|
Antolojiya çîrokên kurdî I-II |
Amadekar:
FIRAT CEWERÎ
Antolojiya çîrokên kurdî yekemîn antolojiya çîrokên kurdî ya
hemû deman, hemû perçeyên Kurdistanê, hemû zaravayên zimanê kurdî û hemû
alfabeyên ku zimanê kurdî pê tê nivîsandin e. Lê antolojî bi kurmancî ye û
bi kurmanciya latînî ye.
Nêzîkî 100 nivîskarên ji her çar perçeyên welêt di vê
antolojiya dîrokî de cih girtine, ku her yek ji wan puselek e û bi hev re
resimekî çîroka kurdî ya dused salane radixin ber çavan. Ev antolojiya ku du
cild in û bi hev re 1072 (hezar û heftê û du) rûpel in, hem çavkaniya
dîroka nesra kurdî ye, hem jî bi kronolojî dîrok, rews û prosesa çîroka
kurdî ya hunerî diyar dike. Di vê antolojiyê de sînorên di navbera kurdan de
hatine rakirin, ji berdêla wê pireke hevnasîn û hevtêgihîstinê hatiye
avakirin. Bi berfirehî û biyografiya nivîskaran antolojî valahiya
ansîklopediyekê jî dadigire.
Çîroknûsên antolojiyê bi alfabetîk û bîyografîk ev in:
ABIDÎN PARILTI
Abidin Parilti di sala 1977an de li Nisêbînê hatiye dinyayê.
Heta bi lîseyê li Nisêbînê xwendiye û pasê koçî Îzmîrê kiriye. Ew niha li
Îzmîrê, li unîversîteya bi navê »Dokuz Eylül Üniversitesi« besa drama û
nivîskariyê dixwîne. Heta niha gelek nivîs, hevpeyvîn û wergerên A. Parilti
yên bi kurdî û tirkî di kovar û rojnameyên kurd û tirkan de hatine wesandin.
ADAR
JIYAN
Adar
Jiyan di sala 1962an de li gundê Dengiza ku girêdayî Stewra Mêrdînê ye,
hatiye dinyayê.
Ew mamoste ye. Wî heta niha di gelek kovar û rojnameyên mîna
Azadiya Welat, Jiyana Rewsen, Nûbihar, Gulistan û Kevanê de nivîsandiye. Bi
navê »Seyrê« ji çîrokên gelêrî kitêbek wesandiye.
BABAYÊ
KELES
Babayê Keles di sala 1947an de hatiye dinyayê. Kalikê wî – Dodoyê Baba
aqilmendekî dema xwe bû. Wî neviyê xwe – Baba bi serpêhatî, destan, beyt û
çîrokên kurdan mezin kir.
Babayê Keles besa kurdzaniyê ya Ûnîversîteya Yêrêvanê xelas kiriye. Pasê 18
salan di redaksiyona rojnama kurdî »Rya teze« de kar kiriye.
Heta
niha pirtûkeke wî bi sernivîsa »Nîsanî« çap bûye ku tê de 14 serhatiyên
bijare hene.
Xên
ji vê pirtûkê, gelek serhatiyên wî di almanaxa »Bahara teze" de çap bûne, ku
her sal li Yêrêvanê çap dibû. Çend serhatiyên wî bi ermenî û rûsî jî çap
bûne. Pirtûkeke wî ya din jî li ber çapê ye.
Babayê Keles jî mîna gelek ronakbîrên kurdên Sovyeta berê ji dest rewsa
aborî, ji Ermenistanê derketiye û berê xwe daye biyanistanê.
Ew
niha digel malbata xwe li Rûsyayê dijî.
BÛBÊ
ESER
Bûbê
Eser di sala 1955an de li gundê Xozberiya Dêrika Çiyayê Mazî hetiye dinyayê.
Wî dibistana xwe ya destpêkê li Qesra Qenco, navîn û lîse jî li bajarê
Mêrdînê di sala 1973an de qedand. Wî di sala 1971ê de dest bi siyasetê kir.
Di sala 1975an de li Enqerê dest bi xwendina bilind a bi navê ‘Ankara
Ýktisadi Ticari Ýlimler Akedemisi’ kir.
Di
sala dawîn de ku wî ê unîversîta xwe biqedanda, polîsan di dîroka
02.02.1980yî de li Diyarbekirê, li cihê karê wî ew girtin. Ew 72 rojan di
îskencê û nêzîkê 3 salan jî di girtîgeha bi nav û deng ya Diyarbekirê ku
navê wê 5 nolu bû de ma û di 19.05.1983an de ji girtîgehê hat berdan.
Pistî
berdana xwe ya girtîgehê, ji ber binçavkirina polîsan û nexwesiya xwe mecbûr
ma ku welatê xwe biterkîne.
Ew di
dîroka 24.11.1983an de li Swêdê bi cih bû û hê jî li wir dijî.
Bûbê
Eser ji sala 1992an û vir de dinivîsîne. Berhemeke wî a bi navê Gardiyan ku
li ser rewsa wê girtîgeha bi nav û deng e di sala 1994an de di nav wesanên
ROJA NÛ de hatiye wesandin. Ew roman bi zimanê yunanî jî hatiye wergerandin
û wesandin.
CANKURD
Cankurd di sala 1948an de li gundê Meydankê / rojavayê Kurdistanê hatiye
dinyayê. Xwendina xwe ya destpêkê li gundê xwe û ya navîn û lîse jî li Efrîn
û Helebê biriye serî. Du salan pistî lîseyê li Enstîtuya Amadekirina
Mamosteyan / besê zimanê erebî li Helebê xwendiye. Ji ber xebata siyasî
gelek caran hatiye girtin û îskencekirin.
Cankurd di sala 1979an de çûye Almanyayê û xebata xwe ya siyasî û çandî
dewam kiriye.
Ew bi
kurdî, erebî û almanî dinivîse û heta niha ev berhem çap kirine:
Bi
kurdî: Gundê Dîna, kurteçîrok.
Selahdînê Eyûbî (Kurdekî cîhan hejand)
Alexander Jaba (Berhevoka çêrokên kurmancî)
Dilopeka xwîna dila, helbest.
Bazirganê Vênîsiya – Werger ji Shakespeare.
Bi erebî: El–Muslîmon wel Qediye El–Kurdiyye.
El –Hîlal El–Meeqof.
El–Merhele Errahîne mîn Kîfah Eseeb El–Kurdî.
Bi almanî: Pirtûkek li ser rewsa rojavayê Kurdistanê wek
(Gutachten) belav kiriye.
CELADET ALÎ
BEDIR–XAN
Celadet Alî Bedir – Xan di sala 1893an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Ew di
salên bîstî de ji bo doktorayê diçe Almanyayê. Doktoraya xwe ya huqûqê dike
û di salên sihî de vedigere Samê. Sam hingî di destê fransizan de ye.
Celadet li wir dest bi têkosîna kurdayetiyê dike û dibe yek ji pêsengên
tevgera Xoybûnê yê girîng. Pistî ku serîhildana Agiriyê têk diçe, Celadet
Bedir– Xan destê xwe ji siyasetê dikisîne û xwe bi hemû hêza xwe dide kultur
û edebiyatê. Ew di sala 1932an de dest bi wesandina kovara HAWARê dike.
Ji
sala 1932an heta 1943an 57 hêjmarên HAWARê derdikevin. Ji bilî kovara HAWARê
jî wî ji nîsana 1942an heta adara 1945an bi navê RONAHÎyê kovareke din
derxistiye.
Ev kovara ha jî xwerû bi kurdî bû û li ser hev 28 hejmar derketine. Ji bilî
kovarên HAWAR û RONAHÎyê Celadet Bedir–Xan ev pirtûkên ha jî nivîsandine:
Elîfba Kurdî, Rêzimana Kurdî, Ferhenga Kurdî, Rêzana Elfabeya kurdî,
Rûpelnine Elfabê, Dibaca Mewlûdê, Dibaca nivêjên Êzdiyan, Nameyek ji Mustafa
Kemal pasa re, Ji Mesela Kurdistanê, wergera çîroka Conî û Cimêma û bi dehan
nivîs û gotarên çapkirî û neçapkirî… Herweha Celadet Bedir–Xan digel birayê
xwe Kamiran bi riya wesanên Hawarê bi dehan pirtûk pêskêsî pirtûkaxaneya
kurdî kirine.
Celadat Bedir–Xanê ku ji bilî navê xwe li dor deh navên din jî bi kar anîne,
di 15.07.1951ê de mîna gelek pêseng û rewsenbîrên kurdan, ji welatê xwe dûr,
li Sûriyê wefat kir. Ew niha li Samê vesartî ye.
ÇIYA MAZÎ
Çiya
Mazî di sala 1960î de li gundekî Semrex (Mazîdax)a Mêrdînê hatiye dinyayê.
Ew ji sala 1993an û vir ve bi kurdî dinivîsîne. Ji wê salê û heta niha gelek
helbest, kurteçîrok, zargotin û nivîsarên wî di kovar û rojnameyên wek Zend,
Jiyana Rewsen, Welat, Aazadiya Welat, Ava Sîn, Hîwa, Mehname, Avesta û
Kevanê de wesiyane. Bi navê »Mistek jiyan" kitêbeke wî ya kurteçîrokan heye.
DILAWER ZERAQ
Dilawer Zeraq di sala 1965an de li Farqînê hatiye dinyayê. Wî
ji dibistana seretayî heta lîseyê xwendina xwe li Farqînê temam kiriye û di
sala 1985an de Zanîngeha Dîcleyê Besa Matematîkê qedand. Di sala 1997an de
dest bi nivîsandinê kir. Ji hingê ve ye çîrok û nivîsarên wî di kovar û
rojnameyan de belav dibin. Pirtûkeke wî ya bi navê Kakil çap bû. Wî çîrokên
bijarte ji çîroknivîsê tirk Sait Faik wergerandiye û ji bo çapê amade
kiriye. Ew niha jî li Diyarbekirê dijî.
Dr. CUWAN BATÛ
Dr. Cuwan Batû li gundê Sêxê Res, Sirnexê hatiye dinyayê. Wî
di salên 1980-1987an de li Bulgaristanê xwendina tibbê xelas kiriye û di
sala 1987an de li Swêdê bi cih bûye. Niha li nexwesxaneyeke Swêdê weke
serekdoktor û berpirsiyarê besekî cansaxiyê kar dike.
Lêkolînek wî ya zanistî li ser nexwesiyên »jibîrkirinê«
(demens) bi swêdî heye.
Di
nabera 1987-89an de di rojnameya Kurdistan Pressê de kar kiriye. Berê kovara
»Rojbas« derdixist, niha wê wek »RojbashOnline« bi rêya Internetê
derdixe.
Nivîsa wî ya yekem di sala 1987an de, di bin navê »Demokrasiya me« de di
rojnameya »Kurdistan Press« de derket.
Pirtûkek wî bi navê »Sûjin« di sala 2000an de derketiye. Di wê pirtûkê de wî
16 kurteçîrok (fable) tê de kom kirine. Hinek nivîsên wî di rojname û
kovarên kurdî û swêdî de derketine.
Ji
sala 2001ê û vir ve di rojnameya »Dema Nû« de, di bin quncika »Sûjin«, her
ji du hefteyan carekê nivîsên nêzîkî pirtûka Sûjinê dinivîsîne. Dr. Cuwan
Batû niha li Swêdê dijî.
EBDILBAQÎ HUSEYNÎ
Ebdilbaqî Huseynî di sala 1961ê de li Qamisloka binxetê hatiye dinyayê. Wî
xwendina xwe a sereke, navîn û lîse li Qamislo xwendiye.
Pisê
li Zanîngeha Samê di navbera salên 1979–1985an de xwendina xwe di fakulteya
çandiniyê de wek endezyarê çandiniyê xelas kir.
Ji sala 1999an vir ve li Nerwecê dijî.
Ji berhemên wî: Pirtûkek folklorî bi navê: Çîrokên Mîran di
sala 1991ê de li Beyrûdê çap kiriye.
Herwekî berpirsyariya du kovarên kurdî dikir; Gurezek Gul
(1989–1991). / Zanîn (1991–1997).
Hin berhemên wî li ber çapê ne.
Ew niha gotarên xwe bi zimanên kurdî û erebî di rojneme,
kovar û malperên Internetê de belav dike.
EDÎP KARAHAN
Li gora agahdariyên ku di nasnameya wî de hatine nivîsandin,
ew di sala 1930î de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Wî heta bi lîseyê
li welêt xwendiye û berî ku qeyda xwe li Fakulteya Hiqûqê ya Stenbolê de çê
bike, bi qandî salekê li Fakulteya Edebiyatê, besê felsefeyê xwendiye.
Ew yek ji wan kesan bû ku zû li kurdayetiya xwe hay bûye û bi
meseleyên fikrî ve rabûye. Ji ber wê jî di sala 1953an de ji ber îthama
propagandaya komunîzmê tê girtin, lê pasê berat dike.
Ew di dema telebetiya xwe de di gelek kovar û rojnameyên
tirkî de nivîsan dinivîsîne; (Forum, Yeni Gün, Yeni Ortam hin ji wan in) û
di sala 1957an de, ji ber nivîseke xwe ya di Forumê de ses mehan dikeve
hefsê.
Edîp Karahan di sala 1962an de bi navê Dicla–Firat
rojnameyeke mehane derdixe û ew bi navên cûda di vê rojnamê de dinivîsîne.
Wî bi naznavê Reso jî di vê rojnameyê de çîrok nivîsîne.
Ew gelek caran ji ber fikrên xwe yên siyasî tê girtin û di
hefsan de dimîne.
Ew di sala 1963an de bi navê daweya »23yan« de tê girtin.
Di
sala 1971ê de ji daweya DDKOyê tê girtin û heyst sal ceza lê tê birîn. Pistî
sal û nîvekê ji vê daweyê xelas dibe û pistî derdikeve derbasî Kurdistana
basûr dibe. Li Kurdistana basûr bi navê Mam Azad tê bi nav kirin. Ew demekê
di besê ragihandinê de dixebite û pasê jî li dadgeha Comanê dadgeriyê dike.
Karahan, di sala 1976an de çû ser dilovaniya xwe. Ew zewicî bû û bi navê
Tûrcel, Welat û Siyar sê kurên wî hene.
EDÎB POLAT
Edîp
Polat li gundekî Diyarbekirê ku bi ser Bismilê ve ye hatiye dinyayê. Wî
dibistana seretayî li gund û Batmanê xwendiye, pist re li Diyarbekirê
pêvajoya xwe ya perwerdehiyê dewam kir. Wî weke mamostayê Biyolojiyê dest bi
karmendiyê kir. Lê ji bo xebatên xwe yên polîtîk, di sala 1988an de ji kar
hat avêtin. Wê salê wî bi navê Rastiya Diyarbekir pirtûkek derxist.
Wî dû
re ev pirtûk dan wesandin:
Berbangên Newrozê.
Di zimanê zanistî da Kurd û Kurdistan.
Sopên ji welatê bêdewlet.
Zinêkar.
Evîna min mirina bêevîn e.
Gladyatorê Kurd Ristemê Zal (Di demek nêzîk de wê were
çapkirin).
Edîp Polat ji bo van pirtûkên xwe û çalakiyên ji bo ramana
azad pênc sal û nîvan di zîndanê de ma.
Xelatên ku Polat heta niha wergirtine ev in: U.S.A PEN
Barbara Goldsmîth xelata Azadiya nivîsê. Human Right Watch, Xelata Azadiya
Ramanî.
Polat heta îro di gelek rojname û kovaran de çîrok, helbest û
nirxandinên polîtîk nivîsîne. Hin ji wan ev in: Milliyet Sanat, Berfin
Bahar, Yaba, Hêvî, Ronayî, Özgur Gündem, Tîroj, ÎHD Bülten, Çorba, Ütopya,
Nûdem.
Edîb Polat niha li Diyarbekirê dijî.
EHMED MEHEMED ÎSMAÎL
Ehmed Mehemed Îsmaîl di sala 1943an de li bajarê Kerkûkê
hatiye dinyayê. Wî di destpêka salên heftêyan de çîrokên xwe di kovar û
rojnameyan de dane wesandin û mîna çîroknivîs deng daye. Heta niha çar
kitêbên wî ên kurteçîrokan hatine wesandin û hin berhem jî ji tirkî
wergerandine kurdî.
ELAEDDÎN SECADÎ
Elaeddîn Secadî di sala 1907an de li Kurdistana Iraqê hatiye
dinyayê. Di sala 1938an de destûra meletiyê wergirtiye û li Bexdayê, li
mizgefta Neîme Xatûnê meletî kiriye. Di 1939an de ketiye nav qada
rojnamevaniyê, di 1941ê de bûye berpirsiyarê kovara Gelavêj û heta 49an
dewam kiriye. Di sala 1948an de bi navê Nizar kovarek bi kurdî û erebî
derxistiye. Di navbera salên 1958-1974an li zankoya Bexdayê mamostetiya edeb
û dîroka edebiyata kurdî kiriye.
Hinek ji berhemên Secadî ev in:
Ristey Mirwarî, ji 1-8, sala 1957-1938.
Mêjuya edebiyata kurdî, 1952.
Soresên kurdan û soresa Iraqê.
Hemîse Behar, kurteçîrok, 1960.
Destûr û ferhenga zimanê kurdî, 1961.
Edebê
kurdî û lêkolîna edebê kurdî, 1986.
Kurdewarî, 1974. / Deqekanê edebî kurdî, 1978. / Nawî kurd. / Gestêk le
Kurdistan. / Nirx Sinasî.
Elaeddîn Secadî di 13.12.1948an de wefat kiriye û niha li Bexdayê, li
Goristana Sêx Ebdulqadirê Gêlanî vesartî ye.
ELIYÊ EBDILREHMAN
Eliyê
Ebdilrehman di sala 1920î de li Kurdistana Tirkiyeyê hatiye dinyayê, lê hê
di sessaliya xwe de digel malbata xwe ji ber zilma tirkan koçî Kafkasyayê
dike. Eliyê Ebdilrehmanê xwendinhez tavilê dest bi xwendinê dike, ji bilî
zanistgeha Yêrêvanê ew herweha li Bakuyê enstîtuya pedagojiyê jî xelas dike.
Sala
1955an li Yêrêvanê dîsa rojnama »Rya teze« tê çapkirin. Eliyê Ebdilrehman,
di vê rojnamê de digel gotarên civakî gotarên edebî jî dinivîsîne. Riya
Eliyê Ebdilrehman ya edebî ji vê rojnamê dest pê dibe.
Kitêba wî ya pêsî di sala 1959an de çap dibe. Di berhevoka »Xatê xanim« de
çar afirandinên cihê hene. Ew di derheqê jiyana kurdan ya doh û îro de ne.
Eliyê
Ebdilrehman gotar, helbest, çîrok û roman nivîsandine.
Hin ji pirtûkên
wî ev in:
»Morof«, »Gundê mêrxasa«, »Ser çiya da«, »Dê«, »Hesreta min«
û »Gulista«.
EMERÎKÊ SERDAR
Emerîkê Serdar di sala 1935an de li gundê Pampa Kurda, navça Axbaranê, li
Ermenistanê di maleke sade de hatiye dinyayê. Bavê wî Dewrês, di sala 1941ê
de çû serê Almanya Nazîst û bê ser–berate winda bû. Heta niha jî Emerîk
nizane bavê wî li ku û çawa sehîd bûye. Heta niha jî nizane mezelê wî li ku
ye û ji bo wê heta niha jî gelekî li ber xwe dikeve. Ev tema di çîrokên wî
de gelek derbas dibin. Lê dildimiya ber dilê wî ew e, ku ew ciyê mezelê diya
xwe zane û her sal dixwaze here ser mezelê dayika xwe.
Emerîkê Serdar yek ji wan ronakbîrên kurdên Ermenistanê ye, ku bi kar û
barên xwe alî pêsketina çand û edebiyeta kurdan bi gistî kiriye. Pistî ku
çend salan di radyoya kurdî ya Yêrêvanê da kar kir, ji sala 1961ê heta roja
îro li redaksiyona rojnama »Rya teze« de kar dike û ev çend sal in redaktorê
wê ye.
Di
karê nivîsara bedewetiyê (prosa) de keda wî jî heye. Heta niha wî çend
pirtûkên serhatiyan çap kirine, gelek çîrokên wî di kovar û rojnameyan de jî
derketine.
ENWER KARAHAN
Li
gora qeyda wî ya nifûsê, ew di sala 1962an de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye
dinyayê, lê li gora ku salmezinên wî dibêjin, ew di sala 1964an de çêbûye.
Zaroktî û xortaniya wî li Dêrikê derbas bûye û wî heta bi lîseyê li wir
xwendiye. Ew heta bi sala 1992an jî ji Dêrikê neqetiya ye.
Ew
demeke kin memûrtiyê dike û gava di sala 1994an de HADEP tê damezirandin
dibe yek ji dameziranê vê partiyê. Dewrekê di meclîsa partiyê de dixebite û
di hilbijartinên 1995an de li Îzmîrê dibe namzetê parlamentoyê. Di kongreya
dudan de ji ji vê partiyê bi dûr dikeve. Ew jî wek gelek kurdên din bi caran
hatiye girtin û mahrûzî îskence û neheqiyê bûye.
Ew bi
navên cûda maqale û pêkenînên bi kurdî di rojnameya Medya Günesi, Jiyana Nû
û Rojê de dinivîsîne. Karahan, di sala 1997an de derdikeve derveyî welêt û
li wir hîn bêtir îmkanên ku karibe bi karê nivîsê dakeve û bi edebiyatê re
mijûl bibe pêde dike. Ew demekê berpirsiyariya Berbanga, organa FKKSyê dike
û vê gavê jî li Kitêbxaneya Kurdî ya li Stockholmê kar dike. Heta niha
berhemên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî de hatine wesandin û du
kitêbên wî yên çîrokan bi navên »Sevbihêrkên sevên xalî« (2001) »Duaya
êvarê« (2003) hatine wesandin.
ENWER MEHEMED TAHIR
Enwer Mehemd Tahir di sala 1949an de li gundê Tîtê, nêzîkî
bajarê Duhokê hatiye dinyayê. Serî, navî û berhevî li Duhokê xwendiye û di
sala 1974an de besê kurdî li zanîngeha Bexdayê bi dawî aniye. Wî destpêkê
bi zimanê erebî dinivîsî û yekem çîroka xwe di sala 1967an de belav kiriye.
Pasê dest bi nivîsîna kurdî kiriye û yekem çîroka xwe di sala 1972an de, di
kovara Hîvî de –li Duhokê derdiket– belav kiriye. Gotarên rexneyî û
nivîsînên xwe di kovar û rojnameyên kurdî de belav kirine, di festîvalên
edebî de, li Kurdistana basûr, besdarî kiriye.
Heta niha du
pirtûk çap kirine:
Ev çîroke bi dîmahî nehat, Kurdistana basûr, 1983.
Çend gotarekêt rexneyî, Kurdistana basûr, 1988.
Her wisa berhemên wî yên amade ji bo çapê ev in:
Kitêbeke kurteçîrokan. / Kitêbeke çîrokên zarokan.
Ew endamê Yeketiya Nivîskarên Kurd e û niha jî li Kurdistana
basûr dijî.
EREBÊ SEMO
Erebê Semo di 23.10.1897an de li gundê Susuzê li qeza Qersê,
ku di wê heyamê de di bin destelatiya Rûsyayê de bû, hatiye dinyayê.
Erebê Semo xwendina xwe ya ewil diqedîne.
Di sala 1913an de, dema ku
16 salî bû derbasî ser karê paletiyê dibe.
Di
sala 1914an de wexta destpêka serê cîhanê yê ewil heta sala 1917an, Erebê
Semo ku xên ji zimanê dê, welê jî bi rûsî, tirkî, yunanî û ermenî zanîbû.
Pist re jî demeke dirêj di komîteya navendî ya partiya komunîsta Ermenistanê
de cih digire.
Di
sala 1931ê de Erebê Semo li Leningradê rastî Qanatê Kurdo tê û hevaltiyeke
bas di navbera wan de tê sazkirin. Ji wir dest bi xebata literaturî û ilmî
dike. Li wê derê nivîsên di derheqa problemên zimanê kurdî de hazir dike û
li Ermenistanê çap dike.
Di
sala 1937an de ji aliyê Stalîn ve tê sirgûnkirin, wî disînin kenarê Okêrna
cemidî. Heta sala 1956an ew li wê derê dimîne.
Pistî
mirina Stalîn ew azad dibe û careke din vedigere Ermenistanê.
Sala
1966an ew romana xwe ya dîrokî Dimdim belav dike. Sala 1967an jî ew li
Moskovayê berhevoka Hikayetên Gelê Kurd û romana xwe ya bi navê Riya
Bextewar nesir dike.
ESKERÊ BOYÎK
Eskerê Boyîk di sala 1941ê de li gundê Qundexsazê (niha Riya Teze), li
Ermenistanê hatiye dinyayê.
Berê
li gundê xwe, pasê li gundê cîran: Elegezê xwendina navîn standiye. Sala
1966an Enstîtuya bajarê Yêrêvanê ya Malhebûna Gundîtiyê xelas kiriye.Teza
kandîdatê ulmê ekonomiyê standiye. Gelek berhemên wî yên ilmî (pirtûk,
birosûr, gotar) di derheqê pirsgirêkên aboriya malhebûna gundîtiyê de bi
zimanê ermenî û rûsî çap bûne.
Di
salên 60î de helbest û gotarên wî di rojnameyan de çap bûne, di radyoyê de
hatine wesandin.
Heta
niha ev pirtûkên wî hatine wesandin:
Siverê, helbest, Yêrêvan, 1966. / Kulîlkên Çiya, helbest, Yêrêvan, 1975. /
Sinco keça xwe dide mêr, sano,Yêrêvan, 1980. / Mem û Zîn, sano, Stokoholm,
1989. / Tîrênc, (di berhevoka BAHAR de), helbest, Yêrêvan, 1987. / Li Çiya,
kurteçîok, Yêrêvan, 1991. / Duaya Serê Sibê, helbest, Roja nû, 1997. / Oda
Çîrokan 1, helbestên zarokan, Roja nû,1997. / Kulîlkên Birîndar, helbest,
Stockholm, 1998. / Govenda Herfan, helbestên zarokan, Stockholm, 2002.
Eskerê Boyîk niha jî li Almanyayê dijî.
EVDILE KOÇER
Evdile Koçer di sala 1977an de li gundekî Sêrtê hatiye dinyayê.
Ew li
»Anadolu Universitesi Kamu Yonetimi« dixwîne.
Heta
niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovar û rojnameyên mîna Jiyana Rewsen,
Pîne, Nûdem, Azadiya Welat, Firatta Yasam, Hîwa... de derketine...
Her
weha gelek nivîs jî li ser înternetê: »Mehname, Avesta, Amudê« derçûne...
Pirtûka wî a bi navê »Govendistan« ku ji nivîsên wî ên mîzahî pêk tê, di nav
Wesanên Pêrî de derket...
FAWAZ HUSÊN
Fawaz
Husên di sala 1953an de li binya xetê hatiye dinyayê. Ew ji sala 1978an heta
bi 1992an li Parîsê li unîversîteya Sorbonnê dixwîne û di sala 1988an de
dibe doktorê ziman û edebiyata firansî. Fawaz Husên endamê Yekîtiya
Nivîskarên Swêdê û endamê Rêxistina Nivîskarên Fransayê ye. Ew li Parîsê
dijî.
Kitêb
û wergerên Fawaz Husên:
Siwarên êsê. Kurteçîrok.
Stockholm, wesanxaneya
Welat, 1994. / Biyanî. Wergera L’Étranger, berhema Antonio Camus.
Stockholm, wesanxaneya Nûdemê, 1995. / Mîrzayê Piçûk. Wergera Le Petit
Prince, berhema A. de Saint–Exupéry. Stockholm, wesanxaneya Nûdemê, 1995. /
Le Fleuve. Kurteçîrok. Parîs, wesanxaneya Méréalê, 1997. / Dîroka edebiyata
firansî, sedsala hivdehan û hîjdehan. Antolojî. Stockholm, wesanxaneya
APECê, 1998. / La Poursuite de l’ombre.
Wergera Siya Evînê, romana Mehmed Uzun.
Parîs, wesanxaneya Phébus’ê, 1999. / Chroniques boréales.
Kurteçîrok. Parîs, wesanxaneya L’Harmattanê, 2000. / Kurdên Haymanayê.
Gotara Georges Perrot. Werger û amadekirin. Stockholm, wesanxaneya APECê,
2000. / Amîdabad. Kurteçîrok. Stembol, wesanxaneya Avestayê, 2001.
FAZIL UMER
Fazil Umer di sala 1962an de, li gundê Girresê, nêzîkî bajarê
Zaxoyê hatiye dinyayê. Serî, navî û berhevî li çendîn gund û bajaran
xwendiye û di sala 1986an de, piska nojdariyê li zanîngeha Mûsilê bi dawî
aniye û niha jî li Duhokê doktoriyê dike. Wî di sala 1980ê de çîrokên xwe di
kovar û rojnameyên kurdî de belav kirine.
Heta niha kitêbeke kurteçîrokan bi navê ‘Kalê pesêman’ çap
kiriye.
Fazil
Umer niha li Kurdistana basûr dimîne.
FELAT DILGES
Felat
Dilges di sala 1965an de li gundekî Pasûr ê (Qulpê) yê bi navê Duderya
hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Farqînê, ya lîseyê li
Licê temam kir.
Li
Unîversîteya Stenbolê felsefe û siyasetzanî xwend. Di sala 2000î de, li
Unîversîteya Stenbolê, di warê siyaseta navnetewî de doktoraya xwe temam
kir. Heta niha di gelek kovar û rojnameyan de nivîs nivîsîn, stûnnivîskarî
kir. Di sala 2002an de, di derxistina kovara edebî û kulturî Gulistanê de,
roleke girîng leyist û berpirsiyartiya wê ya gistî kir.
Kitêbên wî:Kula Dêrsimê (1992–sano).
Rojnameya Kurdî ya Pêsîn Kurdistan (1988–Lêkolîn).
Dilsa (2002–çîrok).
FERHAD PÎRBAL
Ferhad Pîrbal di sala 1961ê de li Hewlêrê hatiye dinyayê. Di
sala 1983an de li Unîversîteya Selahadînê (Kurdistana Iraqê) besa ziman û
edebiyata kurdî temam kiriye.
Di sala 1986an de derket
derveyî welêt. Li Parîsê li Unîversîteya Sorbonne Edebiyata Kurdî (Îrannasî)
xwend. Pistî salên 1990î vegeriya Kurdistanê. Li Hewlêrê dezgeha kulturî
»Mala Serefxanê Bedlîsî« ava kir.
Kitêbên Ferhad Pîrbal:
Mal ava ey welatê min (sano, 1984).
Sibeha te bi xêr ey xerîbî (sano, 1988).
Exil (siîr, 1994).
Serçavkanî Kurdistan (lêkolîn, 1998).
Wêneyên kurd ji arsîva kurdnasên ewrûpî (Lêkolîn, 1999).
Manîfestoya duwem î wêran spiyên nav res–resên nav spî (Siîr,
1999).
Zêrê nav zibil (wergera nivîsên rojhilatnasan li ser kurdan,
ji fransî werger, 1999).
Încîl di Dîroka Edebiyata Kurdî de (1857–1957).
Destpêkên serhildana pexsana kurdî (Lêkolîn, 1999).
Cudahî (Tevî neh saîrên hewlêrî, 1999).
Petatxurekan (Çîrok, 2000).
FERHAD SHAKELY
Ferhad Shakely di sala 1951ê de li basûrê Kurdistanê, li
bajarê Kerkûkê hatiye dinyayê. Ew li Kurdsitanê di salên 1973–74an de di
rojnameya Birayetî de dixebite û li Swêdê jî di hundirê deh–panzdeh salan de
bi kurdî û swêdî du kovaran ‘Svensk–Kurdisk Journal 1985–1989 û Mamostayê
Kurd 1985–1996’ derdixe. Wî heta niha pênc kitêbên siîran û kitêbeke
kurteçîrokan bi kurdî wesandine û heft kitêbên zarokan jî ji swêdî
wergerandine zimanê kurdî. Wî bi swêdî jî kitêbeke siîran û du antolojî
wesandine. Wekî din bi nave Kurdish Nationalism in Mem û Zîn of Ahmed–i
Khani kitêbeke bi ingîlizî derxistiye.
Ferhad Shakly niha li Swêdê dimîne û li Unîversîteya
Uppsalayê mamostetiya zimanê kurdî dike.
FEWAZ EBDÊ
Fewaz Ebdê di sala 1961ê de li gundekî nêzîkî Qamislo bi navê
»Niqare« hatiye dinyayê.
Wî xwendina destpêkê li gund qedandiye, ya navîn û lîse jî li
Qamislo xwendiye.
Di sala 1980ê li zanîngeha Samê zimanê erebî (tore û
edebiyata erebî) xwend.
Di sala 1995an de li binxetê xelata Koma Xanî ya çîrokê
wergirt. Bi navê »Xewaro« kitêbeke wî ya kurteçîrokan çap bûye. Fewaz Ebdê
digel çend hevalên xwe di sala 1986an de tiyatro bir gundan û di hizûra
gundiyan de pêskês kir.
Fewaz Ebdê niha li Qamislo dijî.
FEWZÎ BÎLGE
Fewzî Bîlge di sala 1962an de li Mêrdînê, li Dêrika Çiyayê
Mazî hatiye dinyayê. Di heman salê de malbata wî koçî Qoserê kirine. Heya
perwerdehiya xwe ya lîseyê qedandiye li wê derê maye. Di 1978an de li
Unîversîta Stenbolê, besa edebiyatê xwend. Heya ku dibistana xwe ya duyem,
li Unîversîta Marmarayê besa zanisteyên civakî, di sala 1987an de qedand di
ajansên girafîkî de xebitî.
Ji edebiyatvanekî bêtir weke wênesaz tê naskirin û hezkirin.
Wî li çar aliyên welêt bi dehan pêsengeh li dar xistine. Ses–heft salan di
navendên çand û hunerî de di gelek besan de, bi taybetî jî li besên hunerên
sêwekariyê berpirsiyarî girt û gihast gelek xebatên serkeftî. Bi sedan nivîs
û xebatên wî yên wêneyan di kovar û rojnameyên kurdan, weke Nûdem, Pelîn,
Roj, Medya Günesi, Jiyana Rewsen, Kevan, Tîroj de hatine wesandin.
Ev sêzdeh sal e bi keçikeke dêrikî, xwesik, arkeolog re
zewiciye. Bi navên Sultan Stêra û Serhat Berzan du zarokên wan hene.
Ev çend salên dawiyê li Batmanê dijî, di kargeha xwe ya
hunerên sêwekarî de gelek sagirt gihandine. Ev sê salên dawiyê weke
çîroknivîsekî tevdigere û pirtûka xwe ya yekemîn ji dosyayên xwe yên çîrokan
yek, bi navê »Jidilara« di 2002an de wesand. Di demeke kin de albumeke wî ya
ku ji wêne û nivîsarên sîroveyên wêneyên wî pêk tê wê bigihêje
xwendevanan.
FIRAT CEWERÎ
Firat Cewerî di sala 1959an de li gundekî Dêrika Çiyayê Mazî
hatiye dinyayê, di salên heftêyî de digel malbata xwe li Nisêbînê bi cih bû,
di 80ê de koçî Swêdê kir û heta niha jî li Swêdê dimîne. Wî berî 80ê dest bi
nivîsandina kurdî kir, deh salan kovarek bi navê Nûdem derxist, di saxên
cihê de li dor deh kitêban nivîsandine û deh–donzdeh kitêb jî wergerandine
zimanê kurdî.
FÛAD TEMO
Ev çîroka Fûad Temo ji kovara Rojî Kurd, no:1 (Hezîran
1329=1913) r:25–26 û no:2 (Temmuz 1329=1913) r: 24–25 hatiye girtin ku bi
herfên erebî ya alfaba osmanî hatiye nivîsîn.
Wek ji dawiya çîrokê jî tê famkirin ku çîrok hê jî xelas
nebûye. Her çendî di hejmara 2an a kovara Rojî Kurd de dinivîse »dawî heye«,
lê mixabin dawiya çîrokê ne di hejmara 3an û ne jî di hejmara 4an a kovarê
de heye. Her weha navê çîrokê jî nehatiye nivîsîn. Tenê »çîrok« hatiye
nivîsîn. Lê Mahmûd Lewendî di tîpguhêziya wê de navê »Sewês« li çîrokê kir û
me jî her »Sewês« hist.
Fûad Temo ronakbîrekî kurd e ku ji bajarê Wanê ye û kurê
mebûsê Wanê Tewfîq Begê Wanî ye. Li Stenbolê digel ronakbîrên kurdan ew jî
yek ji aktîftirîn kesan e ku besdarî kar û barên siyasî û kulturî yên kurdan
dibe. Di
komele û kovarên kurdan de dixebite. Di 1912an de digel Qedrî Cemîl Pasa,
Cerrahzade Zekî Beg û hin ronakbîrên din, li Stenbolê yekemîn komela
xwendekarên Kurdan; Civata Telebeyên Kurdan–Hêvî’yê datînin.
HASAN KAYA
Hasan
Kaya di sala 1964an de, li Navçeya Nisêbîna ku li ser Mêrdînê ye hatiye
dinyayê. Heta bi lîseyê li wir xwendiye. Pistî ku du salan li »Anadolu
Universitesi Ýktisat Fakultesi« xwend dev jê berda û çar salan »Dicle
Universitesi Eðitim Fakültesi Türk Dili ve Edebiyatý« xelas kir û dîplomaya
Lîsansê wergirt. Çar salan li lîseyê mamostetiya edebiyatê kir.
Di
sala 1993yan de Li Edenê saxê navenda Çanda Mezopotamya ava kir. Li wir sê
salan serokatiya vê saziyê kir û dersên zimanê kurdî dan. Pist re li Mêrsînê
damezrêneriya saxê Navenda Çanda Mezopotamya kir. Dawî, di sala 1996an de li
Enstîtuya kurdî ya Stenbolê xebata xwe domand û ses salan serokatiya
Enstîtuya kurdî kir.
Bi
navê Girnewas pirtûkeke kurteçîrokan nivîsî. Tevî Zana Farqînî û Samî Tan,
bi kurdî, tirkî û ingilîzî ‘Em Zimanê Kurdî Binasin’ pirtûkek amade kir.
HELÎM YÛSIV
Helîm
Yûsiv di sala 1967an de li Amûdê (binya xetê) hatiye dinyayê. Wî li
Unîversîteya Helebê xwendina hiqûqê qedandiye û ji sala 2000î û vir ve li
Almanyayê dijî.
Heta
niha ev berhemên Helîm Yûsiv çap bûne: Mêrê avis, çîrok, 1991 bi erebî, 1997
bi kurdî. / Jinên qatê bilind, çîrok, 1995 bi erebî, 1998 bi kurdî. / Mirî
ranazin, çîrok, 1996 bi kurdî, 1998 bi tirkî. / Sobarto, roman, 1999 bi
kurdî û erebî.
Wekî
din çend çîrokên Helîm Yûsiv bûne tiyatro û wî herweha li Sûriyê di
antolojiyeke çîrokên Sûriyê de jî cih girtiye.
HESENÊ METÊ
Hesenê Metê di sala 1957an de li Erxeniya Diyarbekirê hatiye dinyayê. Ev
zêdeyî bîst salî ye jî ew li Swêdê dijî. Kitêbên Hesenê Metê yên ku heta
niha çap bûne ev in:
Smîrnoff, çîrok, 1991. / Labîrenta cinan, roman, 1994. / Epîlog, çîrok,
1998. / Ardû, çîrokên gelêrî, 1991. / Tofan, çîrok, 2000. / Keça Kapîtan,
Pûskîn (werger) 1998. / Merivên reben, Dostoyovskî (werger) 1991.
HESENÊ QIZILCÎ
Hesenê Qizilcî di sala 1914an de li gundekî di navbera Bokan û Mehabadê de
hatiye dinyayê. Di nav malbatek zana de mezin bû. Li ber detsê mamê xwe hînî
farisî û erebî bû, lê meletî nekir. Pistî avakirina PDKê bû endamê partiyê.
Di dema avakirina komara Mehabadê (1946) Qizilcî sernivîskariya kovara
Helale kir û di kovara Kurdistanê de nivîsî. Pistî hilwesandina komarê,
derbasî Kurdistana Iraqê bû, pasê derket derveyî Kurdistanê. Bi ketina
rejîma Sah re, di 1979an de vegeriya Îranê. Ew endamê Tudeh û berpirsiyarê
rojnameya Namêyê Mardom bû. Di sibata 1984an de hat girtin. Ji hingî heta
niha kesî tu xeber jê nestand, kes nizane çi pê hat û li ku ye.
HESENÊ SILÊVANÎ
Hesenê Silêvanî di sala 1957an de, li gundê Tirkija, devera Silêvaneya,
nêzîk bajarê Zaxoyê, hatiye dinyayê. Pistî sikestina soresa kurdî di sala
1975an de, li basûrê Kurdistanê, hukumeta Îraqê gundên wan sewitandin û ereb
anîne sûnê. Lewra ew ji neçarî ber bi bajarê Mûsilê çûn. Di sala 1975an de
dest bi nivîsîna helbest û kurteçîrokan kiriye û di rojname û kovarên kurdî
de belv kirine. Heta niha ev berhem çap kirine:
Hozanên Sava. Helbest 1991, Kurdistana basûr.
Balûlka Sekrê. Kurteçîrok 1994, Swêd. / Çîrok û helbest, ji welatê Nêrgiza.
Bi zimanê erebî. / Gulistan û sev, roman.
Hesenê Silêvaniyê niha li Kurdistana basûr dijî.
HÊVÎDAR ZANA
Hêvîdar Zana di 29.12.1976an de li bakurê Kurdistanê li bajarê Nisêbînê
hatiye dinyayê. Pistî kustina birayê xwe Zana di 14 saliya xwe de tevlî
gerîla dibe û derdikeve çiyê.
Di
sala 1993an de di redaksiyona radyoya Dengê Kurdistana Serbixwe de cihê xwe
digire û nûçe û programan pêskês dike.
Di
sala 1996an de di televîzyona MEDê de nûçeyên kurdî pêskês dike û
moderatoriya programan dike.
Gelek
çîrok, gotar û serpêhatiyên wê di gelek kovar û rojnameyên kurdî de hatine
wesandin.
HUSEIN MUHAMMED
Husein Muhammed sala 1980ê li gundekî nêzî Zaxoyê li basûrê Kurdistanê
hatiye dinyayê. Ew ji sala 1994an sûnde li Fînlandayê dimîne û niha li
zankoyê dadweriyê (hiqûqnasiyê) dixwîne û ji daîreyên cor–bi–cor ên kargêrî
(îdarî) yên Fînlandayê re tercumaniya zimanê kurdî (kurmancî û soranî) û
zimanê tirkî dike.
Husein sala 1995an dest bi nivîsîna bi kurdî kiriye. Ta niha berhemên wî di
çendîn kovar û rojnameyan de belav bûne. Ew ji 1999an ve yekemîn kovara
kurdî ya xwerû–elektronîkî, Mehnameyê, bi rêya Internetê diwesîne. Tevî ku
Husein hem helbest, hem kurteçîrok û hem jî gelek gotar nivîsîne jî, ew herî
zêde wek wergêr tê nasîn. Wî berhemine Xelîl Cibran, Anton Çexov,
Shakespeare û gelek ji nivîskarên din ên li hemî cîhanê navdar bi zimanê
kurdî arasteyî xwendevanan kirine. Husein herwiha ferhengokek peyvên dadwerî
ya kurdî–îngilîzî amade kiriye. Niha ew li ser ferhengokek soranî–kurmancî
dixebite.
HUSÊN ARIF
Husên
Arif di sala 1926an de li basûrê Kurdistanê, li bajarê Silêmaniyê hatiye
dinyayê. Wî li Bexdayê hiqûq xwend û bû avûkat. Ew îro yek ji çîroknivîsên
basûr yê bijarte tê hesêb. Digel nivîskariya xwe ew di kovar û rojnameyên bi
navê Rosinbîrî nû, Nûserî kurd, Hawkarî û Karwan de jî xebitî ye.
Husên
Arif di sala 1957an de bi çîroka xwe »Çaya sêrîn« xelata kovara Safaq ya
çîrokê wergirt.
Heta
niha bi çendan kitêbên Husên Arif yên kurteçîrokan û romanên wî hatine
wesandin. Wekî din wî li ser prosaya kurdî xebateke girîng û bingehîn
kiriye.
Husên
Arifê ku kitêba Machiavelli »Mîr« jî wergerandiye kurdî, niha li Kurdistana
Iraqê dijî.
ÎBRAHÎM SEYDO AYDOGAN
Îbrahîm Seydo Aydogan di sal 1976an de li Qiziltepeyê hatiye dinyayê.
Heta
niha ev berhem nivîsandine: Wechê te Diyarbekirê tîne bîra min (helbest,
1996–2002, neçapbûyî). / Res û spî (roman, 1999, wesanên Dozê). / Hezkiriya
Xwedê (çîrok, neçapbûyî). / Leyla Fîgaro (roman, 2003).
JAN DOST
Jan Dost di sala 1965an de li bajarê Kobanî hatiye dinyayê.
Xwendina xwe heta lîseyê li Kobanî qedandiye. Ji sala 1985an heta 1988an li
zanîngeha Helebê fakulta zanistê besê Biyolojiyê xwendiye, lê temam
nekiriye.
Ji berhemên Jan Dost: Kela Dimdim 1991 Bonn- Istenbol. /
Sazek ji çavên Kurdistan re – helbest 1994./ Wergerandina Mem û Zînê bi
erebî 1995. / Mehabad ber bi olimpiyada xwedê- Istenbol 1996 helbesta Selîm
Berekat wergerandin bi kurdî.
Bedayiulluxe ferheng Kurdî-Erebî wergerandin ji Farisî,
1997.
Elhedîqe el Nasiriyye, wergerandin ji farsî, bi erebî Hewlêr
2002.
Û niha romaneke wî li ber çapê ye.
Her weha gelek helbest û lêkolîn bi erebî û kurdî di rojname
û kovarên cihê de wesandine.
Çîroka wî ya yekem Xewna Sewitî sala 1993an di pêsbirka
kurteçîroka Kurdî de li Sûriyê xelata yekem stand.
Jan Dost ji sala 2000î de li Almanyayê dijî.
KAMRAN BEDIR-XAN
Kamran Bedir-Xan di 21ê tebaxa 1895an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Wî li
Almanyayê doktoraya xwe ya hiqûqê da. Pasê li Bêrûdê bi cih bû û li wir
avûkatî kir. Ji bilî ku gelek nivîs û wergerên wî di kovara Hawarê de hatine
wesandin, wî di sala 1943an de li Bêrûdê rojnameyên Roja Nû û Stêr
derxistin.
Kamran Bedir-Xan di sala 1947an de çû Firansayê û li wir sazgeha lêkolînerî
ya kurdî ava kir. Di wan deman de jî li Unîversîteya Parîsê dest bi
hînkirina zimanê kurdî kir.
Wî di
mijarên cihê de, bi zimanên cihê zêdeyî sih kitêbî nivîsandin. Herçiqas
kitêbên wî ên kurteçîrokan tunebin jî, wî kurteçîrok jî nivîsandine.
Kamran Bedir-Xanê ku hemû jiyana xwe dabû kultur, ziman û edebiyata kurdî,
di sala 1978an de li Parîsê wefat kir.
KAMÎRAN HACO
Kamiran Haco di sala 1959an de, li Tirbespiya binxetê hatiye dinyayê.
Xwendina seretayî, navendî û amadeyî li Tirbespiyê û Qamislo temam kir...
Sala 1983an xwendina endezyariyê besê Mekanîk li zanîngeha Helebê qedand...
Ji
destpêka salên 90î ve, wî dest bi nivîsandinê kiriye. Di kovar û rojnameyên
wek: Gelawêj, Gurzek Gul, Stêr, Xunav, Metîn, Armanc, Pirs, Deng, Medya
Günesi, Çira û Nûdemê de nivîsî ye.
Ji
dawiya sala 1997an ve li Swêd dijî û niha di redaksiyona kovara Rastî de
dixebite.
Di
sala 1977an de pirtûkeke wî ya kurteçîrokan bi navê Kelevajî di nav wesanên
Avestayê de derketiye.
KEÇA KURD
Keça Kurd li binya xetê di maleke welatperwer de hatiye
dinyayê.
Wê di navbera salên 72, 73, 74an de li zanîngeha Silêmaniyê
besê kurdî xwend.
Heta niha Keça Kurd ev berhemên li jêr wesandine:
Çîrokine helbijartî, Azîz Nesîn; ji erebî bo kurdî, sala
1990.
Xoybûn, Mihemedê Mele Ehmed, sala 1993.
Zayenda mê û nêr.
Lêkolînek li ser giramera zimanê kurdî, Kurmanciya bakur,
sala 2001.Helbest, heta niha dîwanek belav bûye, bi navê "Pela dawî" sala
2002. Keça Kurd niha li Almanyayê dijî û di karê xwe yê nivîskariyê de
berdewam e.
LOKMAN POLAT
Lokman Polat di sala 1956an de li Licê – qeza Diyarbekirê– hatiye dinyayê.
Ew çend caran hatiye girtin
û berdan. Di dawiyê de di giyabê wî de deh sal û nîv ceza danê. Wî beriya
sala 1980yî li welêt belavokên siyasî û nûçeyên siyasî dinivîsand.
Di sala 1984an de
li Swêdê bi cih bû. Li Swêdê dest bi nivîsandina kurteçîrokan kir. Gelek
kurteçîrokên wî di rojname û kovarên cihê yên kurdan de hatin wesandin.
Heta niha 14 pirtûkên wî derketine. Ji wan çar heb bi tirkî,
neh jî xwerû bi kurdî ne. Pirtûkên bi kurdî ne sê roman û heft kurteçîrokan
in. Lokman Polat ji bo zarokan jî 4 pirtûk wergerandine kurdî û kovarek bi
navê Helwestê wesandiye.
Lokman Polat di destpêka damezrandina Komela Nivîskarên Kurd
de cîh girtiye û bûye endam û endametiya wî ya komelê hê jî dewam dike. Ew
endamê PENa navnetewî û endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye.
MAHABAD QEREDAXÎ
Mahabad Qeredaxî di 1966an de li bajarokê Kifrî yê girêdayî
Kerkûkê li Basûrê Kurdistanê hatiye dinyayê. Di sala 1980ê yekem berhema wê
ya helbestan hatiye belavkirin. Ji 1980 ta 1981ê ji ber nivîsîna helbestan
ji alî be'siyan ve hatiye girtin û zindankirin.
Qeredaxî ji sala 1993anû vir ve li Swêdê dijî.
Pirtûkên wê yên çapkirî:
Helbest: 1. Nexsey diwarojî kirêkar / 2. Panorama / 3.
Saxêlkey genmesamiye / 4. Mîdalya / 5. Hajey roh / 6.
Snöfåglar.
Çîrok: 7. Fentazya / 8. Koç.
Lêkolîn: 9. Le pênawî jiyanewey afret da / 10. Azadkirdinî mêjû / 11. Ziman,
raman û nasname / 12. Jin û komelge le qonaxî balindeyî Sêrko Bêkes da.
Wergerandin: 13. Sî'r henasey gerdûn e (helbijardeyek le si'rî hawçerxî
cîhan) / 14. Danpêdanêkî piyawane (komeleçîrokî Newal Se'dawî) / 15. Nanî
jehrawî (sanonameyekî Vesselin Hanchev).
Pirtûkên perwerdeyî bi hevkariya hin nivîskarên dî: 16. Germiyan / 17.
Bawegurrgurr / 18. Dîlan.
MAHMÛD BAKSÎ
Mahmûd Baksî, di sala 1944an de li gundê Suphiyê ku bi ser Hezoya (Kozluk)
Batmanê ve ye, hatiye dinyayê. Berî ku xwendina xwe ya li »Dicle Öðretmen
Okulu« xelas bike, wî dev ji karê xwendinê berda. Di sala 1967an de cara
pêsî li Batmanê di rojnameya Batman Gazetesi de dest bi karê rojnamegeriyê
kir. Di sala 1968an de bû serokê TÝPê (Partiya Karkeran a Tirkiyeyê) ya
Batmanê. Di sala 1969an de bi navê Mezra Botan romana wî ya yekem li
Stenbolê derket. Pasê di sala 1970yî de pirtûka xwe ya bi navê Sadi Akkiliç
Davasý derxist. Sadi Akkiliç komunîstekî tirk bû û ji ber gotareke wî heft
sal û nîv cezayê hepsê lê birîbûn.
Mahmûd Baksî di wan salan de sendîkavan bû û wî karê xwe yê sendîkavaniyê li
DÝSKê didomand. Karê wî ê sendîkavaniyê ji sala 1968an heta sala 1970yî
dewam kir. Pasê bi hinceta ku ew kurdîtiyê dike û ji ber herdu pirtûkên wî
ên ku hatin çapkirin, 15 sal cezayê hepsê lê hate birîn. Loma di 1970yî de
ji bêmecaliyê mecbûr ma ku derbasî Almanyayê bibe. Ew di sala 1971ê de jî li
Swêdê bi cih bû.
Mahmûd Baksî li Swêdê jî vala nesekinî û heta dawiya jiyana xwe nivîsand. Wî
heta niha 22 pirtûk nivîsandine û pirtûkên wî wergeriyane gelek zimanan. Lê
Baksî bi xwe bi sê zimanan; bi kurdî, tirkî û swêdî dinivîsand. Hin ji
kitêbên Baksî ên bi kurdî ev in; Zarokên Îhsan (1978), Hêlîn (1984), Gundikê
Dono (1988).
Mahmûd Baksî di 19ê meha 12an ya 2000î de li Stockholmê wefat kir û niha li
Diyarbekirê vesartiye.
M.
ALÎ K.
M.
Alî. K. di sala 1964an de li Zoravaya Nisêbînê hatiye dinyayê, di sala
1983an de hatiye Swêdê û niha jî li Swêdê dijî. Bi navê Mehkûm kitêbeke wî
ya kurteçîrokan heye.
MEHEMED DEHSIWAR
M. Dehsiwar di sala 1959an de li Batmanê hatiye dinyayê. Wî
xwendegeha pêsî, navî û lîse li wir xwendiye. Hê di xortaniya xwe de ketiya
nav sefên welatperwerî û soresgeriyê. Pistî cûntayê ew mecbûrî derketina
dervayî welêt bû û niha li Swêdê, li Stockholmê dijî. Pistî bicîbûna li
Stockholmê û îmkanên xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî, hewil da ku di
vî warî de kar û xebatê bike. Wî digel vê, pêsî xwendegeha grafîkê ku di
warê amadekirin û çapemeniyê de mirov digihîne û du sal bû, kuta kiriye.
Pasê wî li Unîversîteya Stockholmê »pêwendiyên navneteweyî« (international
relations) xelas kir û besek jî ji »siyasalê« (politcal sience) xwend. Niha
jî bi teza xwe ya di vî warî de mijûl e. Ew di nav cîhana pirtûkan de, li
Pirtûkxaneya Navneteweyî kar dike û di wir de berpirsiyarê besa pirtûkên
kurmancî û tirkî ye.
Ji bilî romana bi navê »Çirîskên rizgariyê« ferhengeke
zarokan jî amade kiriye û di kovarên kurdî de çîrok û nivîsên wî jî derçûne.
Ew her wiha wergeriyê jî dike û ta niha sê pirtûk ji swêdî (ji nivîskarê
swêdî yê bi nav û deng Henning Mankell) wergerandine kurdî.
MEM
Mehemmed Mewlûd (Mem) di sala 1927an de li Seqlewê, li
Kurdistana Iraqê hatiye dinyayê. Wî di salên xwe yên xortaniyê de çîrokên
xwe di kovar û rojnameyan de dane wesandin. Heta niha du cild çîrokên Mem
hatine wesandin. Cildê yekê di sala 1970ê de û cildê dudan jî di sala 1984an
de hatiye wesandin.
Mem
di sala 1987an de wefat kir.
MESAL TEMO
Mesal
Temo di sala 1957an de li gundekî biçûk ji herêma Dirbêsiyê (rojavayê
Kurdistanê) hatiye dinyayê.
Wî di
sala 1980ê de li zanîngeha Helebê xwendina endezyariya çandiniyê qedandiye.
Ji sala 1972an û vir ve tevlî çalakiyên tevgera kurdî bûye. Ew yek ji wan
kesan e ku »Navenda Celadet Bedir-Xan a rewsenbîrî« li Qamislo di
10-12-2000î de ava kiriye.
Pirtûkên wî ên çapkirî: Gotina dawî (bi erebî). / Nerîn û helwest (bi
erebî).
Pirtûkên wî ên ku li ber çapê ne:
Rûpelên zemîna welatekî bê welat (bi kurdî). / Gopalê sor, çîrok (bi
kurdî). Mesal Temo niha li Qamislo dijî.
MEHEMED FERÎQ HESEN
Mihemed Ferîq Hesen di sala 1941ê de li gundê Qazanqayê
girêdayî bi Qeredaxê ye hatiye dinyayê. Xwendina destpêkê li Qeredax û
navendî li Helebce û xwendina Akademî ya Mamostayan li Silêmaniyê bi dawî
aniye. Salên 1979–82an endamê Desteya Birêvebir ya Yekîtiya Nivîskarên
Kurd/tayê Silêmaniyê bû. Sala 1989 çîroka »Nêrgiz bûka Kurdistan« ku ji
derhênana Ce'fer Elî ye û yekemîn fîlmê sînemayî yê kurdî (35 mlm) e,
nivîsîye? Sala 1991ê (pistî serhildanê) serokê tayê Silêmaniyê yê Yekêtiya
Nivîskarên Kurd bû.
Ji sala 1998an û vir de li Danîmarkayê dijî. Kitêbên çêrokan
ku wesandine Sêberî Espesê 1978 Silêmanî, Ristêk Zengîyaneî Awî 1979 Bexda,
Perîxan 1991 Swêd, Dûrbîn 1992 Swêd, Bapîrê Kurdo 1992 (çîrokên zarokan)
Swêd.
Kitêbên din yên çêroknivîsî: Huner û Meselekanî Serdem 1985 Silêmanî,
Memleketî Masî 1997 Hewlêr, Deselatî çwarem 1998 Hewlêr, Dujminî Gel
(werger) 1986 Bexda, Melî Awat (werger) 2002 Hewlêr.
MEHMET SANRI
Mehmet Sanrý di sala 1967an de li gundê bi navê Gundik ku girêdayî Sirnexê
ye hatiye dinyayê.
Di
sala 1988an de dest bi karên nivîsandin û rojnamevaniyê kiriye. Niha jî
sergerînendeyê (yayin yonenmeni) kovara Serbestî ye ku li Stenbolê bi zimanê
tirkî derdikeve.
MELE MEHMÛDÊ BEYAZÎDÎ
Mele
Mehmûdê Beyazîdî di sala 1797an de li bakurê Kurdistanê hatiye dinyayê.
Beyazîdî yek ji wan kesan e ku di sedsala hîjdehan de dest bi nivîsandina
nesra kurdî kiriye. Wî kitêbek bi navê Adetên kurdan nivîsandiye û
Serefnameya Serefxanê Bedlîsî wergerandiye kurmancî. Mele Mehmûdê Beyazîdî
herweha gelek çîrokên gelêrî jî nivîsandine.
MIHEMED MUKRÎ
Mihemed Mukrî di sala 1949? de li Kurkûkê hatiye dinyayê. Ew edebiyatvanekî
piralî ye. Ew helbest, çîrok û romanan dinivîsîne. Digel du romanên bi navên
»Segwir« û »Heres« wî çend kitêbên din jî nivîsandine.
Mihemed Mukrî niha li bajarê Silêmaniyê dimîne
MUSTAFA AYDOGAN
Mustafa Aydogan di sala 1957an de li Qiziltepeya Mêrdînê hatiye dinyayê. Ew
di sala 1985an de li Swêdê bi cih bû û heta niha jî her li Swêdê dimîne.
M.
Aydogan li Swêdê ket nav tevgera kulturî û heta niha ji Jack London, Yesar
Kemal, Aziz Nesin, Edîp Karahan, Ann Eriksson û Orhan Pamuk kitêb
wergerandine û bi xwe jî bi navê Pêlên Bêrîkirinê û Berê gotin hebû du
kitêb nivîsandine. Wekî din Aydogan di kovar û rojnameyên cihê de li ser
mijarên cihê gotar nivîsandine.
NECÎBE EHMED
Necîbe Ehmed di sala 1954an de li bajarê Kerkûkê hatiye dinyayê. Wê li
zankoya Silêmaniyê ziman û edebiyata kurdî xwendiye. Ew ji sala 1975an û vir
ve dinivîsîne û di nivîsandinê de yek ji jinên pêseng û xwediyê dengekî
taybetî ye.
Necîbe Ehmed heta niha çend kitêbên helbestan, kitêbeke çîrokan û hin
kitêbên wergerê wesandine.
Ew
niha jî li Kurdistana Îranê, li bajarê Seqizê dimîne.
NIZAR MEHEMED SEÎD
Nizar
Mehemed Seîd di sala 1952an de li Duhokê hatiye dinyayê. Serî, navî û
berhevî li Duhokê xwendiye û peymangeha mamostatiyê li bajarê Mûsilê bi dawî
aniye. Ji sala 1973an û vir de dinivîsîne. Di sala 1978an de çîrokên xwe
belav kirîne. Sala 1985an, kitêbeke kurteçîrokan bi navê »As« çap kiriye. Di
piraniya rojname û kovarên kurdî de, lêkolîn û gotar belav kirine. Hinek
berhemên edebî, ji zimanê ingilîzî wergerandine kurdî.
Ew niha li
Hollandayê dijî.
NÛREDÎN ZAZA
Nûredîn Zaza di sala 1919an de li Madenê hatiye dinyayê û hê
di zaroktiya xwe de ji cih û warê xwe koç dike û li Sûriyê bi cih dibe. Ew
li Sûriyê xwe digihîne Celadet Bedir–Xan û di kovara Hawarê de dest bi
nivîsandina kurteçîrokan dike.
Nûredîn Zazayê ku ji ber xebatên xwe yên siyasî gelek caran
hatiye girtin, piraniya jiyana xwe li derveyî Kurdistanê bihurandiye. Wî bi
navê Serê Azadî, Ma vie de kurde, Memê Alan û Keskesor (di nav wesanên
Nûdemê de derket û wesanxanê ev nav li kitêba wî a kurteçîrokan kiriye) çar
kitêb nivîsandine û hinek nivîsên wî ên ku nehatine wesandin jî hene.
Nûredîn Zaza li Swîsreyê bi cih bûbû, li wir zewicî bû,
doktoraya xwe ya li ser fîlozofê fransiz Emanuel Monnier li wir kiribû û di
sala 1988an de li wir wefat kir.
OSMAN SEBRÎ
Osman
Sebrî di sala 1905an li gundê Narincê yê Kolîka Semsûrê hatiye dinyayê. Bavê
wî serokê êla Mêrdêsiyan bû. Dema ku Osman Sebrî hê zarok bû, bavê wî di
sala 1915an de çû ser dilovaniya xwe û ew li ba apê xwe yê ku bû serokê êlê,
mezin bû.
Pistî
Serhildana Sêx Seîd, Osman Sebrî jî digel herdu apên xwe Sukrî û Nûrî di
sala 1926an de tê girtin. Herdu apên Osman Sebrî di zîndana Amedê de hatin
darvekirin. Lê Osman Sebrî du salan di zindana Denizliyê de dimîne û pistî
efûyeke gistî, di sala 1928an de tê berdan.
Di
sala 1929an de careke din Osman Sebrî digel 26 serokên kurd, hat girtin lê
dîsa zû hat berdan. Ew di 24. 12. 1929an de direve Sûriyeyê, du salan dibe
endamê Partiya Xoybûnê û di kovara Hawarê de li ser mijarên cihê dest bi
nivîsandinê dike.
Di
sala 1954an de Osman Sebrî alfabeya kurdî ya latînî wesand û hin pirtûkên
mîna; Bahoz, Derdên Min û çar Leheng nivîsandine. Dîsa pir helbestên wî yên
ne çapkirî jî hene.
Di
sala 1957an de Osman Sebrî digel hin welatparêzên kurd, di xebata
damezirandina »Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê« de cih digire û wek
sekreterê partiyê tê hilbijartin.
Osman Sebrî roja 11-01-1993an wefat kir. Ew li gundê
Berkevirê, li binxetê vesartî ye.
PERWÎZ CÎHANÎ
Perwîz Cîhanî yek ji kurmancên Kurdistana Îranê ye ku ji mêj
ve di nav çalakiyên ziman û edebiyata kurdî de ye. Bi qasî xebatên li ser
klasîkan û bi taybetî jî Mem û Zîna Ehmedê Xanî, ew bi edebiyata nûjen jî
mijûl e. Wî heta niha kitêbên helbest, çîrok û romanan wesandine û di gelek
kovar û rojnameyan li ser mijarên cihê nivîs nivîsandine. Perwîz Cîhanî niha
li Swîsreyê dijî.
PÎR RUSTEM
Pîr
Rustem di sala 1963an de li gundê Çeqela (Efrînê) hatiye dinyayê.
Xwendina endezyariyê di zanîngeha Helebê de kir, lê temam nekir.
Wî
gelek çîrok û gotar di rojname û kovarên kurdî de belav kirine wek: Stêr,
Pirs, Zanîn, Aso, Azadiya Welat, Jiyana Rewsen, Armanc, Newroz... hwd.
Berhemên wî yên çapkirî: Çivîkên Beravêtî, Çîrok , ji wesanên kovara Aso,
Beyrût, 1992. / Pilindir, Çîrok , ji wesanên kovara Aso, Beyrût, 1993. /
Pûtvan, Çîrok , ji wesanên Merxê, Beyrût, 1998.
QADO SÊRÎN
Qado
Sêrîn di sala 1967an de, li gundê Nehrozî ku dikeve herêma Qamislo hatiye
dinyayê. Wî li wir xwendina destpêkê xwend û di dû re û digel malbata xwe çû
Qamislo da ku xwendina xwe berdewam bike. Pasê jî çû bajarê Dêra Zorê da ku
Enstîtuya Matemetîkê bixwîne. Wî çend salan karê mamostetiyê kir. Di sala
1995an de penaber bû û niha li Holandayê dijî.
Ew
kurteçîrokan dinivîsîne û pirtûkek ji stranên hunermend Mihemed Sêxo (digel
birayê wî Beha Sêxo) çap kiriye .
Wî
gelek çîrok di rojname û kovaran de belav kirine, ji xwe gelek di malperên
Internetê de jî.
Wî di
sala 1982an de dest bi nivîsandinê kiriye.
Çîroka wî ya pêsî di dawiya salên hestêyî de di kovara Gurzek gul de belav
bû.
Di
van salên dawî de ew bêtir Qilçixan dinivisîne, ew jî rexne ne.
QEDRÎ CAN
Qedrî Can di sala 1911an de li Dêrikê Çiyayê Mazî hatiye
dinyayê, di sala 1931ê koçberî binya xetê bû û li Amûd û Qamisloyê bi cih
bû. Di sala 1934an de li Sûriyê dest bi mamostetiyê kir, lê ji ber ramanên
xwe yên netewî, pêsverû û pistgiriya doza gelê kurd, di navbera salên
1959–1961ê de hat hatgirtin. Di tîrmeha 1957an de li Moskovayê besdarî
mihrîcana ciwanên cîhanê bû. Di dema yekbûna Sûriyê û Misirê de, ji Samê
rêvebiriya çalakiyên radyoya kurdî li Qahîrê kir. Qedrî Can di 9–8–1972an
de wefat kir û li goristana Sêx Xalid Neqsebendî ya li Taxa Kurdan li Samê
hate vesartin.
Qedrî Can yek ji hîmavêjê çîrok û helbesta kurdî ya modern
bû, lê giringiya wergerê jî di bal û karên wî de diyar bû. Piraniya berhemên
Qedrî Can di kovar û rojnamên kurdî, wek; Hawar, Ronahî û Roja nû de hatine
wesandin.
RAÛF BÊGERD
Raûf Bêgard di sala 1942an de li bajarê Kerkûkê hatiye
dinyayê. Wî bi salên biçûk dest bi nivîsandinê kiriye û di dawiya salên
pêncî de çîrokên wî di kovaran de hatin wesandin. Bi navê Buwar û Hawar du
kitêbên wî ên kurteçîrokan hene.
Rauf Bêgard gelek çîrokên Çexov jî wergerandine kurdî.
RIDWANÊ ALÎ
Ridwanê Alî di sala 1959an de li Cizîra binxetê hatiye
dinyayê. Li Unîversîta Samê sê salan besê hiqûqê dixwîne, ji 1977an heta
1983an li Moskovayê Fakulta rojnamevaniyê dixwîne û ji 1987an û vir ve li
Firansayê dijî. Ji kar û xebatên Ridwanê Alî yên berbiçav yek e ku kitêba
Zinar Silopî (Qedrî Cemîl Pasa) »Fî sebîl Kurdistan« ji zimanê rûsî
wergerandiye erebî û bi navêTilûrê Bêgane kitêbek ji kurteçîrokên xwe dane
çapê. Tilûrê Bêgane di sala 1991ê de di nav wesanên Welat de belav bûye.
RIZALIYÊ RESÎD
Rizaliyê Resîd di sala 1929an de li paytextê Gurcistanê
Tiblîsê hatiye dinyayê. Dema çar salî bû bi diya xwe re çûye Ermenistanê,
gundê Kurekendê (niha Fêrîk) cem apê xwe Ehmê û pîrka xwe Xezalê. Rizaliyê
biçûk li gundê xwe yê teze dest bi dibistanê dike. Du salên pêsin xwendin bi
zimanê kurdî bû. Dû re di sala 1938/39an de xwendina kurdî ji mekteban tê
hildan. Di dibistanên gundê kurdan de xwendin dibe bi zimanê ermenî.
Loma careke din ji
koma yekê dest pê dike. Pistî xwendina pêsin û navîn dest bi koleja
mamostetiyê dike. Pistî xwendina kolejê dikeve Enstîtuya pedegojiyê, besê
dîrokê dixwîne û dibe mamoste. Di navbera salên 1956–93an de her li gundê
xwe mamostetiya zimanê kurdî dike. Ji sala 1962an heta 1993an midurê mektebê
bûye.
Pedagog, dersdar Rizaliyê Resîd di eynî wextê da sair û nivîskarekî
berhemdar bû. Kitêba wî ya yekem »Ber bi tavê« di sala 1964a de li Rewanê
çap bû. Du berhemên wî yên din jî »Xem û xeyal« (1982) û »Heyr û guman«
(1989) wek pirtûk ronahî dîtine. Ji bilî van kitêban gelek berhemên wî wek
helbest û çîrok di gelek rojname û kovaran de ronahî dîtine. Herweha ji sala
1955an heta vê dema dawî bi sedan gotar û helbestên wî di rojnameya »Rya
teze« de çap bûne. Niha gelek helbest û kurteçîrokên wî yên neçapkirî ji bo
çapê amade ne.
ROJAN HAZIM
Rojan
Hazim ji Hekariya ye nêzîkî 25 salan e ku dem bi dem, di rojname û kovarên
cuda yên kurdî de dinivîse. Baskê nivîskariya wî fireh e: Hem li ser pirs û
pirsgirêkên rewsa welat ya polîtîk bi gistî, hem jî li ser dîsa bi gistî
ziman, edebiyat, folklor û kultura kurdî lêkolîn, analîz û komentaran
dinivîse. Li milê dî çîrok û novelan jî dinivîse. Helbet carna ji edebiyata
cîhanê jî wergeran dike.
Endamê grûba KURMANCÎ ya Enstîtûya Kurdî ya Parîsê ye. Paralelî nivîskariya
xwe, rojnamevaniyê jî dike.
Sala
1989an Wesanxaneya Xanî & Bateyî damezrandiye û heta niha jî edîtoriya wê
dike. Ji beriya 1980ê heta niha gelek nivîs, nûçe û wergêrên wî bi navên
cuda, di kovar û rojnameyên mîna Nûdem, Huner, Özgür Politika, Ek Politika,
2000´de Yeni Gündem û Hîwa de hatine wesandin. Ji 1980ê heta 1991ê jî
redaktoriya rojname û kovarên Roja Gel, Bingeh û Hêza Welatparêz kiriye.
Herweha ji 1989an heta niha jî, lêkolîneriya rojnameya KURMANCÎ dike.
Xebatên wî yên ku heta niha di nav wesanên »Wesanxaneya Xanî & Bateyî« û
wesanxaneyên dî de hatine wesandin jî ev in:
Masîvanê Kal û Masiyê Sor, A. Puskîn, (Wergêr), Bilbil, H.C. Andersen,
(Wergêr), (Wesanên Hans Reitzels, Danmark), Zimanê Çiya, Harold Pinter,
(Wergêra M. Uzun, bi redaksiyona R. H.), Li ser Evdirehîm Rehmiyê Hekarî,
Stêr, rojnameya Mîr Kamiran Bedir Xan, Stran & Sang, 6name, Pelatînk, H.C.
Andersen, (Wergêr), Bîranîna Elî Kasifpûr, Zimanê Wêneya, Kürdistan'a
Sevgiler (tirkî), (Wesanên Enstîtuta Kurdî ya Brukselê), Bîr û Raman, (W. E.
K. ya Brukselê), Krîterên Kopenhagê, (W. E. K. ya Brukselê, Kovara Koerden,
îlon 2002), Paseroj, (W. E. K. ya Brukselê) û Devokê Hekarîya.
ROJEN BARNAS
Rojen
Barnas ji Farqînê ye û di salên 60î de dest bi nivîsandina kurdî kiriye. Di
dawiya heftêyan de bi hin hevalên xwe re kovara Tîrêj derxist, her di wan
salan de kitêbeke siîran bi navê Li bandeva spêde wesand. Barnas bi wê
kitêba xwe riyeke nû di siîra kurmancî de vekir û tesîr li gelek saîrên nû
kir. Rojen Barnas mîna gelek rewsenbîrên kurd mecbûr ma ku welatê xwe terk
bike û pistî 80yî li Swêdê bi cih bû. Wî bi gelek navên cihê di mijarên cihê
de nivîs nivîsandine. Barnas heta niha ev kitêb wesandine; Li bandeva spêde,
Heyv li esmanê Diyarbekirê, Hingê, Milkê Evînê û Siîr –1– (berhevoka du
kitêbên wî ne) wesandine. Wekî din Rojen Barnas di kovarên mîna Tîrêj, Hêvî
û Nûdemê de gelek nivîs nivîsandine.
RONÎ WAR
Ronî War di sala 1969an de li gundekî Dêrika Çiyayê Mazî
hatiye dinyayê. Du caran ketiye hefsa Diyarbekirê. Çar salan nûneriya
Sendîkaya karkeran kiriye û niha jî di karekî fermî de dixebite. Çîrokên
Ronî War di kovarên mîna Nûdem û Kevanê de hatine wesandin û kitêbeke wî ya
kurteçîrokan li ber çapê ye.
ROSAN LEZGÎN
Rosan Lezgîn di sala 1964an de li gundê Dingilhawa ya bi ser
Licê ya Amedê ye, hatiye dinyayê. Ta niha gelek nivîsên wî; helbest, gotar,
berhevkirinên folklorîk, werger, hevpeyvîn û çîrokên wî yên bi zaravên
kurmancî û zazakî di rojname û kovarên mîna A.Welat, Jiyana Rewsen, Zend,
Nûdem, Hîwa, Nûbihar, Vate, Gulistan û Ö.Politika de wesiyane. Kitêbeke
çîrokan (Suskunun Gölgesinde – S. Samacý) ji tirkî û kitêbeke çîrokan a (Se
Qetre Xun–S. Hîdayet) ji farisî bo kurmancî wergerandine. Kitêbeke wî a
çîrokan ‘Adir Kewto Sêncê Rezan’ bi zaravê zazakî ku ji duwanzdeh çîrokan
pêk tê niha ji çapê re tê amadekirin. Dîsa xebatên amadekariya Ferhenga
Îdyomên zazakî dike ku ta niha ji 1500î zêdetir îdyom civandine û serha wan
jî kirine.
Rosan Lezgîn li Amedê dimîne û bi zazakî, kurmancî, tirkî û
farisî dizane.
SEBRÎ BOTANÎ
Sebrî
Botanî di sala 1925an de hatiye dinyayê. Wî hemû jiyana xwe xistibû xizmeta
ziman, edebiyat û çanda kurdî. Di gelek kovar û rojnameyên kurdî de li ser
mijarên cihê dinivîsand û yek ji çalaktirîn kesayetiyên kurd bû. Ew di
salmeziniya xwe de sirgûn bû û heta dawiya jiyana xwe li Norwecê dijiya.
Hin
ji kitêbên Sebrî Botanî yên çapkirî ev in:
Sîn û
Sadî, dîwan -1-
Dilistan, dîwan -2-
Dengê
Metîn û Cûdî, dîwan -3-
Dibêjin, çîrok û çîvanok
Herweha nêzîkî deh kitêbên Botanî yên newesandî jî hene.
SEDAT YURTDAS
Sedat
Yurtdas di sala 1961ê de li Amedê hatiye dinyayê. Dibistana sereta, navîn û
lîse li Amedê xwend. Di ber xwendina xwe re demeke dirêj di gelek karên
giran ên cûr bi cûr de xebitî.
Dû re
»Ýstanbul Üniversitesi Hukuk Fakültesi« qedand û li bajarê Amedê dest bi
karê abûkatiyê kir. Di hilbijartina gistî ya sala 1991ê de, di îtifaqa HEP û
SHPê de mîna parlamenterê Amedê hat hilbijartin. Lê, pistî ku di 1994an de
DEP ji aliyê Dadgeha Bingehîn a Dewletê ve hate girtin, bi tevî S. Yurtdas
ve parlemteriya 13 hevalên wî jî betal bû û hate girtin. Pistî ku 16 mehan
di zîndana Ulucanlar ya Ankarayê de girtî ma, cezayê 14 mehan lê hat birrîn.
Berhemên Sedat Yurtdas yên ku heta niha çap bûne, ev in:
Orkestra Yeni Ezgiler Çalacak (Siir – Belge yay. 1992).
Bir
Gensoruda Parlemento Gerçeði (Anýlar – Yurt yay. 1993).
Ýnsanlar Düsünceler Kavgalar (Anýlar– Öteki yay.1996).
Remo
»Bitmeyen Sorgu« (Roman – Çiviyazýlarý yay. 1998).
»Xelat« (Çîrok–Wesanên Siyê, 2002).
SERDAR ROSAN
Serdar Rosan li gundekî (Hezan) li ser qezaya Licê di sala 1958an de hatiye
dinyayê.
Li
Diyarbekirê, Enstutuya Perwedekirinê xwend û bû mamosteyê Tarîx û
Cografyayê; Li Swêdê jî du salan li Zanîngeha Bilind ya Mamostetiyê xwend.
Heta
sala 1982an li Kurdistanê ma û di dawiya wê salê de hat Swêdê. Ji wê sala
vir de li Stockholmê dijî.
Bi
edebiyatê ve mijûl dibe, heta niha sê werger Çîrokên Hezar û sevekê, Mircana
Qelew, Bi Xatirê Sîlehan û pitûkeke wî e çîrokan hatiye wesandin.
SERFIRAZ NEQSEBENDÎ
Serfraz Alî Neqsebendî di sala 1952an de li Nehiya Bamernê –parêzgeha Dihok–
devera Behdîna hatiye dinyayê û ji binemaleke dîndar, ji Sêxên terîqata
Neqsî ye.
Serfraz di nav pirtûk û peyamên welatparêziyê de mezin bû.
Xwendina xwe ya seretayî û navincî li devera Behdîna bi dawî anî, pasê di
sala 1981ê de ket Zankoya Silêmaniyê, Bekeluryus–Lîsans–li besê–ekonomî û
rêveberiya îdarî bi dest anî. Di sala 1996an de Lîsans ji rojnamevaniyê
wergrit.
Di
sala 1972an de li rojnama Birayetî dest bi nivîsandina bi zimanê kurdî û
erebî kir, her weha li rojnama Hewkarî babetên edebî belav kirin. Di navbera
salen 1986–89an de di kovara Karwan û kovara Tenduristî de komelendama destê
rêveberiye bû.
Di
sala 1992an de rojnama Welat derxst.
Pistî
ku ket misextiyê li Almanyayê bi cih bû û di sala 1997an de li Bêrlînê bû
sernivîsera rojnama Kurdistan.
Di
sala 1997an de ket xebata PENa kurd û di 1998an de bû sekretera PENê.
Serfiraz Neqsebendî di mijarên cihê de li dor deh kitêb nivîsandine.
SERKAN BIRÛSK
Serkan Birûsk li gundê Serêkaniya Omeriya hatiye dinyayê. Zaroktiya wî li
Omeriya, desta Mûsê û Nisêbînê derbas bûye. Pistî lîseyê, wî dest bi
xwendina mîmariya peyzajê kir, lê ji ber sedemên siyasî wî zanîngeh nîvcî
hist.
Pêsî
çû Almanyayê dû re jî li Swêdê bi cih bû. Wî li Swêdê dest bi nivîsandinê
kir. Heta niha gelek berhemên wî wek helbest, çîrok û gotar di nava rûpelên
kovarên mîna Avasîn, Nûdem, Azadiya Welat, Jiyana Rewsen û pêvekên Özgür
Politikayê de derketine.
Wek
pirtûkên helbestan; Awirên Bi Hêvî, Xem Vedixwim Bi Tasa Sor Ji Demê hene.
Wekî din jî, wî sê pirtûk; Moa û Pelle, Ciwanên Îro û Madîken ji swêdî
wergerandine kurdî û di nava wesanên Nûdemê de dane wesandin.
Serkan Birûsk niha li Swêdê dimîne.
SIDQIYÊ HIRORÎ
Sidqiyê Hirorî di sala 1956an de li gundê Hirorê li Kurdistana Îraqê hatiye
dinyayê. Li bajarê Mûsilê mezin bûye û her li wê derê xwendina xwe ya
destpêkê, navincî û amadeyî bi dawî anîne. Di sala 1978an de bû karmendê
çandinê li deverine ser bi Duhokê. Di sala 1984an de bû endamê desteka
nivîskarên Radyoya Dengê Kurdistana Îraqê. Di sala 1986an de bo xwendinê çû
Polonyayê. Di sala 1992an de xwendina xwe ya rojnamevaniyê li Unîversîteya
Warsovayê bi dawî anî û pileya Magisterê wergirt.
Ji sala 1992an
vir ve li Swêdê dijî.
Destpêka nivîskariya wî bi helbestê bûye û pasê çîrok û
roman. Çîroka wî ya yekê bi navê Xwekustin di sala 1977an de di rojnameya
Hawkarî de hat belavkirin.
Berhemên wî yên wesandî:
Dîmenek ji çîroka jiyana min, çîrok, 1985, çapxaneya Xebat.
Çend hozanekêt ne navkirî, helbest, 1986, çapxaneya YLDK li
Îranê.
Momkeka ne vemirî, çîrok, 1986, çapxaneya YLDK li Îranê.
Qreç
û dilber, helbest, 1989, Polonya.
Rewsenbîrê Kurd, kovar, hejmara 1, sal 1990.
Kurê
zinarê serbilind, roman, 1996, wesanxaneya Nûdemê, Swêd.
Evîn
û sewat, roman, 1998, wesanxaneya Nûdemê, Swêd.
Çend
nivîs û werger di Nûdem, Kurdistan press, Armanc, Berbang, Roja Nû û Nûdem
Wergerê de wesandine.
SILÊMAN ALÎ
Silêman Alî di sala 1963an de li Serê Kaniyê (basûrê rojavayê Kurdistanê)
hatiye dinyayê.
Li
Rûsyayê, li unîversîteya Moskovayê dîploma magîstra di rojnamevaniyê de
stendiye. Babetê dîploma wî »pirsa kurdî di rojnamevaniya rûsî de« bû.
Besdarî di damezrandina »Navenda lêkolînên Kurdî li Moskoyê« de kiriye û
heya sala 1995an tê de kar kiriye.
Ji
sala 1995an û vir de li Almanyayê dijî. Sala 1980yî dest bi nivîsandina
helbestan kiriye. Pist re gotar, lêkolîn û çîrok nivîsandine û bi wergerê
re jî mijûl bûye. Ji destpêka salên 90î û vir de babeta wî ya bingehîn bûye
çîroka kurt. Babeta çîroka wî heya niha jiyan û rojana mirovê kurd e.
Çîrokan bi zimanê almanî jî dinivîsîne.
Sala
1999an pirtûkeke çîrokan bi kurdî bi sernavê »Derdo« li welêt belav kiriye.
Bi
almanî di sala 2002an de pirtîkek tevî çend nivîskarên biyanî bi sernavê
»Rêkên jiyanê« çap kiriye.
SILÊMAN DEMIR
Silêman Demir di sala 1956an de li gundê Hebîsê li bakurê Nisêbînê hatiye
dinyayê û heta dehsaliya xwe li wir jiya ye. Lê malbata wî bi esil ji gundê
Çalê ye.
Malbata wî di dehsaliya wî de bar kir Nisêbînê.
Xortaniya wî li
wir dest pê kir. Wî xwendina xwe ya heta lîse (sala dawî ne tê de) li wir
kir. Pistî lîseyê, ji berdêla du salan ve, salekê dibistana mamostetiyê li
Mêrdînê xwend. Lê wî qet mamosteyî nekir.
Demir di sala 1985an de ji Nisêbînê koçî Swêdê kir û hê jî li
Swêdê dijî.
Heta
niha du romanên wî derketine:
Sorê
Gulê, 1997. / Koç, 1998.
Her wilo wî hin werger jî kirine. Hinek wek perçe di kovaran
de derketine, hinek jî wek kitêb derketine. Kitêb ev in:
Siîrên Bijarte– Mayakovskî–1997 (werger). / Keça Kurd Zengê–
Cemsîd Bender –1997 (Kitêbeke çîrokan e, digel F. C. wergerandiye).
SÎMA SEMEND
Sîma Semend di sala 1933an de li navça Axbaranê (Sovyeta
kevin) hatiye dinyayê, di sala 1958an de fakulteya fîlolojiyê li
Unîversîteya Êrîvanê xelas kiriye û pasê bûye redaktora besa kurdî ya
radyoya Êrîvanê.
Sîma Semend bi prosayê dest bi nivîskariyê kiriye û
nivîskariya xwe bi prosayê jî dewam dike. Wê heta niha du pirtûkên çîrokan
nivîsandine û di antolojiyan de cih girtiye.
SUUT KILIÇ
Suud Kiliç di sala 1967an de li gundekî Qosera Mêrdînê bi
navê Tiltiemkê hatiye dinyayê.
Di sala 1987an de li Stenbolê dest bi Unîversîteya Mimar
Sinanê, Fakulteya Edebiyatê besê Ziman û Edebiyata Tirkî kir û di sala
1994an de ev dibistan qedand. Ji sala 1991ê heta salên 2000î ew di
Wesanxaneya Dozê û gelek saziyên ku bi zimanê kurdî wesan dikirin de xebitî.
Ew niha jî mamostetiya zimanê tirkî dike.
SUZAN SAMANCI
Suzan
Samanci di sala 1962an de li Diyarbekirê hatiye dinyayê û hê jî li wir dijî.
Wê bi nivîsandina helbestan dest bi edebiyatê kiriye û helbestên wê di
kovara tirkî »Sanat Olayý« de wesiyane. Dû re Samanci derbasî nivîsandina
çîrokan bû. Pirtûka wê ya çîrokan »Reçine Kokuyordu Helin« di sala 1996an de
derket. Di sala 1996an de jî kitêba wê ya çîrokan »Kýraç Daðlar Kar Tuttu«
wesiya.
Kitêb
û çîrokên Suzan Samanci, kurdî jî tê de wergeriyane gelek zimanan.
TÊMÛRÊ XELÎL
Têmûrê Xelîl di sala 1949a de li Yêrêvanê hatiye dinyayê. Pistî temamkirina
fakulta fîzîk–matematîk ya Unîversîteyê, 3 salan (1974–1977) li gundê kurdan
– Sîpanê, dersên matematîkê dane zarokên kurdan. Di sala 1977–1981 û
1984–1992an di redaksyona rojnama kurdî »Rya teze« de xebitiye: pêsî wek
nûçegihan, pasê jî wek serokê besa çandê. Di salên 1981–1984an de redaktorê
radyoya kurdî ya Yêrêvanê bûye. Di salên 1992–1997an de cîgirê rojnama kurdî
ya »Golos kurda« bûye, ku li Moskovayê bi zimanê rûsî çap dibû.
T.
Xelîl 8 pirtûk ji rûsî wergerandine kurdî û 9 pirtûk jî bi herdu keçên xwe –
Mîdîayê û Dîdarê re – ji tîpên kîrîlî û Ermenistanê wergerandine ser tîpên
kurdiya latînî ya niha:
Pirtûkeke Têmûrê Xelîl ya çîrokan ya bi sernavê »Dengê xûnê« li ber çapê ye.
Têmûrê Xelîl niha li Swêdê dimîne.
SAHÎNÊ BEKIRÊ SOREKLÎ
S. B.
Soreklî ji sala 1968an û vir de li Sydney dijî. Berî wê demê bi 3 salan ew
wek xwendekarekî 19 salî ji devera Kobanî ya binxetê gihîstibû Viyanayê… Ji
sala 1978an û vir de ew wek mamoste li nik wezareta perwerdeyê ya devera
NSW di kar de ye. Sahîn her weha berpirsiyar û birêvebirê Besê Kurdî ye di
SBS RADIO de.
Heft
berhemên wî, wergerandina romana Namûsa Wendabûyî ya Katharîna Blum ya
nivîskarê almanî Heinrich Böll jî di nav de, wek pirtûk hatine wesandin. Li
milê din bi sedan gotar, helbest, pexsan û kurteçîrokên wî di rojname, kovar
û pirtûkan de hatine wesandin, hinekên bi zimanên înglizî, erebî û almanî jî
di nav de.
Berhemên wî yên destpêkê di kovarên kurdî yên di salên 80yan de li Ewrûpa,
bi taybetî Swêd, dihatin wesandin de derketin. Du ji kurteçîrokên wî yên
destpêkê, Roja Dawîn ji Jiyana Mistê Kurê Salha Temo (1982) û Civata
Pêxemberan (1983) di kovara HÊVÎ ya Enstîtuya Kurdî de li Parîsê hatin
wesandin.
SEMSÎ
Saîrê
kurd ê bi nav û deng Egîtê Hesenê Semo (1933–2002), ku weke saîr deng daye
bi navê lîteratûrî yê Semsî, di sala 1933an de li zozanekî çiyayê Elegezê
(Ermenistanê) di bin konê kurmancî de hatiye dinyayê. Ji sala 1955an heta
sala 1959an ew di xwendegeha kurdî ya pedagojiyê de li paytextê Ermenistanê
– Êrîvanê fêr dibe, ku ji bo amadekirina mamostayên ziman û edebiyeta kurdî
hatibû vekirin. Pistî çend salên dersdariyê li gundên navça Hoktêmbêryanê ew
dibe berpirsiyarê beseke rojnama eynî navçê ya bi navê »Komûnîzmî hamar« (Ji
boy komunîzmê), ku bi zimanê ermenî dihate wesandin. Di sala 1969an de Semsî
fakulteya ziman û edebiyetê ya Zanîngeha Êrîvanê xelas dike û xwendina
bilind bi dest tîne. Pist re dîsa ew karê xwe heta destpêka salên 90î dewam
dike. Sala 2000î diçe bajarekî Rûsyayê, Vladîmîrê, û li wira havîna sala
2002an wefat dike.
Semsî
xwediyê 6 kitêbên helbest û destanan e: »Semdan«, »Hîveron«, »Hêsirê
baharê«, »Simil«. Berevoka berhemên wî ya dawî bi sernavê »Asiqê buhurtî« di
sala 1992an de dîsa li Êrîvanê hat wesandin.
Ji
bilî rojnamên kurdî û ermenî gelek berhemên wî di berhevoka bi navê »Bihar«
de hatine çapkirin, ku wek antolojiyeke afirandinên saîr û prosaîstên kurd
hersal li Êrîvanê dihat wesandin.
SÊRZAD HESEN
Sêrzad Hesen li bajarê Hewlêrê hatiye dinyayê. Di sala 1978an de zankoya
Bexdayê ya ziman û edebiyata ingîlîzî qedandiye. Demekê li bajarê Silêmaniyê
mamostetiya zimanê ingîlîzî kir. Sêrzad Hesen nivîsên xwe yên pêsî di
navbera salên 1975–78an de di kovara Rosinbîryî Nwê ku li Bexdayê derdiket,
belav kir. Di navbera salên 1978–82an de kurteçîrokên xwe di kovarên Beyan û
Hewkarî de belav kirin û wek çîroknivîs bal kisand ser xwe û rexneyên bas
wergirtin.
Di
sala 1983an de bi navê Teniyaiy û di sala 1989an de jî bi navê Gul î res du
kitêbên wî ên kurteçîrokan derketin. Wekî din wî gelek berhem ji ingîlîzî
wergerandine kurdî.
Sêrzad Hesen hê jî li Kurdistana Iraqê dijî.
TORÎ
Torî, li herêma Torê, li bajarê Midyadê, ji dayikeke
diyarbekirî û bavekî midyadî di sala 1931ê de hatiye dinyayê. Li dibistana
'Dicle Köy Enstitüsü' (Erganî) mamosteyî xwend.
Di sala 1985an de kitêba wî ya kurteçîrokan bi navê »Qolinc«
li Stockholmê hate wesandin.
Pasê bi navê »Sîlan« kitêbeke din ya kurteçîrokan û bi navê
»Mendik« romanek nivîsand û da wesandin.
Torî demekê navbir da nivîsandina kurteçîrokan û bi
nivîsandina kitêbên dîrokî re mijûl bû. Wî di vî warî de 18 kitêb
nivîsandin.
Toriyê ku hê jî di nav çalakiya nivîsandina kitêbên dîrokî
de ye, niha li Stembolê dijî.
TOSINÊ RESÎT
Tosinê Resît di sala 1941ê de li gundê Kûrekend, li
Ermenistanê hatiye dinyayê. Wî Enstîtuya Pedagojiyê, besa fîzîk û kîmiyayê
di sala 1964an de temam kir. Pistî saleke eskeriyê û çend salên mamostetiyê
di sala 1970ê de dest bi karê zaniyariyê kir û sala 1975an bû doktorê
kîmyayê. Wî ji salên xwendina dibistanê dest bi nivîsandina siîran kir,
salên xwendkariyê siîrên wî bi riya radyoyê dihatin wesandin.
Di
sala 1975an de bi navê »Kilamê rê« kitêbek wesand. Sala 1983an dîwana wî a
duyem bi navê »Zozan« çap bû, sala 1987an dîwana sêyem; »Nîvro« çap bû.
Sala
1988an wesanxana »Roja Nû« piyesa wî »Siyabend û Xecê« çap kir.
Sala
2000î wesanxana APECê li Swed berhevoka çîrokên wî »Seva bê xew« çap kir.
Dîsa wê salê wî û Dr. Husên Hebes pirtûkek ji bo bîranîna Qanatê Kurdo li
Almanyayê çap kir.
Salên
60–70 dor 200 gotarên wî bi navê »Ensîklopêdiya Kurdî« bi radyoya Yêrêvanê
hatine wesandin.
Sala
1993an ew derket derveyî welêt û li Melbournea Australyayê bi cih bû.
WEZÎRÊ ESO
Wezîrê Eso di 1ê mijdara 1934an de li paytextê Gurcistanê –
Tiblîsê hatiye dinyayê.
Ew di sala 1953an de li fakulteya tarîxê ya Zanîngeha
paytextê Ermenistanê – Êrîvanê tê qebûlkirin û gava ew xelas dike, di
navbera salên 1958–1961ê de li gundê Pampê wek serokê dibistanê kar dike.
Salên 1961–1963an wek berendamê doktorayê besa kurdzaniyê ya Enstîtuya
Rohilatzaniyê de li Lenîngradê (niha Sankt–Pêtêrsbûrg) di nava tarîxa
Kurdistanê de kûr dibe. Salên 1964–1983an weke redaktor û redaktorê sereke
yê polîtîkî di radyo, televîzyon û wesanên Ermenistanê de kar dike. Salên
1983–1994an karê redaktorîkirinê û wergeriyê di besa wesanên kurdî ya
Radyoya Êrîvanê de bi cî tîne.
Wezîrê Eso xwediyê çend kitêbên çîrok, kurteroman û wergerê
ye: »Mizgînî«, »Dengbêj kal bûbû«, »Pamp–Sîpan«, »Xaçatûr Abovyan« û
lêkolînên wî yên »Kurd«, »Êzdî«, »Xebera dosta«.
Weke rojnamevan zêdeyî hezar gotar û siroveyên wî li ser
rûpelên »Rya Teze« û hemû rojname û kovarên Ermenistanê û Moskovayê yên
navendî de hatine wesandin, lê welê jî di radyoyê de hatine wesandin.
Ji ber vê kedê ew kirine endamê Yekîtiyên nivîskar û
roj |