serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Bayê Berzanî li Qesra Sipî, tirk serobin bi arsim-zukamê xistin

 

KSN/ 26/ 10 2005- Serdana serokê Kurdistanê Mesud Berzanî ya Emerîka, çiqas bona miletê kurd girînge, du ewqas jî di rojeva Tirkîyê da ye û dewlet û miletê tirk bi vê serdana Mesud Berzanî re eleqeder dibin. Hela gotinên Bush, ku ji Berzanî re dibêje; "serok û Mesud berzanî  gelekî jîhatîye" bayek sar di ser Tirkîyê de anî û dewleta Ttrk bi miletê xwe ve bi arsimê ketin. Her wekî tofanek reş di ser Tirkîyê de hatibe, ewqas serdana Berzanî, bona pêşeroja dewleta Tirk talûke dibînin.

Cigirê nûnerê Tirkîyê yê Îraqê  Ethem Tokdemir, bi Mc Eldowney re axifîye û derbarê gotinên Bush ku ji Mesûd Berzanî re çima gotîye serok, agahî girtîye. Mc Eldowney jî, Mesud Berzanî di sala 2004an de wek sorokê herema Kurdistanê  hatîye hibjartin û Bush ji ber vê yekê ji Berzanî re got serok.

Serdana Mesud Berzanî ya Emerîka û pêşwazîkirina wî  bi cil û bergên kurdî ji alîyê serok Bush ve tirsek mezin xistîye dilê dewleta Tirk. Medya Tirk cîyek berfirah didin serdana Berzanî û gotinên George W Bush, wekî naskirina Kurdistanê şîrove dikin. Wusan dîyare ku wê  serdana Berzanî ya Emerîka pir were gotûbêj kirin.

Serokê Kurdistan Mesud Berzanî, bi şekl û şemaleka Kurdewarî çû Qesra Sipî. Cil û bergên  Berzanî, ji bona miletê Kurd sembola azadîyê ye . sembola qeheremanîy Pêşmergên Kurd e. Sembola mezlûmîyeta miletê Kurd e. Sembola xwîna şehîdan e. Sembola berxwedana li dijî xwînxar û xînrêja ne. Sembola 182 heza kurdên enfalkirî ne. Sembola şênbûna her gulekî li ser gora şehîdên Kurdistanê ne. Sembola ruh, mejû,  çand û hebûna miletê Kurde

Dewleta Tirk hebûna xwe li ser van hêjayên miletê Kurd avakiriye, ji ber wê çendêye ku bi arsimê dikevin. Ji ber vê yekê ye ku dujminatiya tiştên hebûna miletê Kurd îsbat dike dikin.

 

 

Çevkanî: serhed.net Amadekar:   Şerefdîn      Dem:  26 /10 2005           Seet: 19: 30






 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî