
temenê xwe dagirtin.
gewirî cîhana ku wan dizanî.
cirûskek ber bi çavê welatiyên rojê ket.
êdî rawestîn tune,
ji ber ku war ber bi çavê bêwaran ket.
Divê ku Mûsa xwe bigihîne Tûrî Sîna
Agirek li ser çiyê pêketiye,
yan xwe pê germ bikim,
yan jî rêya xwe pê bibînim bi pêxisterê wê.
na serê min gêj nebûye,
lê dinya li dora min digere.
pishta min li ciya ye,
bi serbilindî
û dê avên ji min
bi azadî ber bi deshtan biherikin
ji bo geshkirina çolistanên belengazan.
û ez dê îshev bi sermestiya vê sherabê razêm
kî naxwaze roj derkeve
bila ew xewê li xwe biherimînin
û bi kuncîlên bedena xwe
tariya ku tîsh lê ketiye pîne bikin...
02-02-2005
UPPSALA
MUCTEBA BARAVÎ
|