|
Mesûd
Berzanî: Ev firsendên zêrîn e dema ji destê me çû nema êdî
dikeve destê me
KSN/
7/8 2005- Parlamentoya Kurdistanê civîneka awarte bi beşdarîya
serokê Kurdistanê Mesûd Berzanî û serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan
Berzanî li darxist. Serokê parlamentoyê Edanan Muftî da dîyarkirin ku ev
civîna awarte li ser daxwaza serokê Kurdistanê Mesud Berzanî hatîye li
darxistin ku li ser amadebûna destûra îraqê devjenî bikin. Ednan Muftî,
ji Berzanî xwest ku derbarî xalên ku kurd û Ereb li ser lihev nekirine
de agahî bide Parlamentoyê .
Mesûd Berzanî em hinek
gavan devêjin û ev gavana jî wê pêşeroja me dîyer bike û qedera me jî
di vê
destûra ku tê amadekirin da ye. Ji ber vê yekê ye ku berîya ez
biçim Bexdayê û bi terefên sîyasî re derbarî destûra Îraqê de
hevdîtinan pêk bînim, gelekî girînge ku ez hinek tiştên ku girêdayê
mafê miletê Kurdistanêye û hin tiştên ku girêdayê miletê Îraqêye, ji we re
bêjim
Berzanî, pirosesa
nivîsamdina destûra Îraqê ji bona miletê Kurd û Kurdistanê firsendeka zêrîn e,
lê eger ew tiştên ji me tê xwestin em nekin, wê ev firsend ji destê me
biçe û nema êdî carek din firsendên waha zêrîn dikeve destê
me.
Berzanî, behsa wan xalên ku
Kurd û Ereb li ser li hev nakin kir. Berzanî, di navbera me de gelekî
xal henin. Piroblemên sîyasî ku Kurdan eleqeder dike, pirsa nasnama
Îraqê, pirsa pêşmerga, pirsa
serkaniyên xwezayî
û mada 58an ne. Her wusan piroblemên din jî hene, wekî mafê mirovan mafë
jinan û hin piroblemên din.
Berzanî, ji bona
munaqişekirina li ser destûra Îraqê, ji Parlementoya Kurdistanê û hêzên
sîyasî xwest ku heyetek ji parlamanan pê re biçin Bexdayê. Berzanî; da
dîyarkirin ku biryara dawî li ser daxwazên Kurdan, biryara Parlamentoyê
ye. Em li bexdayê tu biryarî nastînin û divê Parlamentoya Kurdistanê ji
bona civîneka din ya awarte amadebe û ez wusan bawer im ku piştî
munaqişeyên li Bexdayê wê parlamento carek din kombibin û biryar li sere
dan û sitendinê me bide.
Berzanî, em qebûl nakin ku
nasnama Îraqê Îslamî be. Em rêza hemû dînan digirin barabêtir rêza
dînê Îslamê digirin ku dinê piranîyê ye, lê em qebûl nakin ku nasnakma
dinê Îslamê li ser ya Îraqê were ferz kirin. Ereb dixwazin Îraqê bike
perçek ji umeta Ereb, lê em ne perçekî ji umeta ereb in
Çevkanî: Peyamnêr
Ji Erebî: Dilbirîn.
|