serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 


     Bi navê Xudê Silavek bi germ û gur Li Serhedê

Ez jî wekî misilmanekî kurd bi dîtina malpera nivîskarê bisilmane Serhedê şa bûm û gotarekî temsîlî ku esla vê çîronga tefriqe û cidayîyê li Mesneviya şerîfe Mevlanayê Romî de bû bi nivîsekî mevzûn û behra tevîl de bi şêveyekî intiqadî pêşkêşî vê malperê kir.

Ez li Rojhilata Kurdistanê,daxaziya xwe êlam dikim ku digel birayê xwe ku çiraya rûnahîya dînê mobîn girtine destê xwe ku mala mezine kurda bi vê çiraya pir nûre xudêyê mezin rûnahî kin,xizmetkar bim,heger nivîsînê min yê bê ser û pê qabil bêne zanîn.

Avata min serbilindiya gelê kurde. Ca eger ev li bin sîpera Qurana pîroz û destûrê mirovanîyê ve biçe rê çikes li cihanê de dil şikestî û bê omêd namîne û zolm û zor li kesê nayê kirin û milletê bindest dê zûtir rabin ser xwe û zolmê li welatê xwe bikin der.

Omîda me hemiya dibe ev be ku kes bi qelemê me neyê êşandin wek xudêyê mezin dibêje; "Ruhemaun beynehum"….heger birayê me bi fehma xwe rêkek li gelê bindeste xwe re peyda kiribin û bi gemana xwe vê rêyê durist dizanin nabe ev bi nezanî bêne dilsar kirin û bikevne ber tohmeta.

Xudê Te`ala dibêje pêxemberê xwe, Muhemedê Mustefa "heger te bi rehmê li gel Ommeta xwe nekirba, ev devra te xirnedibûn". Bes birayê min, remza xirbûna beşer bi devra hev mehebete û misilmana her wekî moqtedayê[1]xwe dibe behra sebr û bêhinfiretiyê be heta ku bikare şerbeta mirovaniyê wexot.

Ez bi dil û can keyfxweşim ku evilîn helbesta xwe bi navê Şevnima li malpera bilinde Serhedê re dikim xelat û li xudê dixazim ku me hemiyan li ser rêka raste xwe digel mirvê baş û emîn bide nasandin û me li korerêkan biparêze û dûr û dûrtir bike.

 Bi daxaza roja rûnahî

Seyid Feysel Moctevî

Senendec Rojhilata Kurdistanê 2005-11-17

 

Şevnima[1]

 

Roj li me bûne şevnima şev li me bûne salha

Bes ku me kir li hev xedir bûne kevirke bê biha

 

Em li cihê xwe çone der hilqedimîn çi bê semer

Dicle Firat de bûne xîz bê ser û şûm û bê eser

 

Çon û li mali bûne dûr bûne guher,bixelqi ra

Nûr neda bi xizm û kes em li evan kirin coda

 

Kirne qelen li Bexdeyê dane digel erûsi[2]da

Em bûne mange û bizin dutine sal û qirneya

 

Nabe bikin li kes gile[3] karê me pir bi mişkile

Em bi xwe pîsin û xirab nabe bikin li kes gile

 

Tev sîbera xwe şer dikin ya ku nebûyi em dikin

Tang û tivingi têne hev mekrê me neserin nebin

 

Em xwe coda dikin li hev nakevine bi guft û gû[4]

Dujminê canê hev dibin hevdu dikin peyîn û gû

 

Çavi me nîne em kesê başi bizanin û emîn

Hîle bi dil ketin eman em ketine berê kemîn[5]

 

Her sê nefer ji hizbekin[6] eqli kolin û şahekin

Guh nebikes didin bira ev li bira ziman dikin[7]

 

Pir me li van sêya hene kariki bin direxti da[8]

Yek şeve têne der li ba kaşi[9]me ev siba neba[10]

Rojê bi sotiba li me rîşe û reh li qarçika[11]

Em bikirane yekbira dev li tinêtî xarkira

 

Ta ku bi hev emîn biban dest û dilê welati ban

Ta ku bi çengê vî rivî ,em neketan ji der ji ban

 

Em nekevin bi dawekê mêjû bibêje merheba

Şêx û seyid eşîri ra dareke pir qedîm ra

 

Wek vi zemanê em eşîr gurgi bixot li me miha

Em nebikarine gurî ev biçite guhorida[12]

 

Warê me mane bêxudan pezkê me derketin li rê

Kes nebû em bikin şivan kes ne ku pez bîne bi rê

 

Seh ku li me emîn nebû pezkê me dane dev gurî

Gur ku bi tev, se bû şirîk ,destê me vî pezî birî

 

Mali ku diz bikevte tê mali ne ev xirabeye

Kirmi ku ket bi darekê dari dibe xuloxe be[13]

 

Jîn dibe têde jihri mar şadî dibîte xem li van

Jehri xeman li şadiyê nabe bikî tu baxevan

 

Jehri eger çi noqte be dê şekerê me tali ket

Jehri bikin li dil bider ta ku li me eser neket

 

Ev bedenê me seh neket jîn û jianê tal neket

Em nebine direxti xar bayê sibê şiyar ket

 

Ba ku hijandi ev sivik ket bi zevî bi ser sivik[14]

Em jî misali darine dê mirin em he bê şivik[15]

 

Ger ku xuloxebin li nav ger ku dilê me yek nebin

Dijminê derwe bo çiye ger ku ne razdar bin

Em dê biçin xiyanetê nabine pişti hevdu ra

Guh nebidin biradera gerçi ketin bi çali da

 

Herçi şivan biket hevar kes li xewê nerabitin

Çonku se wek esayeke[16] guh li şivani nabitin

 

Vî ku bi gur firoti guh nabe seyê gurîxi jî

Dûri kirin li nav pezî,vacibe bo seyê sipî

 

Ta ku nebin bi desteyek xanoxêy û dizê mirar

Ga bidizin kulengida bikne xuroşi ber girar

 

Dûri li çavê xanimê vê cegerê kebabi ket

Malê bidit mezati ra tozê li ga bilindi ket

 

Eqli dibêjitin bi me dest û dilan bikin yekê

Fikrê gelê xwe xirvekin bikne bi parlimanekê

 

Ta ku cihan bibavire,hûn dê li hev bibin xudan

Hingêye hûn dibin emir,kes nebikare pê çepan

 

Dest û dilan biket hevîr mêr û jinan biket esîr[17]

Dane bi ser ostê[18]me nîr nanê gelan bikte fetîr

 

Başe hişari bin li hev pişti bidin bi pişti hev

Ta nezelin li rêkekê ta nekevin bi çali şev

 

Gul bi teva bibne bira bibne bi aşiqê xuda

Işq û evîn bikne hedef bibne bilûri yeksida

 

 

Senendec 2005-11-17

Helbest : Mesnevî

Vezn : Mofteilon Mefailon, Mofteilon Mefailon

Behr : Recezê Mosemenê metviyê Mexbûn

 

mojtavy@hotmail.com

 


 

[1]  Bîna şevê

[2]  bûke

[3]  gazinde

[4] bi hevre qise kirin

[5]  Xwe ser rêya me weqwlastine

[6]  partî

[7]  ne tenê guhê xwe nadne kesê belko zimanê birayê xwe jî dibrin.

[8]  Me gelik livan hene ku wekî karkarokê yan kuvark li ser koka dara şîndibin.

[9]  xwezî

[10]  xwezî me rojê ha çineban

[11]  teniştoke lib o mirvê xorise û nebaş

[12]  cihê ku pez lê diraveste

[13]  nîweka vê xalî be

[14]  bi rihetî

[15] zor

[16]  kopalekê

[17]  êxsîr

[18]  sokra,patik

 

Çevkanî: serhed.net  Amadekar:   Seyid Feysel M.. Dem:  18 /11 2005           Seet: 14: 30





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî