serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Mesud Berzanî: Bang li xelkên kurd û Îraqê kir ku dengê "ERÊ" bi kar bînin

 

KSN/ 14/10 2005- Serokê Kurdistanê Mesud Berzanî, bang li xelkê Kurd û bi tayîbet yên Îraqê kir ku  sibê biçin ser sandoqa dengdanê û dengê "ERÊ" bidin. Berzanî, Îroj li Hewlêrê civîneke çapemenîyê li darxist û waha got: Piranîya mafê gelê kurd û yê xelkên Îraqê di vê destûrê de hatîya bi cî kirin û divê hemû xelkên îraqê biçin dengê xwe bidin

Berzanî, li ser daxwaza erebên sunî hin guherîn di desturê de hatîye kirin, lê tu tiştek ji mafê kurdan nehatîye guhertin. Berzanî, em ji red kirin destûrê na tirsin û ez wusan bawer dikim ku piranîya erebên sunî wê dengê erê bi kar bînin.

Li ser pirsa yekbuna her dû îdareyên kurd Berzanî, dan û sitandinên di navbera PDKê û YNKê de berdewame û dema hertiş li ciyê xwe rûnişt û di demka minasibe de, emê yekbûna herdû îdaran îlan bikin.

Li ser pirsa nokîkî dinvera kurd û havkarên wan şîîyan de hene Berzanî, niha tu nakokê tunin û di hevdîtinên dawî de, li hev kirineke gelek baş heye.

Li ser çûyîna Berzanî ya Emerîka jî, Berzanî, Emerîka dewet kirye û emê jî biçin û li ser hemû piresgirêkên ku girêdayê Îraq û Kurdistanê bisekinin.

 

 

Çevkanî:  PUK-Medya Amadekar:    D.Ş       Dem:   14/10 2005           Seet: 17:00





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî