|
Hevpeyvîn bi Abdulmelîk Firat re
KSN/
12/9 2005- Dilbirîn- Pirs:
Kek Abdulmelîk Firat we rewşa Kurdên li Swêdê çewa dît û hûn
dikarin çi bêjên?
A.F. Ez gelekî we kurdên li
Swêdê pîroz dikim ku hûn dimalên xwe de bi kurdî di peyîvin û ez li kurdên
Ewrûpa dinêrim ku yên herî di warê zimanê Kurdî de zanan e, kurdên li Swêdê
ne. Li vira gelekî rewşenbîr û kesên ku bi salan di nav sîyasetê de manin û
ji rewşa dunê jî haydarin henin ew jî dibe sedemê vê yekê.
Ew mieltê ku tê de şair,
dengbêj û sitranbêj tunebe, ew ziman pêşve neçe. Mirovên ziman zana, mîmarê
ziman in. Çewa di înşaatê de mîmar û muhendis henin her wusan mîmarê ziman
jê kesên ziman zana ne.
Şair gotîye ziman klîta
derê dikanê ye, heke dikandar dikana xwe veneke, merû nizane ka di wê dikanê
de morîyê kera difirşe an zêr û micewher difiroşe. Ziman jî wusaye, hete
mirovek ne axife mirov nizane ke wê çi biaxife û mirovek çewaye.
-Piştî van rûdanên dawî,
helwesta dewleta Tirk derbarê miletê kurd de çewaye?
A.F. Zulma ewana li me
kirîye di dîroka mirovatîyê de nehatîye dîtin,.Zulum li me kirine, tifê me
kirine û em kuştine, lê ji ber ku em miletek bi esaletin, em nebûne duşminên
wan. Zulma dewleta Tirk kirî, Hîtler jî nekirî. Hîtler xelkên Yahûdî dikirin
xanîyan û gaza tebîî berdida ser wan û dikuştin, lê rejma Kemalîst li
Dêrsimê, Gelîyê Zîlan û gelekî deverên din yên kurdistanê, jin, zarok û
xelkên me kom dikirin û li doran wan dar û giha datianîn û agir berdida wan
û di şewutand.
Li tu derê dewletek wek
dewleta Kemalîst tune. Sermîyanê Kemalîstan, ji bilî derew, fesedî û talanê,
tiştek din tune.
- Gelo di vê pêvcoya han
de, divê miletê kurd çibikin?
A.F. Kurd di rewşek herî
nazik de derbasdibe û ji hertim bêtir divê em bi axifin û bixebitin. Lê
gelekî rewşenbîrên me henin, devê xwe girtinin û di tirsin ku xiberdin. Îroj
rêxistinek derketîye û xort û keçên me li pey wê rêxistinê diçin, lê bendê
wan di destê dujmindaye. Divê em li keç û xortên xwe xwedî derkevin û wan
serberdayî nehêlin. Dibe ku kur û keçên me esrarkêş bin û afyonê bikişînin,
lê divê em wan nevêjin der û wana neqewurînin, em wana hemêzbikin û ji
nexweşîyê xilas bikin.
Dermanê vêya jî pir hêsane;
ew jî divê em dest bidin hev û hev qebûl bikin, bihevdû re bi axifin, ji
hevdû hezbikin, di eleyhîyê hvdûde neaxifin.
- Hûn dikarin henek li ser felsefa
şoreşa Şêx Seîd bisekinin çi bû sedem ku bi ser neket?
A.F. Rewşenbîrên me yên wê demê wezîfa xwe
nekirin, mesela di sala 1924an de Xalid Begê Cibirî û Yusuf Zîya tên
Qolhesarê mala Şêx Sîd efendî û jê re dibêjin; em hereketek waha çêdikin, lê
divê tu bibe serokê ve hereketê. Şêx Seîd Efendî jî qebûldike, lê paşê Şêx
Seîd du caran xiber ji Xalid Begê re dişîne ku werin li Kurdistanê teşkîlat
çêkin. Xalid Begê Cibrî dibêje; ji Şêx re bêje ew karê meye dema wê hat em ê
çêkin.
Berîya Komela Azadî teşkîlat li Kurdistanê
çêke, Kemalist pê dihesin û Yusuf Ziya senetorê Bîtlîsê ji Enqerê digirin û
tên Xalid Begê Cibrî jî ji Erzurumê digirin dibin di patnosê re bibin
Bitlîsê. Xalid Begê Cibrî qasidek ji Kor Huseyîn Paşa re dişne û jê 50 zêrên
zer dixwaze, yanî 50 pêyayê bi çek bişîne ku min ji destê dujmin xilas bike.
Liser vê daxwaza Xalid Beg Kor Huseyîn Paşa jê re 50 zêrê zer amade
dike, kurê wî jê re dibêje babo Xalid Beg zêr naxwaze belkî 50 pêyayên bi
çek dixwaze ku wî ji destê cindirmên tirkan xilas bike. Kor Hoseyîn Paşa
waha dibêje; kurê min ma tu naxwazî ku lingek bavê te li Tehranê û yek
jî li Sêwasê be.
Di vira de Kor Huseyîn Paşa yek ji endamê
Azadîyêye û hsudî dike û naxwaze Xalid Begê Cibrî ji destê dujmin xilas bike.
Heke yakê Rom an yekê Ermen serokê me be, em pê razîne, lê heke pismamek me
an jî kurdek pêşve biçe, em jê hesûdîyê dikin û mezinatîya wî
qebûlnakin. Ji xwe bela herî mezin jî ev e.
Dema em li ser girîngîya şoreşa sala 1925an
bisekinin, ew jî di wê demê de Jon turk hebûn yanê tirkên nû û di mektebên
Ewrûpa de xwendibûn. Her wusan xortên kurdan ji di mektebên Ewrûpa de yên
eskerî û wekî din jî xwendibûn. Di destpêkê de Mistefa Kemal behsa dewleta
Kurd û tirkan dikir. Mesela diçe Amesîyê û li wêderê dibêje; em ê
dewleta Kurd û Tirkan saz bikin.
Kurdan ji %10 digotin em dewleteke Kurdî
wek dewletên ereb û tirka û Balkanan ava bikin, lê ji %v 90 ji digotin
na em bi Tirkan re dewlet avabikin. Mesela serê van kesena jî Seyîd
Ebdulqadir dikişand. Şêx Ubeydullahê Nehrî li dijî Osmanîyan serî hilda, lê
dewletê Kurê wî Seyîd Ebdulqadir anî kir meclîsa şurayê.
Melbata Şêx Seîdî ev bû 400 sal e ko li
Kurdistanê bi kultura medresê û tesewifê ya ko bi hizrên neteweyî ya kurdî
ve bûye yek. Tevgera bi rêberiya Şêx Seîdî de, tevgereka neteweyî ya
rizgariya miletê kurd ya xudanê bîr û bawerîyên dînî bû.
Bavê 7an yê Şêx Seîd ku medresên wî li
Diyarbekir hebû, di sala 1639an de ji alîyê Murdê çaran sultanê
Osmanîyan ve bi tevê malbatê wî ve hemû tên kştin bi tenê kurekî wî yê 5
salî navê wî jî Huseyin bûye dimine.
- Hin kes dibjin şoreşa Şêx Seîd ne
şoreşek Îslamî bûye hûn çi dibêjin?
A.F. Hin kes tiştên ecêb dibêjin. Merû
nikara Kurd û Îslamê ji hev biqetîne em kurdin û dinê me jî Îslam e. Û
kurdên ne misilman jî henin, ne ku hemû Kurd Mislimanin, lê ji %95ê wî
misilmanin. Bêguman Hereketa Şêx Seîd çiqas hereketeke kurdî be ewqas jî
Îslamî bû. Di wê demê de motîfên herî xurt Îslam bû û ew jî bîr û barîya Şêx
Seîd û piranîya kesên pê re bû.
Dema Şêx Seîd birin ber dara êxdamê,
dewleta Tirk ew da rûnişkandin û hevalên wî yek bi yek anîn li ber çavê wî
xeniqandin û paşê ji ew xeniqndin. Zulmek waha li tu devera dunê nehatîye
dîtin. Şêx Seîd ne carek, belkî 47 cara wê rojê hat xeniqandin. Di wê
rojê de, ji Şêxên Çanê şeş bira bihevre hatin êxdamkirin.
Hakimê wê demê ji Şêx Seîd re dibêje em ji
te re kaxiz û qelemê bînin tu yê tiştek binivîsîne?
Şêx Seîd dibêje bîne.
Şêx
Seîd waha bi erebî dinivîsine û ev nivîs ya bi erebî li ba min heye
” Hûn ê min bi van darên bêqîmet ve darda bikin û ez tu
minetê ji we nakim. Qet guman tê de nîne ku tekoşîna min, ji bona Xwedê dîn
û miletê min bû.”
Di dema li ber sêdarê ye ku wî bixeniqînin jî waha dibêje;
Di
vê dema niha de dawî li jîyana min a fanî hat, lê ji ber ku min ji ber
miletê min ve dikin qurban, ez poşman ninim. Bila nevîyê me, me li
himberî dujmin mehcûb nekin.
|