|
Balyozê Îsraîl
Pinhas Avivi: Em li dijî avakirina dewleteka Kurda ne |
KSN/198
2005- Balyozê Îsrail yê Enqerê
Pinhas Avivi: Ez garantîyê didim we ku Îsrail li bakûrê Îraqê vacûyê menfîetê
Tirkîyê tevnagere û em li dijî avakirina dewleteka Kurda ne. Pinhas Avivi, em li
bakûrê Îraqê bi her awayî bi tirkîyê re tevdigerin; heke li bakûr dewleteka
Kurda avabe wê li başûr jî dewleteka şîîyan avabibe û em li dijî vê yekê ne.Em ê
di hmû kar û xebatên xwe de bi tirkîyê re bin û tirkîyê ji hemû liv û tevgerên
xwe agahdar bikin. Avivi,Tê îdeakirin ku Îsrail piştgirîya Kurdan dike, ev ji
bin ve nerast e û îdeayên waha ji Balyozxana Îranê derdikevin.
Pinhas Avivi, girêdana
qirkirina Ermenîyan bi ya Cûhîn ve tişteka xelet e. Ji be ku fermana
qirkirina Cûhîya, fermaneka sîyasî bû û dixwestin miltê Cûhî ji ser rûyê erdê bi
temamî rakin. Ez gelekî rêz ji biryara ku Hukumet û miletê Tirk ya derbarê
pirsgirêka Ermenîya de girtine, digirim. Ev pirs divê ne ji alîyê
sîyasetmedaran ve belku ji alîyê dîrokzanan ve de were munaqişekirin.
Çevkanî; Hurryiet
Amedekar: Dilbirîn.
Dem: 19/8 2005. Seet: 10:25
|