Berzanî di Parlamentoya Îraqê de li ser
şêweyê pêkve jîyana Ereb û kurdan axifî
KSN/
19/6 2005- Serokê Kurdistanê Mesûd Berzanî îro li Bexdayê, bi
serokkomarê Îraqê Celal Telebanî û gelek terefên din re hevdîtin pêkanî.
Piştî
hevdîtinan Berzanî di Parlamentoya Îraqê de ewul bi erebî û paşê jî bi
Kurdî axifî. Berzanî di axiftina xwe de li ser şêweyê pêkve jîyana Kurd
û Ereban rawestîya û daxawazên miletê Kurd gihand Hukumeta Îraqê.
Berzanî, divê Îraq li ser esasê Îraqeka Federal û bi lihevkirina
herdû neweyên mezin Kurd û Ereban were avakirin ku
çewa di qanûna demî de hatibû
nivîsîn. Divê Qanûna demî bibe qanûna Îraqê ya daîmî. Bi cî anîna mada
58an û rewşa
Kerkukê were zelalkirin.
Berzanî di hevdîtînên bi partîya
Îslamî ya Îraqê re, da zanîn ku divê pêşî li kiryarên terorî were girtin
û dînê Îslama pîroz û karên terorî tevlihev neyêkirin. |