|
Bersîvek kurt bo
Mele Nûredînê Xwediyê Partiya Mezlûmên Kurdistanê ya hate fesixkirin!
KSN/ 16/7 2005-
Beriya her tiştî
ez dixwazim bêjim ku Seydayê hêja te baş bala xwe nedaye
www.serhed.net
ê; ji xwe ji ber wê te gotiye ku we belavoka partiyê rakiriye û li şûna
wê heqaretnameyek an jî bi gotineke din kufirname weşandiye. Na ev ne
rast e, ez bawer dikim belavoka te hema li bin nivîsa min a hinekî bi
rexnegîrî berê xwe dabû Partiyê hatiye weşandin û tu guherînek jî di
belavoka partiyê de nehatiye kirin, bi kêmanî ez wisa dizanim agahiyên
bêtir tu dikari yekser ji berpirsiyarê
www.serhed.net ê bipirsî… ew navê ku li binê nivîsê ye, ne navekî
çêkiriye, navê min î rasteqîn e, ji xwe ji ber ku min hinekî rexne li
partiyê girtibû bi hesabê ku belkî bersîv were û ew bersîva jî ji bo
kesinî dinê neye dayîn min min navê xwe yê rasteqîn li binî nivîsandiye…
Dûvre ew ittihamkirina te ya bi navê ”xêrnexwazên partiya
Mezlûmên Kurdistanê” a rast ne di ciyê xwe de ye. Min bi erênî yan bi
neyînî rûmetek daye partiya te ku nivîsek jî li ser fesixkirina wê
nivîsandiye. Lê heçî sedema nivîsandina nivîsa min ew bû ku her çend kes
bêne hinda hevûdû û rabin bi dû damezrandina partiyekê kevin ev yek li
gorî min ne tiştekî dirist e, û ji hêlekê de mîna ku mirov henekê xwe bi
xwe û gelê xwe bike.
Mirov dikare bo xwe civateke piçûk, komeleyekê an
cemaeteke pîçûk saz bike lê belê dema ku gotin tê ser partiyê, tiştekî
hinekî mezintir tê bîra min… bi kêmanî ew partiya hatiye damezrandin êdî
daye ber çavê xwe ku hemû karê û barê xwe bike bicîhanîn û bo gel
pêşkêşkirina wê bernameya ku di sazkirina partiyê de diyar kirine û bibe
nûnerê gelê xwe yê ku piştgiriya bernameya wan dikin.
Birêz di nivîsa xwe de gotiye ku ”
Bi gor endamên rêxistinên kurdan, pmk rêxistina 2. bû di Kurdistanê de”
ev gotina birêz mele Nûredîn heke ji niha û wade xwe li ser hinek
cemaetên îslamîyên renge kurd wek ilim an menzîlê ku vê paşiyê bi hin
navên dinê xwe rêxistin kirine li Kurdistanê hesab dike tiştekî dinê ye,
lê heke wek rêxistineke xwerû kurdî û bo kurdistanê kar dikin
rêxistineke dinê ya legal dibêje ez rêxistineke dinê ya wisa ji hêla
endamên xwe de bikaribe di rêza duyem keve nas nakim, bila Mele Nûredîn
bi kerema xwe vê malûmata hanê bibexşîne me. Tiştê ku ez dizanim vê gavê
heke bibe alternatîf ji hêla partîyê de HAK-Par di rêza duyem de ye li
KUrdistanê.
Lê heçî xêrnexwazî
ye, ji bo çi ezê bibim xêrnexwazê partiya Mezlûm ez nizanim, tew heke
rengê bawermendiyeke bi hamiyetê hatiye sitirandin li gel hebe ez ê wê
ji hemûyên dinê nêzîktirê xwe bibînim. Sedem ji xêrnexwaziyê re tune ji
ber ku em di qada siyasî de ne alternatîfên hevûdû ne û serkeftina
partiyeke bi wî rengî sedema dilgeşiyê ye. Lê ya ku ez li ber dikevim
mîna kurdên me yên Binxetê her ku çend kes tên hevûdû biryara
damezrandina partiyekê dikin, partînin ji wan hene ku ji xwediyê wan
pêvtir tu kes li dorê tuneye. Heyf e ku mirovên me yên xwedî xîret,
xîretên xwe saziyên weha reng bi erdê de berdidin û xwe fêrî hatina
hevûdû nakin û saziyên ku dê bi rastî ji di jiyanê de bibin alternatîfek
saz nakin.
Di nivîsa xwe de
wekî dinê min bahsa mirina wan kesên partiya mezlûmên kurdistanê
damezrandine nekiriye, ew jî xeletiyek e, lê min ji bo wan ji niha û wa
de di saziyên ku dê ava bikin de livîna bi hişmendî doz kiriye, vê gavê
jî daxwaza min ji Yezdanê Dilovan ew e…
Lê ez nizanim çima
birêz hema wisa yekser berê xwe daye şexsiyeta manevî ya
www.serhed.net ê gelo, digel ku navê min bi eşkere li binî
nivîsandiye?
Wek şexsê Mele
Nûredîn jî tu danûstendineke min a bi neyînî çênebûye heta ku ez bibim
xêrnexwazê wî yan jî partiya wî…
Bi hêviya ku di
kurdistanê de alternatîfên bawermend yên aqilane derkevin û em jî ji dil
û can piştgiriya wan bikin.
Nivîs Mustefa karagoz û ya Mele
Nuredîn Yekta li jêr e, ji kerema xwe re bixîne ka malpera Serhed.net;ê
çi kufur kirî û
êrişî
bîr û bawerîyên kê kirî ku Mele Nuredîn nivîsîye ku "
Gelo serhed.net jî dibê kufurname!.
Biryar ya xwendevana ne.
Nivîsa ku li ser munaqişe
çêbûye ya Mustefa kargoz
Nivîsa Mele
Nuredîn Yekta
Mustafa Karagoz
|