|
Bi 6 mîlyar dolar ji
îdamê rizgar bû |
|
 
|
Avesta/ajans: Li
Çînê dewlemendekî ji bo ku ji îdamê rizgar bibe hemû milk û
malê xwe pêşkêşî dewletê kir.
Li gora biryara dadgehê wê roja
14 Cotmehê YUAN Baojing (39) bi fişekekê bihatiba kuştin, ew
mehkûmê îdamê bû. Lê belê berî pêkanîna biryara îdamê bi
rojekê diyar bû ku jina wî hemû milk û malê mêrê xwe (6 mîlyar
dolar) xelatî dewletê kiriye.
Piştre jî pêkanîna biryarê hate
rawestandin. YUAN Baojing (39) bi sûcê kuştina karkerekî xwe
hatibû bi îdamê hatibû mehkûmkirin. Jina YUAN Baojing, Zhou Ma
(foto, rast)
ji rojnameya China Business News axifî û got: �berî roja ku wê
bihata îdamkirin bi rojekê min ew li hucrê ziyaret kir, min ji
wî re got ji bo rizgarkirina te ji îdamê emê peran bidin,
qebûl kir û me jî 6 mîlyar dolar dane dewletê?�