|
PROSESA BÊKURD KIRINA KERKÛKÊ Û GEŞTIR KIRINA XEBATAN
Ez di
serîde,hilbijartina Rêzdar Mesûd BARZANÎ bo Serokatiya Dewleta Federal a
Kurdistanê bo hemû beşên Kurdistanê pîroz dikim. Hevîdarim vê gava mezin
bibe egera serxwebûna Kurdistanê û hin bêtir pêşketina
çand,ziman,dîlomasî,medya,teknolojîizanist,perwerde,hêza leşkerîya
kurdî.
Niha
beşekî Kurdistan Azade û ber bi Serxwebûnê we diçe.Vê Kurdistana Azad
beşekî ji Kurdistana Mezin e.Her bihostekê Kurdistan ya hemû Gelê Kurd
e. Her Kurdekî ku bixwaze Kurdistana Azad de bijî, ber wê tu asten nîne.
Çawa Ku Kurdistana Azad bo dahatûya hemû Kurdistanîyan ronaktir,bi
ewle,şad û birûmettir dike ango çawa ku Kurdistana Azad ya hemû Neteweya
Kurd e,Br.Mesûd BARZANÎ jî Serokê fermî ya hemû Xalkê Kurd e.
----
Nivîsa xwe
ya berê de min li ser erka Kurdên Kurdistana Bakur di parastina
deskeftên Kurdistana Azad, hewcedarîya vê yekê û li ser Kurdistanîyeta
Kerkûkê sekinî bûm.Niha bo hin baştir agahdarkirina xwendavanan di
derbarê dîrok û prosesa Erebandina Kerkûk û sedemên Kurdbûna Kerkûkê
zêdetir eşkêre bikim.Wekî ku min berê jî diyar kiribûm ku daxwaza
Serxwebûna Kurdistan an jî hewl dayîna pêşketina
ziman,çand,huner,muzîk,aborî,wêje –û hwd.- Kurdî,xwedî derketina
Kerkûkê,xwesteka çaktir kirina wûçanîya gelê Kurd li Cîhanê û ji ber
gelek mijarên din helwest û daxwazên Neteweya Kurd wekî netewperestî tê
binav kirin.Gelekî bê dewlet mafêke xwe yê rewa dixwaze,mafê tu kesê
binpê nake,bi sed salan ji nava zilm û zordarîyên bi her rengî de derbas
dibe,hemû mafên wî ji destê wî tên girtin, her cûre riyên çareserîya
mirovî ku li ber vê gelê hatina girtin çawa daxwazên vê gelê dibe
netewperestî. Her wiha netewperestîyek maqul û ku dest navêje mafê tu
gelekî,ji faşizmê dûr be û bêzirar be wekî hemû gelan mafê gelê Kurd jî
heye ku netewa xwe biparêze..
Her wiha
em gotibûn ku Bajarê Kerkûkê ku bajarekî Kurdîye û Kurd bûna bajarê
Kerkûk ne bi angaştên vikûvala bi belgeyên dîrokî û bi helwesta xalkê
Kerkûkê diyar e.Dixwazim careke din diyar bikim ku derdê neteweya Kurd
ne petrole.Petrol di hemû Kurdistana Başur de heye.Her wiha le başurê
Kurdistanê madenên din jî heye.Beşa Kurdistana Başur ku di bin
rêveberîya Dewleta Federe ya Kurdistanê de ye li Cîhanê hilberîna rûnê
sanayîyê de di rêza 6emîn û Hewlêr di rezerva Silfatê de li Cihanê rêza
1emîn de ye. Lê çawa ku Kerkûk bajareke Kurdistanîye,neftê Kerkûkê jî
neftê Kurdistanê ye.
Kurd di
Kerkûkê de çewsandin,bişaftin,zoradarî û hovîtîyên cûrbecûr re rûbirû
man.Hin pirtûk û çavkanîyande kitekita wan zilm û zordarîyan hitine
dayîn.Lê bi kurtasî prosesa hewlên bê Kurd kirina bajarê Kerkûkê em
dikarin wisa bi rêz bikin.
Kurdistanî bûna Kerkûkê bi gelek hewlan hatiye xwestin ku ji holê bê
rakirin.Lê disa jî wan hewlan serneketiye û li gel hemû bêmafîyan Kerkûk
wek bajarekî Kurdî maye. Niha jî ka em binêrin ku Kerkûk çima bajarekî
Kurdistanîye û çi hatine kirin;
Ewliya
Çelebîya Tirkan di "Seyahatname" ya xwe de diyar dike ku "Kurdistan ji
wilayetên wek Erzurum,Wan, Diyarbekir,Cizire,Ciziri ibn Ömer,Îmadi,
Musul(Kerkûk jî girêdayê vê wilayetê ye),Şarezor û Ardelan pêk tê.
Di
belgeyên Osmanîyan de Kerkûk wek bajareke Kurdî dihat binav kirin.
Di
hêjmartinên 1922 û 1924 de li beramberî 494007 Kurd hejmara Ereban bi
qasê 166941 bû.
Hin
nexşeyên dîrokî û biyanîyan de jî Kerkûk di nav sînorên Kurdistanê de
dihat nîşan dan.
Şemseddîn
Samî ku yekem zanînnameya Tirkan nivîsandiye,di derbarê Kerkûkê de wiha
dibêje;"Kerkûk ,li bajarê Kurdistanê Musilê de ye û 160 km dûrî Mûsilê
ye.
Bi hemû
hewlên Erebandinê bajarê Kerkûkê di hêjmartina giştîya 1957 de nifûsa
Kerkûkê ji %52 Kurdan,ji %26 Ereban û ji sedî 19 Tirmenan pêk dihat.
Di salên
1920an de dema ku Îngîlîzan li Iraqê bûn, wê demê de jî Kerkûk him bo
Iraqê him jî bo Brîtanya girîngîyekê jiyînîya wê hebû.Ji ber vê jî her
dem hewl didan ku di çarenûsa Kerkûkê de rola Kurdan tune be.Rêvebirîyên
Britanya û Iraqê gelek pêlingên girîng de Tirkmenan wezîfedar kirin û bi
avayekî ne rewa zimanê perwedeyê jî kirin zimanê Tirkî.Di salên 1950ê an
de jî ev rewş berdewam kir. Her wiha kompanyaya Neftê li Kerkûkê
karkerên tenê Tirkmen,Ereb û Asûrî dixebitandin
Dîsa di
dema Şahitî de jî li Kerkûkê perwerdeya bi zimanê Kurdî qedexe bû,pîroz
kirina cejna Newrozê dihat asteng kirin,bi destê hin rexistinên
Tirkmenan -ku ji hezên ewlekarîyê piştgirî digirtin- gelek kesayetîyan
mezin a Kurdan dihat kuştin û kargehên Kurdan dihat şewitandin.Ji ber
wan buyeran gelek malbatên Kurd neçare man ku ji Kerkûkê derkevin.Her
wiha bi destê rêveberîyê hin memûrên Kurd derwey Kerkûkê hatin sirgûn
kirin.Bi sedan Kurd jî hatin zindanî kirin.
.Gelek
taxên Kurdan hat rûxandin.Piştî ku di Hezîrana sala 1963an de Arteşa
Iraqê êrîş birin ser Pêşmergeyên Kurdistanê li dijî Kurdan jî nerîtên
zordarî zêde bû.13 gundên ku nêzî sazîyên petrolê bûn hatin
şewitandin.Karkerên Kurd ku ji sazîyên petrol hatin qewirandin.Gundên ku
hatibû vala kirin,li şuna wan Ereban hatin bicîhkirin û li Kerkûkê hemû
papûr,tax,kuçe,rê,cihên dîrokî ku navên wana Kurdî bi navên Erebî hat
guhertin.
Piştî ku
Tîrmeha 1968an rejima BAAS hat ser hûkmê hewla guhertina demografyaya
Kerkûkê hin zêdetir bû.
Memûr an
jî karkerên /ên ku Kerkûkî bûn/ ku malnîş dibûn destur nedihat dayîn ku
carekê din vegerin malên xwe.Bi her avahî kirîna xanî,erd,milk bo Kurdan
ne mimkûn bû û her wiha Kurdan ji xeynî Erebeban re nikarîbûn milkên xwe
bifroşin.
Bo kêm
kirina gelheya Kurdan li Kerkûkê navçeyên ku bi piranî Kurd lê dijîyan
wek Tuzxurmatû Tikrîtê re,Çemçemal û Kelar Silêmanîyê re,Kifrî,Diyalayê
re hat girêdan.
Di
operasyona wehşî ya Enfalê de Kerkûk gelek zêde qurbanî da -nêzî 80
hezar Kurd hat qetl kirin- .
Di 1991an
dema ku ji aliyê Kurdan Kerkûkê bona demekê jî be hat rizgar kirin.Lê di
wê demê de Iraq bi hêzekî pirr mezin êrîşê Kerkûkê kir,gelek xanîyên
Kurdan hat talan kirin û rûxandin gelek Kurd hat kuştin û sirgûn kirin.
Li
Kerkûkê hewla bê Kurd kirin di salên dawî de wisa pêk hatiye;
Ji
Kerkûk,Xaneqîn û hin deverên din malbatên ku hatine koçber kirin;
Di
navbera salên
- 1991,
1992 û 1993 an de 13.367 malbat
- 1994 an
de 112 malbat
- 1995 an
de 393 malbat
- 1996 an
de 282 malbat
- 1997 an
de 710 malbat
- 1998 an
de 394 malbat
- 1999 an
de 449 malbat
- Navbera
salên 1.1.2000 û 10.5.2000 an de 123 malbat
- Ji
destpêka Serhildana 1991 heta 10.05.2000 malbatên ku hatine koçber kirin
15.831 e.
Kesên ku
ji Kerkûkê ji malên xwe hatine dûrxistin.(Kesên ku hatine dûr xistin
şandine li Silêmanî)
- Kesên li
nav Silêmanî hatine belav kirin 7.835 kes.
- Kesên bo
navendên Silêmanî 14.905 kes.
-
Derbanixan-Kalar-Kifrî 18.003 kes.
- Ranya
5.332 kes.
- Şehrazor
4.527 kes.
- Çemçemal
32.727 kes.
- Di sala
1997 an de 3.638 kes.
- Di sala
1998 2.446 kes.
- Qempa
Takya kampı 740 kes.
- Kesên nû
tomar kirî 421 kes.
- Kesên
navbera 1/10 2000 û 10/5 2000 hatine koçber kirin 688 kes.
Giştî
93.838
Rejîma
Iraqê di navbera 01.01.2000 û 09.07.2000ê de ji Kerkûk û Xaneqînê 155
malbat sirgûnî Hewlêr û Silêmanî ku di bin kontrola Hikumetê Kurdistanê
de bû hatkirin
Di
navbera 01-2000 û 06.2000an de taxên Domez û Seddam a bajarê Kerkûkê
270 malbatên Filistînî hat bi cîhkirin.
Walîya
berê ya Kerkûkê Sabah Nuri Alwan di 13.06.2000an de civînek bi rayedarên
paye bilnd pêkanî.Di vê civînê de biryara derxistina Kurdan û li şûna
wan bi cih kirina Filîstînîyan hat girtin.
Serokdewletîya Iraqê 11.06.2000an de danezanek eşkere kir û di vê
danezanê de fermana sirgûnkirina Kurdên ku li Xaneqîn,Haweceh,Daqoq û
Tuzxurmatu dijîn li herêmên Ereban dihat kirin.
Kurdên,qempa ku bo derxistîyên Kerkûkê di herêma Silêmanî de ji layê NY
hatibû avakirin de diman di nav belengazîyek dijwae de
dijîyan.Berpirsyarêke bilind ya NY ê bi navê Binon Syvan seredana vê
qampê kiribû û wiha gotibû:"Ezê rewşa Kurdên, ji ber ku xwedî nasnameyên
xwe derketine û Erebbûn nepejirandinê ragihînim berpirsyarên li New
Yorkê.
Rapora
mafên mirovan ku Wezareta Derwe ya Emerîka weşandi bû wisa dihat
gotin;"Rejima Iraqê ku di çerçoveya pelamera Erebkirina de bi avayekî
rêkûpêk qedexeya derneketina kuçeyan pêk tîne û hewl dide hin zêdetir
Kurd ji Kerkûk derdixîne.
Di Avrêla
2000an de 23 malbat (142 kes) ji Kerkûkê hatin dûrxisitin.
Di Gulana
2000ê de 46 kes sirgûnî herêma Kurdistanê ku di bin desthilatdarîya
Kurdan bû hate kirin.
Di navbera
01.01.2000 û 12.08.2000an de bi giştî 170 malbat(nêzî 1000) kes ji
Kerkûkê hatin dûr xistin.Hin ji wanan sirgûne başurê Iraqê hat kirin.
Rejima
Iraqê dewrûberên wek Firokxaneya Kerkûkê,baregehên polisan li cihên
stratejîk ya Kerkûkê de erdan û bo zû çêbûna xanîyên nû pere dida
Ereban.
Wisa
diyare ku bi giştî nêzî 100.000 Kurd ji Kerkûkê hatine dûrxistin.
Encam
Wekî ku tê
dîtîn bo bê Kurd kirina Kerkûkê hewlên ji bawerîyê der hatine kirin.Hin
jî ji %50yê wan tehriban nehatiye paşve vegerandin.Li gel vê yekê jî di
hilbijartina 2005an de Kurdan li Kerkûkê ji %80 dengan vergirtin.Dibe
ku ew jî behîta Neteweya Kurd e.Kerkûk ya Kurdistanê ye.Divê em vê
rastîyê bizanibin û li gorî vê yekê hereket bikin.Divê em aram ûxwebawer
bin.Bi hêla çandî,dîrokî,sirûştî,erdnigarî ve ango bi her şêweyî
eşkereye ku Kerkûk bajarekî Kurdîye û vê rastîye jî divê ji herkesî re
bidin pejirandin.Meseleya Kerkûkê ne tenê meseleya Kurdên Başûre.Bi qasê
Kurdên Başûr e,ji wan bêtir meseleya Kurdên Kurdistana Bakûr,Rojhilat û
Rojavayê.Bo xeletîyên nû bexta me û wexta me hêç nînê, çavê Mejûyê li
ser Gelê Kurd e.
Bo
gihîştina dahatûyekê şad,azad û bihêz divê
bizava rizgarîya Kurdî xwe bi rêbazên reel ji nû ve bihelsengîne û
bernameyekê Netewîya Kurdistanê dîyar bike.
Qonaxa 1.
rizgarkirina Kerkûk e
Qonaxa 2.
pêşxistina aborî,hêza leşkerîye û Medyaya Kurdî ye.
Qonaxa 3.
di her perçeyê de pêkhatina yekîtîya Neteweyî û piştgirîya girseyî ya
Kurdistana bakur bo Kurdistana Azad e..
Qonaxa 4.
bi diplomasî û xebatekê xurt vergirtina piştgirîya Cihanê ye.
Qonaxa 5.
pêkanîna referandumekê fermî bo diyar kirina çarenûsa Neteweya Kurd.
Qonaxa 6.
jî îlan kirina Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê û pêşxistina vê dewletê
ye.
ÇAVKANÎ
Şemseddîn
Samî(Kamûsu’l-Alâm)
Kurd(Kürtler) (Mehrdad R.Izady) (Weşanên Doz-2004-)
Kovara
Serbestî
Serhad
B.RÊNAS
B.KURDISTANÊ-AMED
serhadbrenas@yahoo.com
|