|
Dewleta Tirk rê nadin balafirên Kurdistanê ku di ser
Tirkîyê re derbasbin
KSN/
20/9 2005- Dewleta Tirk rê nadin balafirên binavê Kurdistanê, ku di
esmanê Tirkîyê re derbas bibin. Li gora Interhaberê, karbidestên daîra
firokên sivîl û wezareta derva yên Tirk, biryar dane ku balefirên bi navê
Kurdistanê di ser Tirkîyê re derbas nebin û neçin başûrê Kurdistanê. Ji ber
ku tu kesî serî li wan nedaye ku, firokên Kurdistanê di ser Tirkîyê
re derbas bibin.
Tê ragihandin ku
heke serî lê bidin jî, dîsa ew firokên navê Kurdistanê li ser wan be, di ser
Tirkîyê re derbas nabin.
| Çevkanî: inerthaber
Amadekar: Dilbirîn
Dem: 20/9 2005
Seet: 12:00 |
|