serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Berzanî û Telebanî, li Îraqê hikumeteke netewî dixwazin
 

KSN/ 25/12 2005-   Îroj serokên kurd li gele balyozê Emerîka Zalmayê Xelîlzad, li Dokan li ser kar û barên Îraqê civîyan û paşê civîneke sêqolî ya çepemenîyê  li darxistin. Serokê Îraqê Celal Telebanî, da dîyarkirin ku ew  di civînê de li ser pirosesa hilbijartin û sîyseta ku niha li Îraqê birêve diçe û damezirandina hikumetê rawastîyane. Telebanî da tekîdkirin  ku pêwîstî  bi hikumeteka yekîtîya netewî heye ku hemû terefên ku di hilbijartina de bi serketine, tê de cî bigirin.

Serokê Kurdistanê Mesud Berzanî, piştgirîya gotinên Telebanî kir û pêwîstbûn bi avakirina hikumeteka netewî heye. Berzanî, peywendîyên me li gel hemû terefên sîyasî pir baş e û em ji nahada  di nav hewuladanên avakirina hikumetekê da ne.

Balyozê Emerîka Zelamyê Xelîl zad jî, kêfxweşîya xwe ya darbarê civînê de da dîyarkirin ku civîneke gelekî serkeftî bûye û girîngî da pirosesa hilbijartin û  avakirina hikumeteka Îraqê ya nû. Xelîlzad, balkişand ser giringîya têkilîyên navbera Emerîka û xelkê Îraq û bi tayîbetî xelkê kurd û têkilîyên navbera DYEê u yên xelkê kurd de pir baş e û em bi van têkilîyana gelekî kêfxweş in. 

 

Çevkanî: Puk-Medya Amadekar:    Dem:  25 /12 2005           Seet 20: 30





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî