KSN7
2/7 2005-Me nameyek nivîsandiye ji Natewên Yekgirtî re û
dezgehên navnetewî re ko alikariya gelê me bikin û biryarê bigrin bi
şandiyeke pispor ji bo lêkolînê di kuştina şêxê şehîd de.
Jibo hemû partî,
rêxistin, dezgeh û herkesên azadîxwaz !Wek
ko hun dizanin hêzên ewlekariya rêjîma Sûrya di 2005.05.10 an de, şehîdê
azadiyê şêx Maşûqê Xiznewî revand, îşkence kir û kuşt, piştre di
2005.06.01 an de termê şehîd dan malbata wî û bi şanoyeke pîsik xwe ji
berpisiyariyê bi dûr xist û rê jî nedan çi lêkolînên bêteref.
Ji ber ko Xiznewî
kesayetiyeke giring û xwedîhelwest bû û di ber helwesta xwe de jiyana
xwe ji bo gelê xwe da, va me nameyek nivîsandiye ji Natewên Yekgirtî re
û dezgehên navnetewî re ko alikariya gelê me bikin û biryarê bigrin bi
şandiyeke pispor ji bo lêkolînê di kuştina şêxê şehîd de.
Em ji
hemû kurdistaniyan hêvî dikin ko piştgiriya vê helwestê bikin, di riya
e-mail û nameyan re.
Ji
kerema xwe nav, kar û welatê ko hûn lê dimînin ji me re bişînin de ko em
wan navan tev li nameya xwekin û bişînin.