serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Berzanî: Heke li Îraqê   şerek navxweyî dekeve, wê Kurd dewleta xwe avabikin

KSN/ 18/11 2005- Serokê Kurdistanê Mesud Berzanî, heke li Îraqê şerekî navxweyî derkeve, ji bili avakirina dewletake kurdî, wekî din tu rê li pêşîya miletê Kurd namîne û wê miletê Kurd dewleta xwe avabike. Dewletbûn mafê miletê kurd yê rewa ye û miletê Kurd jî wekî hemû miletên dunê, mafê wan heye ku dewleta xwe ya serbixwe ava bike. Lê ji bona nihe, em tenê dewleteke Federal dixwazin.

Televîzyona NTVê ya tirk li Romayê bi serokê Kurdisan Mesud Berzanî re hevpeyvîn kiri û Berzanî, di hevpeyvînê de, bal kişan ser gelek mijarên rojane û got: Ji bona parastina yekîtîya axa Îraqê, avakirina dewleteke Federal şert e û ev bi tenê dikare rê li ber şerekî navxweyî bigire  û wekî din tu çereyek tune.

Berzanî, li ser pirsa ku PKKe terorîste, nexwest bersîv bide  û got:   PKK ji Îraqê bêtir li Kurdistana Tirkyê ye.

 Pirsgirêka Kurd li Tirkîyê, pirsgirêkek sîyasî ye û divê bi awakî sîyasî û demokiratîk were çareserkirin. Berzanî, em ji bona çareserkirina pirsgirêkan,  ji  hevkarîyê re amadene û  em dixwazin têkilîyên me yên dostî bi Tirkîyê re hebin.

Çevkanî: NTV  Amadekar:   D Ş  Dem:  18 /11 2005           Seet: 18: 30





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî