Bi saya serê Apocîyan îro pûmê kor
li ser xwîna miletê Kurd sîyaset dike
KSN/ 24/5 2005- Miletê kurd hemî hebûna xwe ji bona azadîya Kurd
û Kurdistanê kirin qurbanî, zarokên kurd hatin kuştin,
namûsa miletê Kurd hete lewutandin, şeref û rûmata Kurdan hate
pênc peran û kurdistan wêranbû, lê îroj çepê
tirkan wekî pûmê kor li ser xwîn û ked û emega miletê Kurd rûniştine
û sîyaset dikin. Gelekî Kurdên zana, Rewşenbîr û Bîrwer henin,
lê îro ev kesana bi detê Apopcîyan ji ked û emega wan hatine
mehrûmkrin û di cîyê wan de çepê tirkan textê xwe li ser Roj
tv e û medya Apocînyan danîne.
Îroj Roj tve temsîla miletê Kurd
nake. Ji ber ku ji Kurdîtîyê bêtir, xizmeta Tirkîtî, Kemalîzm
û dengê çepê tirkan dike. Apocî dicivîn û semînerên xwe de li
ser dujminatîya Neteweperestî û Welatperwerîyê disekinin û berî
milet dide rêyek şaş.
Apocî, kesên
welatperwer bi çetweyên xwe didin bêdeng kirin û nahêlin ku derbarî
bûyerên rojana de bîr û bawerîyên xwe bi rihetî bînin ziman.
Bi saya serê Apocîyan çepê tirkan
dujminîya dîrok û rêberên miletê Kurd yên wekî Şêx Seîd û tevgera wî
dikin û bi paşverûtîyê tewanbardikin. Çepên tirkan wekî pûmê kor
neyartîya çand, dîn, urf û edetên kurdan dikin.
Bi saya serê Apocîyan çepê tirkan
di Roj tvê de Neteweperwerîyê wek nîjada kevinperest û
Welatperwerîyê jî wek feodal nîşan didin. Lê miletê Kurd nizanin ku
ew kesana bi navê Kurdayetîyê neyartîya wan dikin.
Apocî rê nadin ku kesên welatperwer
û Oldar di Roj tveyê de, bîr û bawerîyên miletê Kurd bînin ziman.
Çepên tirkan li ser navê Kurdan neyarîya koka Kurdan dikin.
Ew kesên bi qasî zilekî xizmet ji
miletê kurd nekirine, yên wekî Kaypag Kaya û Qaltax Qaya û Deniz
Gezmîş, bi rojan di Roj teveyê de tên bibîr anîn.
Sîyaset li bakûrê Kurdistanê xitimî
ye, ji ber vê yekêye ku him dewleta Tirk him jî Apocî di nava
hewuldanan da ne. Dewleta Tirk ji sîyaseta Kurdan ya sekinandï di
tirse. Dewlet dixwaze bi çi wayî dibe bile be, div sîyaseta Kurdan
bi herike û ew ji li gora xwe rê bide vê sîyaseta kudan.
Apocî jî her carî tiştek bêbingeh
davêje meydanê, wekî Komara Demokiratîk û Konfederalizim. Apo
hercarî bi destê serfermandarîya Tirk berê Kurdan dide gelîyekî û
hercarî daholek dixe stûyê miletê Kurd û dibêje; li daholêxin bila
cihan dengê dahola kurdan bibihîze. Lê her tişt bê fêde ye û sîyaset
ne live.
Alîgirê Apo bi xwe di nava
nexweşîyek rûhî (piskoloji) da ne û pêwîstîya wan bi alîkarîyê
hene. Ew jî qenc dizanin ku gotin û galigalên Apo pûç û vala ne û
Apo li ser xeta xwer e, lê ji ber tunebûna Alternatîfekî û tehdît û
zirtên çeteyê Apocîyan ew jî bêçare mane.
|