**Menûya Kurdî**
 

Bê miradî

bi sewta sivik
dev kenî
marê res ji holê dikisîyan
axaftin a ku ji dil dihat
ji kefxwesîyê
diltenikî u bal sivikîyê

Kocberî bu dem
zozanên welatê me
li ber belekê berfê
dirêjahî
u xemgîn
di gengesîyêde
bi pevcun
ji xwe dur diket

dem berjewendî bu
fikr kesayetîyîde dima
teq u req a tifinga
u lule a sar
li ser milê ku
ji xwe xeyîdî bu
dilsar

agir bi xwe dixist
qîrin bi zarokên xwe
di ken a rureste
rom u tu dibun babet
tu ji min, merxas
rom jî tollaz bu

zozanên rengîn
col u cîyayên bê mirad
di bin deste zorkerde dinalîya
u
merxasî jî zarok bu
pismamî li ser zagon a esîrî dilivîya
wek tavîyêk baharê
dihat u derbaz dibu
li ser cîyayê gohazêrîn mij dima
di dilek te jî
saxên qet qetî

kal a ku li ser dil e xortanî cedibu
dicu dayik a xwe ditît
karên xezalan
kusîyên bejî
u beqên gola

welatê min jî di hesret a teda
kur dibu
dikalîya
dihat ziman

di bin ezmanê saîde stêrkên sewledar
u hîv a zerî
axîn dikisand
ji dil sariyê
miradnedîyê.



bervarto
 

 
Dem: 23 /6 2005  Seet: 18  şandine: Serhed.Net        Vegere