KSN/4/9
2005- Li gora lêkolînên beşa ilmê nûjen ya Zanîngeha
El-Ezherê,
çi bi awakî zindî û çi jî wekî din, bi 10
hezaran Malperên elektironîk henin ku êrişî Îslam û
Mislamanan dikin. Bi milyara dolar ji medya cûrbecûr re
hatîye tarxankirin ku êrişê Îslam û Mislimanan bikin. Seroka
beşa Perwerdyî ya Zanîngeha El-Ezherê
Dr. Seyide Merêî, encamê lêkloîna ku kuribû
di rojnama Roz Yusuf de belevkir. Merêî, li himberî êrişên bi
10 hezrana medya elektironîk, bi tenê 200 malper Îslamê di
parêzin û pereyên ku ji bona parastina îslamê û Mislimanan
hatîye tarxankirin nagihê milyon dolar î.
Merêî, da dîyarkirin ku êrişên hatina ser Îslam û Mislimanan,
ji destpêka salên 1988an vir de destpêkirî û balê dikişîne ser
hin şirketên Siyonîstan ku yekem car wan dest bi fitneyê kirin
û fikir û ramanên xwe yên dijberî Îslam û mislimana di
înternetê de belavkirin.
Hinek ji wan, di warê êrişkirina ser Îslam û Muhemed Pêxember
de pispor in, hinek ji wan jî di guhertina gotinên ji
ayetên Qurana pîroz de pispor in û hinek ji wana jî bi
çêkirina resmên Sehaba û sunetê Pêxember de pispor in.
Yek
ji van malperan bi navê Quran heye û ev malper ayetên Quranê
bin navên ecêb belavdike ku ayetek wusan di Quranê de tune. Bi
vî yekê dixwazin di serê Muslimanan de çêke û şikê bikin ser
quran ê.
Hinek ji wan malperên ku êrişî Îslamê dikin, ayetên Quranê yên
meşhûr bi tîpên erebî li ser pişta beraz( xinzîr), kûçik
û hi heywanên din dinivîsînin.