|
Analiz- Heta niha di bazara li ser destura
Îraqê de yên serkeftî Kurd in |
KSN/
27/8 2005- Keşmekeşîya li ser destûra Îraqê di navbera ereban bi xwe da ne.
Nakokîyên ku li ser ne li hevkirî ji kurd û ereban bêtir, di navbera
erebên sunî û şîîyan da ne. Xalên girîng yên ku zêde dibe sedama munaqişan;
pirsa federalîyê, têkilîyê dîn û dewletê û di desturê de hatîye bi cîkirin ku
hizba bees wekî hizbeke terorîst e.
Serokê Parlamentoya Îraqê Hacim Heseni, do
ragihand ku heke erebên sunî destura ku kurd û şîîyan li ser li hev kirine red
bikin jî; wê sibê desturê di Parlamentoyê de bkin ber dengdanê.
Daxwazên Sunîyan
- Pirsa Federlîyê şîîyan bimîne li benda biryara
Parlamentoya nû yak wê were hilbijartin, lê Federalîya Kurdistanê ne di nav vê
daxaza wan da ne ji ber ku sunî Federalîya Kurdistanê qebul dikin.
- Partîya bess weke partîyek terorist nekeve
destura Îraqê.
- Bin gehe destura Îraqê ji dînê Îslamê be
- Îraq ji ometa ereban be
- Navê Îraqê neyê guhertin
Hetanî niha dema mirov berê xwe dide pêşdeçûyînên
li Îraqê, lehengê vê bazarê kurd in. Di dan û sitandinên di bazara
li ser destura Îraqê de, kurdan rêyeka gelekî rast dan pêşîya xwe û bi
zanabûn û hostayî, daxwazên xweyên sereke di dsturê de bi cî kirin.
Pirsên sereke ji bona kurdan, pirsa Federalî,
pirsa çarenivîsa xwe, pirsa Kerkukê, pirsa pêşmerga û wekî din gelekî hebûn. Lê
Kurdan, ji bona hin tiştan bidin qebûlkirin, ji hin daxwazên xwe hatin xwarê,
wekî pirsa çarenivîsê.
Îroj em bala xwe didinê ku ne erebên sunî û
ne jî yên şîî li dijî Federalîya Kurdan dernakevin, pirsa pêşmergan hatîye qebûl
kirin û wê pêşmerge hêzên parastina Kurdistanê bin. Pirsa Kerkukê, piştî
bicîanîna mada 58an, û sala 2007an de wê li ser qedera Kerkukê referandûm
çêbe û xelkên Kerkukê kuderê xwestin wê bi ser wê ve bin.
Nakokîyên erebên sunî li gel şîîya ne, ji ber ku
sunî li dijî Federalîya başûrê Îraqê ya şîîyan derdikevin. Erebên sunî baş
dizanin êdî kurd nabin malê Îraqê û wê her rojek ji Îraqê cuda bin. Lê erebên
sunî naxwazin şîî bibin Federal û serkanîyê başûr yên di herema şîîya da ne, ji
destê wan biçin.
Federalîya Îraqê li gora daxwaz û dilê şîîya ne jî.
Heke sibê hatû Îraq perçebû, wê şîî jî dewleteka Îslamî îlan bikin. Ji bona
erebên şîî wekî yên sunî zêde negirênge ku jêderê destura Îraqê dînê Îslamê be;
ji ber ku şîî dizanin ku li gel Kurdan bi her awayî ne mumkune ku dewleteke
Îslamî avabikin. Lê heke herema wan bibe Federal, wê bê minetî dewleteke Îslamî
ya şîî avabikin.
| Çevkanî:
Amadekar: Dilbirîn
Dem: 28/8 2005
Seet:00:30 |
|