|
Bi Profesor Dr. Mahîr Kaynak re Hevpeyvîn
KSN/ 7/8 2005- Bûyerinî terorî ku aheng, têkilî, hetta awayê jiyanê, nerîn û çandê
serûbin dikin û zorê didin guherîna wan çêdibin.
Li bin
her bûyerekê ji vana îmza El- Qaîde heye. El- Qaîde li ser dinê ku
bixwaze di cî de dikare lêxê, çalakiyên wê ji her hêlên dinê ve tên
dîtin lê li tu devera dinê naye dîtin û girtin. Temamê dewletên dinê bi
hemû hêzên xwe, digel ajansên xwe yên sîxuriyê dixwazin vê rêxistinê
bigirin lê nikarin. Herwekî ku em bi rêxistineke ku ji hemû dinê xurtir
rû bi rû bin. Armanc û daxwazeke berbiçav û xuya ya ji van çalakiyên ku
tên kirin jî tuneye.
Baş e ev çi ye?
Gelo
dikare tiştekî weha hebe? Rêxistineke ku ji dinê xurtir çawa dikare bê
ku were dîtîn hebe?
Me ev
tiştên ku jihevderxistin û şîrovekirina wan gelekî tevlîhev û wek ku qet
mirov nikare fam bike xuya dikin, îhtimalên ku El-Qaîde çi û kî ye, ji
hêla kê ve tê destikkirin, armanca wê û di nav kîjan nakokiyên siyasî
de ciyê xwe werdigire ji endamê Îstixbaratê yê berê Mahîr Kaynak pirsî.
Kaynakê ku 20 sala di zanîngehê de wek profesorê aboriyê û 10 salan jî
di MÎT ê de kar kiriye, nerîninî ji yên ku tên zanîn cihê û dê bêne
nîqaşkirin got.
p-Dinya
dîsa ketiye tirsa El-Qaîde. Ev rêxistin digel ku li her derê dinê hebûna
xwe nîşan dide li tu dera dinê nexuya ye û naye dîtin. Ev rêxistineke
teror ya wisa ye ku tarîfa wê mîna ya Xwedê ye. Dema ku mirov ji
endamekî îstixbaratê re bahsa rêxistineke ku dikare li her dera dinê be
lê li tu dera dinê neye dîtin dê çi were bîra wî?
B- Dê
bifikire ku rêxistineke wisa tuneye.
p-Rêxistineke bi navê El-Qaîde tuneye? Hinekî dinê vê terora hanê dikin
û em jî li rêxistineke ku tuneye digerin?
B-
Rêxistineke bi navê El-Qaîde tuneye. Heke hun bahsa rêxistinekê dikin,
divê ku armanceke wê rêxistinê ya siyasî jî hebe. Hêj bersîva pirsa
”gelo armanca rêxistina el-Qaîde çiye?” tuneye. Kesek nizane ku gelo
El-Qaîde dixwaze xwe bigihîne armanceke berbiçav ya çawa. Ji xwe re lê
binerin armancên siyasî û herêmên cografî yên rêxistinên wek IRA û ETA
hene. Wekî dinê jî qadroyek wan û bunya rêxistina wan heye. Di El-Qaîdê
de ji vana yek jî tuneye. Ne qedroyek wê heye, ne jî herêmeke wê ya
cografî heye. Hemû dinya meydana çalakiyên wan e.
p-Tê
gotin ku armanca El-Qaîde ew e ku ew rejîma demekê li Avganistan hatibû
avakirin li hemû alema îslamê ava bike. Li gor te armanceke El-Qaîde ya
wisa tuneye?
B- Divê
ku armanc û derfetên li ber desta li gorî hev bin. Heke hun rahêjin
derzîkekê û bêjin ”ez ê mêrekî bikujim” ev nabe. Bêîmkan e ku El-Qaîde
bikaribe bi derfetên di destê xwe de bikaribe rejîmeke ku daxwaza dilê
wê ye saz bike. Ne taqeta wê, ne Qadroyên wê ne jî piştgirên wê hene.
Heke hun ya rast bixwazin rêxistineke bi navê El-Qaîde tuneye. El-Qaîde
navê kod yê çalakiyên ku ji hêla serwîseke îstixbaratê ve tên kirin e.
Jiber
vê yekê jî divê ku em beriya her tiştî vê operasynona hanê deşîfre
bikin. Lewra bi saya rêxistina El-Qaîde dixwazin ku armanceke siyasî
bicîh bînin.
p-Li
gor we bi terora El-Qaîde encameke siyasî ya çawa tê çêkirin?
B-Encama çalakiyên ku El Qaîde dike ew e ku li cîhana rojava dibe sedema
dujminantiya Îslamê û navê Îslamê û terorê li ber çavê wan dibe yek.
Divê em
bersiva pirsa ku ”gelo çima encameke siyasî ya weha tê daxwazkirin?”
bibînin. Lewra çalakiyên El-Qaîde ahengên ku li cîhanê hene diguherîne.
Ne maqûl e mirov bifikire ku dinya ji nuhde ji hêla rêxistineke piçûk ve
tê guhertin. Ev operasyoneke mezin e. wisa ku, berî her tiştî,li dinê li
gel milletan eniyeke li hemberî îslamê ava dibe
p-Gelo
bi avakirina eniyeke weha dixwazin çi bidest bixînin?
B-Binerin vê gavê li dinê derbarê ji nuhde avakirina ahengên dinê du
nerîn hene. Yek jê nerîna sermiyanê navnetewî ye, ya dinê jî nêzîkahiya
Emerîka Bush û Rusya Pûtîn e. Sermiyanê navnetewî nerîna Huttington ya
bi navê ”Pevçûna Şaristaniyan-medeniyetan” qebûl dike. Dinyê dike du
hêla ”şaristaniya rojava û yên li derveyê wê” û dibêjin ”bila ahenga nuh
di navbera şaristaniya rojava û yên dinê de ava bibe”. Nerîna dinê jî
dixwazin mîna berê ”li hêlekê Emerîka û li hêlekê jî Rûsya hebe”. Şerê
vê gavê yê li dinê, derbarê vê ahenga nuh ya ku dê saz bibe de ye.
Vê gavê
diyar e ku Emerîka Bysh û Rûsya Putin li hevûdû kirine. Li hember vana
jî sermiyanê navnetewî wek hêzekê li hêleke dinê ye. Vê gavê li dinê ji
derveyê vana, hêzeke dinê ya ku armanca wê ya siyasî hebe tuneye.
Awayekî
birêvebirinê ya sermiyanê navneteweyî ku ji bo vê dinê dixwaze jî heye.
p-Çiye
ew?
B-Polîtîka ”Îslama Nerm” ya Sermiyanê navnetetewî heye. Ev polîtîka
dixwaze, nakokiyên Îslamê yên bi kapîtalîzmê re hene ji holê rake û wê
bigşîne nav ekonomiya piyasê. Sermiyanê navnetewî dibêje ”Em ê alema
Îslamê bigşînin nav sîstema Rojava û bazara wê û dê bi vî rengî
pirsgirêk çareser bibe.”
Heçî
El-Qaîde ye armanceke ji polîtîkayên Sermiyanê navnetewî cihêtir dide
ber xwe û dibêje ”bila Misliman neyar û yên dinê bin”.
Û ji
xwe dema ku em bala xwe didinê, di encama çalakiyên El-Qaîde de li dinê
eniyeke li hember Îslamê ya wisa berfireh çêdibe ku êdî bê ku ferqê
têxin navbera mislimanên req û yên nerm hemûyan wek terorîst dibînin.
ne karê
aqila ye ku hinek misliman rabin û encameke weha biafirînin. Hinekî
rojavayî vê yekê dikin. Ji bo ku polîtîkaya ”islama nerm” ya Sermiyanê
Navnetewî pûç û bêencam bihêlin û dawî li Îslama siyasî bînin vê yekê
dikin.
p-Gelo
dê Emerîka ji bo çi bixwaze ”îslama nerm ya ku pirsgirêkeke wê bi
Kapîtalîzmê re tuneye tine bike?
B- Ji
ber ku Sermiyanê navnetewî xwe di nav Îslamê de bi cîh kiriye. Sermiyanê
navnetewî ne xwediyê niftê ye û saxîtiya şîrketên niftê jî nake lê belê
rêveberiya welatên ku niftê derdixînin bi dest dixe. Di dema Yeltsîn de
Rûsya jî bidest dixist. Vê gavê di navbera xwediyên pera yên li Siûdî
Erebistan û Sermiyanê navnetewî ahengeke xweş heye. Aha dê Emerîka vê
yekê têk bibe. Yan na dê ji bo çi Emerîka bixwaze rejîma Siûdiya ku
demekê wê ji bajarên xwe nêzîktir didît bibîne.
Demeke
berê navekî nêzîkî rêveberiya Bush giliyê dewlemendekî Ereby ê Siûdî
dikir ku perê xwe ji Emerîka kişandiye û rêkiriye Tirkiyê û bi vî awayî
aboriya Tirkiyê li ser piya hiştiye.
p-Gelo
ciyê Tirkiyê di vê pevçûnê de çiye?
B-Vê
gavê Tirkiye girîngtirîn dewletek ji wan dewletên ku di rêveberiya
sermiyanê navnetewî de ye. Navbera Hukumet û Emerîka nebaş e. Serokwezîr
Erdogan gazina dike û dibêje ”dîsa pêl bişkokê kirin”. Rêveberiya Bush û
Putîn dixwazin nerîna Sermiyanê navnetewî ya ”Îslama nerm” ji holê
rakin. Dibêjin ”Îslama nerm tuneye, Îslam hemû yek e, hemû req e. yan
hûnê sekuler(dinyewî) bibin yan jî hunê tine bibin.”
Dê vana
Îslamê ji awayê wê yê siyasî dûr bixin. Yanî şer ne di navbera mirovekî
di şikeftê û dinê de ye. Pevçûn di navbera Sermiyanê navnetewî û
rêveberiya Bush de ye. El-Qaîde jî li ser navê eniya Bush û Putin hemû
provokasyonan çêdike, modela sermiyanê navnetewî ya Îslama nermik
dikuje.
P-Mebesta we ji Sermiyanê Navnetewî çi ye?
B-Sermiyanê navnetewî ne yên ku saziyekê, şîrketekê an jî karxaneyekê
birêve dibin, ne jî yên xwediyê pera ne: lê ew grûba ku li pera hukum
dikin û bikar tînin. Pereyê ku ev kesên di Fînansê de bikar tînin ne
tenê perê wan e. lewra îroj xwediyê pera hinek in û yên ku wan bikar
tînin jî hinek in. Yanî yên xwediyê pera hun in, perê xwe dixin
bankeyan, ew pereyên hanê ji hêla rêveberiya bankeyê ve tên bikaranîn.
Ji ber vê yekê îroj Sermiyanê navnetewî ji serweta xwe bêtir hukum li
trilyon dolara dike û qansî dewletên niştimanî xurt e. û biserde jî ew
sermiyan bi cografyayekê ve ne girêdayî ye. Her der herema wî ye.
Têkçûna Emerîka jî gelekî wî xemgîn nake.
P-Soroz yek ji vana ye?
B-Soroz, Rochild, Rockefeller nûnerên sermiyanê navnetewî ne. Sermiyanê
navnetewî hêzeke ji hêza dewletê xurtir e. vê gavê rêveberiya Emerîka û
Rûsyayê, bi têkbirina hêza Sermiyanê navnetewî ya siyasî ve daketine.
El-Qaîde li hember Sermiyanê navnetewî û Îslamê tê bikaranîn. Lê hinek
radibin dibêjin “Di şikeftên Afganistan de Usame bin Ladînek heye bi
hemû dinê re şer dike.”
P-Heke
El-Qaîde, wek ku hun dibêjin navê kod yê operasyonan be, di encamê de
dîsa rêxistineke ku operasyonan pêk tîne heye. Hemû îstixbaratên cîhanê
digerin lê tu şopa wê nabînin, çawa dikare rêxistinek ku ji hemû
rêxistinên îstixbaratî yên cîhanê xurtir hebe?
B-Operasyonên El-Qaîdeyê CIA birêve dibe û hayê Putîn jî ji vê yekê heye
yan jî şirîkê wî ye. Serwîsên istixbaratê yên welatên dinê jî tenê têra
xwe bi famkirina mijarê tînin. Ma hêsan e ku mirov li hember Emerîka
tiştekî bike. Ji xwe di operasyonên dewletan de rastî tu carî dernakeve
holê. Hema hema herkes dizane ku Kennedy ji hêla dewletê ve hatiye
kuştin lê delîlên vê yekê tu carî dernakevin. Li vê derê jî ji mirovên
ku Îstixbara Emerîka bikar tîne re El-Qaîde gotine.
Li gor
karê ku dê bê kirin çar-pênc kesan dibînin û wê çalakiyê bi wan didin
kirin. Ew ne rêxistin mêxistin in. Mirovên ku ji hêla El-Qaîde ve têne
bikaranîn in. Dewlet vê terora hanê dimeşînin. Wan ber bi xwekuştinê
didin, li quleyên xwe yên cêwî dixin. Yên ku siyaseta Emerîka ava dikin
biryar ji bo vê yekê dane. Dibe ku Bush bi xwe jî nizanibe.
CIA jî
di nav hêzeke gelek mezin de tenê bicîhanîna vî karî dike.
P-CIA,
li qûleyên xwe yên cêwî xist û welatiyên xwe kuşt?
B-Çima
CIA 11ê Îlonê pêk neyne? Heke ji were bêje alternatîfa vê yekê şerek
bû; heke me ev yek nekirana dê şer bikira û di vî şerî de milyonek kes
dê bimirana…
Di
cenga cîhanê ya duyem de jî hesabekî nêzîkî vê yekê, pevçûna
bidestxistina derekê hebû û di encamê de 50 milyon mirov mirin. Vê gavê
li dinê şerekî ku maliyeta wê gelekî kêm pêk tê. Ji mer e jî dibêjin li
hêlekê El-Qaîde û li hêlekê jî hemû dinya heye. Heke em vê yekê qebûl
bkin dê bi gelek tiştên dûrî heş rûbirû bimînin.
P-Çawa?
B-Îroj
encaminî wek yê cenga cîhanê tên afirandin. Ne karê aqil e ku em bêjin
kulmek milîtan vê yekê dikin. Yanî hêzeke wisa ye ku bi tiştê ku dikin
dinya diguhere, lê ji nav vê rêxistinê tu îxanet çênabin. Pere qet
tesîrê li wan nakin, qet derbarê wan de tiştek dernakeve. Çima? Jiber ku
rêxistineke bi navê El-Qaîde tuneye.
Di
operasyonan de li gorî projeyên çar-pênc misliman tên bikaranîn. Ji xwe
di destê wan de hêj zilamên ku li Avganistan û Pakistan li hember
Sovyetê perwerde kiribûn hene. Mîlîtan ji bo demeke gelek kurt tên
bikaranîn û heta yên ku çalakiyê dikin jî dimrin. Ji bo derbarê wan de
tiştek dernekeve hertişt tê kirin. Ji bo nimûne carcaran hinek milîtan
bi xwe dikarin ku nizanibin ew milîtan in. Hunê wî kesî ji serwîsa
istixbaratê angaje bikin û jê re bêjin ”rahêje vî çenteyî bibe. Dûvre bi
kumandê ji dûr ve biteqînin. Aha ji we re teqînek xwekuştinî… hunê ji
şoforê qemyonekê re bêjin van şîrana bibe û dema di rê re derbas bû jî
wê biteqînin.
p-Mîna
El-Qaîde serokekî wê yî xeyalî jî heye. Ew jî ne kes wî dibîne û ne jî
tê dîtin. Yekî ku wisa lê tê gerîn, bê ku destikekî gelekî xurt li pişta
wî hebe çawa dikare demeke ewqas dûdirêj xwe veşêre?
B-Nikare xwe veşêre, derfet ji vê yekê re tuneye. Ji hêla serwîsinî
îstixbaratê tê veşartin.
p-Têkiliya di navbera Îslam û terorê de El-Qaîde sax dike. Bi saya
El-Qaîde dema ku bahsa Misliman tê kirin, li rojava teror tê bîra mirov.
Misliman li her derê bi tengasiyan rûbirû dimînin. Armanca El-Qaîde ya
ku Îslam û terorê weha bi hevûdû ve gerê bide çiye?
B-Dema
ku Îslam û teror hatin wateyekê, Îslam mecbûr dimîne ku dev ji hêla xwe
ya siyasî berde. Armanc jê ew e ku Îslam û teror bêne yek wateyê û êdî
neye hiştin ku Îslam weke fikrekê weke alternatifeke siyasî bimîne. Ji
xwe heke hun dixwazin fikreke siyasî têk bibin, berî her tiştî hunê
naveroka wê ji fikrê vala bikin û dûvre hunê wê tevgerê bikin tenê yên
ku çalakiyan pêk tînin. Li Tirkiyê çep jî weha hatin têkbirin. Naveroka
çepan ji hêla fikrê de hat valakirin û çepgir tenê bûn ew kesên ku
çalakiyên çekdar pêk tînin.
Tevgera
Kurdî jî wisa bû. Wek tevgereke çînî(sinifî) dest pê kir, ketin rewşa
terorîstan. Vê gavê rojava ji bo mislimana heman metodê bikar tîne.
Dewleta kûr ya Emerîka Islama siyasî bi vî awayî têk dibe.
p-Li
gor we çima dixwazin Islama siyasî têk bibin?
B-Îslama siyasî li dinê şûna çepan digirt. Li civatên rojava jî, kesên
belengaz û mafê wan binpê bûbûn, îslam ji xwe re weke dînê rizgariyê
didîtin. Vê gavê hem ji hêla fikrê de naveroka îslamê vala dikin û hem
jî serdestiya Sermiyanê navnetewî ya li welatê mislimana têk dibin. Ev
şerê ha, yê di navbera dewleta niştimanî û sermiyanê navnetewî de ye.
Sermiyanê navnetewî li hemberî dewletê bû û dê di ser dewletê re gav
bavêtana. Vê gavê diber xwe didin ku hebûna dewleta niştimanî biparêzin.
Bi çalakiyên El-Qaîde mekanîzmayên globalîzmê tên têkbirin.
Vê gavê
dixwazin Sermiyanê navnetewî ku mêweyê kapîtalîzmê bû dîsa têxin bin
kontirola dewletên niştimanî. Ji xwe di dinê de raperîna îslamê jî ne bi
saya xwe bû ye. Heke ji projeya kemera kesk ya ji bo dorpêçkirina
Sovyetê nebûna, me vê gavê li der û dora xwe ewqas kesên ku nimêj
dikirin dê nedîtana. Lê niha êdî jiber ku hêza Sermiyanê navnetewî di
nav kemera kesk û islama siyasî de tê dîtin, kemera kesk û Îslama siyasî
têk dibin.
p-Yek
jî pirsgirêka terora PKKê heye. PKK, êdî metodên xwînî ku ta niha
nedikir diceribîne. Êrişî herêmên rojava dike. Çima wisa dike?
B-Kes
nizane PKK kîye, jihev veqetiya. Çalakiyên terorê kîja perçeyê wê dike
yan gelo PKK dike, gelek bi gûman e. PKK li hember Îran û Suriye diber
xwe dide. Emerîka û Ewrûpa ew kirine terorîst. Bi Berzanî û Talabanî li
hev nake. Rêxistineke weha, tu carî dibêje ”ewqasa dijmin hindik in, ez
bela xwe di TSK (hêza eskerî ya tirkiyê) bidim, bila qenc min
bipelçiqîne.” . hêzeke ku li tinekirina PKKê digere li ser navê PKKê
çalakiyan dike. Ji bo nimûne heke ez Berzanî bûma minê ev yek bikirana,
ji bobelata PKKê xelas bibim. Di encama van çalakiyên terorî de heke em
karibin wan ber bi Iraqê de bajon, ji xwe ji ber ku li wê derê îzole
bûne dê birçî û bêpere bimînin û ji ber ku destika wan ya siyasî jî
nemaye dê ji mecbûrî têkevin bin fermandariya Berzanî. Rêxistinek ne bi
çekan lê bi kirînê dikare bê paqijkirin. Vê gavê jî paqijkirina PKKê tê
xwestin û projeya vê gavê dibe sedem ku PKK têkeve bin fermandariya
Berzanî. Tiştê ku tê kirin ev e.. dê PKKyî bibin mîna leşkerên bi pere.
Hevpeyvîn: Neşe Düzel
Çavkanî:
www.radikal.com.tr
Werger:
Mucteba Baravî |