serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Bahadîn: Endamên PDKê û yên hikumtê ji  êrişên li ser me berpirs in
 

KSN/ 11/12- Segreterê giştîyê Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Muhemed Bahadîn, li ser rûdanên  di 6/12 2005an de ku êrişê ser bînayên Yekgirtu hatibû kirin de,  civîneka çapemenîyê li darxist. Bahadîn,  Tundî, tûjî û baxişandina 4 şehîdan bona demokirasîyê, talankirin û şewutandina binayên Yekgirtuya Îslamî li devera  Behdînan, tu tiştekî ji sitratejîya Yakgirtu ya Îslamî ya li dijî şidetê naguherine.

Bahadîn, ev buyer li ser Partîya Demokirat ya Kurdistanê gelekî giran e, lê em di warê sîyasî de bi hisî tevnagerin ji ber ku em di qonaxeke pir hesas da ne. Yekgirtu,  karê ku  zirar bide pirsa netewî û Kurdistanê nake. Bahdîn, pir tişt li   Kurdistan heye, mesela aramîyê  yek ji nav tiştan e, lê pêkanîna kerên nerewa û neşîrîn li himberî Yekgirtuya Îslamî, di qezenca kê da ye?

Bahadîn, dibêje; Komîta PDKê ya navendî û serokê Kurdistanê Mesud Berzanî ji vê bûyerê dur e, lê ev êrişana bi destê nûnerên PDKê û berpirsên hikumetê yên heremê hatîya pêkanîn.

Li ser pirsa nûçegihanê KTVê  ku  hûn poşmanbûne ji beyanata mekteba sîyasî ya Yekgirtu?

Bahadîn, em dibêjin; Komîta Navendî ya PDKê ji vî karî dûr e, lê berpirsên heremê ji vî yekê gunehbarin.

Bahadîn, kesekî ku cilên asayîşê lêbû, demançe ji ber xwe kişand û berî nûnerê Komîta  Navendî û yek jî ji berprsê Yekgirtu yê Dihokbû da û ew herdû jî bi şehîd ketin.

Bahadîn, qaymeqamê Dihokê, bi mabesta ku tiştek nexweş ne qewume çekê endamên me jê distînin, heke wusa neba wê endamên Yekgirtu karibûn xwe bi parastina. 

Bahadîn, dibêje; li Zaxo, mixabin dibêjim pêşmerge, lê bi rastîjî pêşmerge êrişê ser bînayê Yekgirtu kirin  û narincok- bombe davêje bûnayê Yekgirtu û du kes ji endamên da ber kêra û birîndar kirin û du kes şehîd bûn.

Dibe ku xetayê endamên me hebin, lê ev nayê wê yekê ku hucumê me bêkirin û me  bikujin. Di propoxandayê hilbijartinan de ji herdû alîyan jî xeta cêbûne û ev propoxandayê Yekgirtu ne tenê ji bona PDKê ye her wusan ji bone partî û deverên din yê Kurdistanê ne jî.

Li ser sazkirina komîsyona lokolînê jî Bahadîn, nerzaîbûna xwe nîşan da ku çima   berpirsên heremê di nav komîsyona lêkolînê de heye. Ji ber ku ev berpirsana gunehbar in, çewa di lêkolînek waha de cî digirin.

Bahadîn, vê komîsyonê red dike û dewa sazkirina komîsyoneke bêalî dike ku serokê Kurdistanê Mesud Berzanî wek nunerê Yekgirtuya Îslamî jî destnîşan kir.

 

Çevkanî: kurdiu.org Amadekar:  mucteba  Dem: 11 /12 2005           Seet01: 30





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî