serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Berzanî ji hikumet xwest ku derbarê bûyerên  dohî de  lêkolîn bike

 

KSN/ 7/12 2005- Serokê Kurdistanê Mesud Berzanî, ji  hikumetê xwest ku li ser bûyerên do ku li kurdistanê qewumîbû, bi lez û bez lêkolîn bê kirin. Berzanî, dohî piştî erişên ser binayên Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê, bûyer bi tundî şermezar kiribû.  Dohî li paranîya bajarên dibin desthiladarîya Partîye Demokirat ya Kurdistanê da bûn, eriş birin ser binayên Yekgirtu û di encama van buyerên nexweş de, 4 kes hatibûn kuştin û çendî din jî birîndarbûbûn.

Em texta Peymnêrê li jêr di weşînin.

PNA- Duhî piştî ku birêz Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê di brûskekê de ew bûyer û karên têkdadanê li deverên perêzgeha Duhokê şermezar kir, biryar da ku di zûtirîn dem de komîtekê avabikin ku bighînin rastîyê.
Di beryarê de hatibû ku komît van kesan were ava kirin.
1- Parêzgarê Duhokê
2- Nûnerê Partîya Demokrata Kurdistanê li Duhokê
3- Nûnerê Yekgirtûya Îslamî ji Kurdistanê re li Duhokê
4- Nûnerê hevgirtina zanayên ola Îslamî ji Kurdistanê re
5- Yek ji Dadweran li Duhokê.
Herweha di beryara serokê Kurdistanê de hatibû ku divê di zûtirîn dem de navên wan jî were xuyakirin û divê encamên lêkolînê zû bighînin destên me.
hêjayî gotinê ye ku hemû civînên li gel rêxistinan û alîyên civakî di Kurdistanê de li darxistin.

 

Çevkanî: Peyamnêr  Amadekar:   D. Ş  Dem:  7 /12 2005           Seet13: 30





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî