|
Ne ko bûyer
bixwe, lê em çawe bûyeran fêm dikin e ya xofê dixe dilê me
Epiktetos

Nameyek ji tirkekê bi rêya internetê ji
hevalek min re hatibû. Ev name li ser meseleya ala tirkan ya vê dawiyê
bû. Wî di nameya xwe de rexneyên hiþk û herweha sixêf li kurdan dikir.
Lê wî kesî di nav gotinên xwe re hinek gotin rêzkiribû ko bala mirov
dikiþand. Wî gazi kurdan dikir ”ko em nebin lehistokên hêzên derva”. Li
gor wî ”divê em bi hev re li ser ”yekîtî û yekbûna” Tirkiye bixebitin.
Ev rê tenê ”rêya xelasbûnê ye”. Filan û bêhvan....
Ji dervayî sixêf û tirkperestiya wî kesî, van noqteyan bala min kiþand:
Gelo wî kesî çima xwe dispart ”yekbûna Tirkiye?”
Bo çi wî gazî kurdan dikir ko em bi hev re li ser yekbûna Tirkiye kar
bikin? Wî çima ev hewcebûnî didît? Wî kesî dikariya wek berê bigota:
”Kurd nîn in, hun çi dikin bikin, hîç ne xema me tirkan e!”.
Ger em bi zimanê psîkolojiyê li vê meselê binêrin, mirov divê ji bingehê
pêkanîna psîkoljiya mirovan ya rojane dest pê bike da ko mirov bizane
çima ew kes welê difikirin.
Li gor psîkolojiyê, di warê kognitive- têgihiþtinê de, psîkolojiya mirov
ya rojane hertim li ser hinek bingehan ava dibe (Binêre Fîgûr 1).
Ew jî:
Rewþ, Fikir, His û Kiryar
Mirov divê gavên xwe li gor van xelekan
bavêje.
Ango, pêwist e ko ev her çar xalên he li hev bikin û ahengek di navbera
wan de hebe. Ji vê jî mirov dikare bêje ko ev her çar gotin psîkolojiya
mirov ya rojane pêktînin. Ger em vê yekê li gor bûyerên cîhanê yê niha
vekin, em dikarin weha bêjin:

Fîgur 1: Modela Kognitivê
1- Rewþ:
Iraqeka piþtî Saddamê dîktator hatiye meydanê û ji encama wê û
berxwedana miletê kurd li baþûr, Kurdistaneke azad li wir bûye rastiyek.
Ango rewþeke nû hatiye meydanê.
2- Fikir:
Vê heqîqeta nû bivê-nevê fikreke (nû) bi mirov re çêkiriye. Ev
fikra nû ne bes li ba kurdan, bêgoman ew li ba tirkan jî çêbûye. Ev
rastiyeke ko ne em kurd, ne jî tirk dikarin jê birevin, wê înkar bikin.
3- His:
Ev fikra he, bivê-nevê, hiseke (nû) bi me re çêdike. Wê hisek
(nû) li ba tirkan jî çêkiriye. Em nikarin xwe ji vê heqîqetê jî bidin
aliyekî, jê birevin.
4- Kiryar: Ji encama vê hisa nû ko bi me re çêbûye, pêwîst e ji
aliyê me ve kiryarek were meydanê. Ango em reaksiyona xwe li pêþberî vê
hisê bi rengekî bidin xuyakirin, derxin derve. Herwisa, tirk jî,
bivê-nevê, divê bi rengekî hisa xwe pêþberî vê fikra nû eþekere bikin-
ji vê jî kiryarekê (karekê) bikin.
Ger em vê xelekê hê bêhtir vekin, em
dikarin bêjin:
Ji rewþa roxandina rejîma Saddamî û azadkirina baþûrê Kurdistanê (rewþ),
fikra azadbûna Kurdistanê bi kurdan re xurttir bûye (fikir). Vê
yekê hisê dilþadî û keyfxweþiyê li ba kurdan peyda kiriye (his) û
ji encama vê jî kurd li vê parçeya Kurdistana azad xwedî derdikevin, wê
diparêzin (kiryar).
Ger em li gor vê xeleka psîkolojiyê
berê xwe bidin psîkoljiya tirkperestan, gelo wê ev xalên he wê çawa
derkevin?
Di bingeha xwe de, ger ew li gor van
xelekan gavên xwe bi awayekî zanistî, li gor ilmê psîkoljiyê bavêjin,
divê ew jî weke kurdan bifikirin û realîst bin. Ango ji kêmahî ve vê
rastiya (rewþa) baþûrê Kurdistanê qebûl bikin. (Binêre Fîgûr 2)

Fîgûr 2: Modela Kognitivê û rêya maqûl
Lê, diyar e ko tirkperest nikarin
rastiya vê rewþê qebûl bikin. Ev dide xuyakirin ko divê em li ser
psikolojiya wan bifikirin…
Gelo psikolojiya wan kesên ko sîsitema
kemalîzmê diparêzin di cihê xwe de ye yan na?
Ger em berê xwe bidin kemalistan û dîtina wan bo pirsgirêka kurd û
beriya deh salan, mirov dibîne ko wan ew pirsgirêk jibinî ne qebûl
nedikir û ne jî guftûgo dikirin. Li ba wan ev pirsgirêk ”nebû” û wan ew
ji xwe re nedikirin derd jî. Wan raste-rast digotin kurdan û cîhanê:
”Kurd nîn in û xilas!”. Li ba wan, ew dîtina wan ya înkarkirina miletê
kurd ”dîtineke mutleq rast bû û ew heta hetayê naye guhertin!". Çiqasî
kurd pêþberî wan derketan û ev pirsgirêk munaqeþe bikiran jî, ne xema
wan bû. Qalibeke dîtina tirkperestan li ser kurdan hebû ew jî qalibê
inkarkirina kurdan bû. Wan bi salan, bê problemeka mezin ev dîtina xwe
parastin. Ew hertim serdestî kurdan bûn. Ji ber vê yekê, tu caran
pirseka ko gumanê (þik) bixe hizra wan derknediket. Yanî wan ti caran
jixwe pirsa: ”Gelo heye ev dîtina me nerast be?” nedikir. Ji ber vê
hindê jî, di warê psîkolojiya wan ya li ser hizra di derbareyî kurdan
de, dilê wan rehet bû û ne xem ne jî kûlên wan hebûn.

Fîgûr 3: Modela Kognîtîvê û rêya ne maqûl
Li aliyê dî jî, psîkolojiya kurdan bi
tersê wê bû. Ango ew tarûmar bû. Kurdan nedzanîn çi bikin û pêþberî vê
mutleqbûna dîtina tirkan çawa hereket bikin. Kurdan nedikarî werin ba
hev da ko bikarin bersiva vê nêrîna mutleq ya tirkan bidin. Ji ber vê
çendê, rewþa psîkolojiya kurdan gelek xerab bû. Hinekan li himber fikra
mutleq ya tirkan tekoþîn kirin, hinekan rêya bêhêvitiyê girtin, hinekan
jî hizirkirin ko bi tûjîtiyê birhekê (tesîr) li vê rewþê bikin. Ji xwe
beþek mezin ji kurdan li mala xwe rûniþtin û rekasiyona xwe diyar
nekirin.
Vêca niho rewþ hatiye guhertin. Kurd, taybetî li baþûrê mezin azad bûne
û wexta li baþûrê biçûk jî serbikevin.
Mesûd Barzanî bûye serokê Kurdistanê û
Celal Talabanî bûye serokê dewleta Iraqê. Ev rewþa nû li Iraqê û
seransera dinê bo kurdan dibe isbata hebûna wan. Ev jî birhekê li
psîkoljiya kurdan û tirkan dike. Diyar e, çiqas serketina kurdan çêbûye
weqas jî binketina tirkan çêbûye. Ev yek, bivê-nevê, birheke nerênî
(negatif) li ser psîkolojiya tirkan û li aliyê dî jî bi awayekî erênî
(pozitif) li ya kurdan dike. Bi kurtî serdestiya tirkan ya di warê
psîkoljî de lawaz bûye.
Mirov dikare bêje îro psîkolojiya
tirkperestan ketiye krîzê. Ew nikarin xwe li gor rewþa nû biguhorin lê
rewþa nû ya cîhanê li wan diþidine ko ew divê ji nû ve li gor vê xelekê
(cognitive) --bingehê psîkolojiya rojane ye-- xwe nûjen bikin.
Bi vî awayî, dijminahiyek tûj û dijwar
di neqeba psîkolojiya tirkperestan ya niha û ya berê de peyda dibe. Ew
welê dike ko heya ji tirkperestan têt li pêþberî kurdan dijminatiya xwe
xurttir dikin. Ev yek, ne bes tenê li ba tirkên kolanan; dikandar,
esnaf, karker, memuran peyda dibe; herwiha ew taybetî li ba serokê
dewletê, serokwezîr, wezîran û hemû rêvebirên destgahên dewletê jî peyda
dibe û bi her awayî tê meydanê.
Wek nimûne berî salekê çaxê Celal
Talebanî çûbû Tirkiye, tirkan hêcet derêxistin ko balafirê nedin wî û
rêbendên wî da ko pê vegerin Iraqê. Ev helwest bêguman ji psikolojiya
wan ya dijatiya kurdan dihat. Wan nexwest rewþa wê çaxê ya nû qebûl
bikin. Vêca gava niha rewþeke hê nûtir peyda bûye ko Mesûd Barzanî bûye
serokê Kurdistanê û Celal Talebanî bûye serokê Iraqê heqîqetek e û ev
yek hêj zêdetir li tirkan diþidîne ko rewþa nû qebûl bikin.
Jixwe îþaretên têkçûna psîkolojiya
tirkperestan ya kevin hene. Wek nimûne daxaza paraztina yekbûna Tirkiye
ketiye þûna înkarkirina hebûna kurdan.
Gelo piþtî vê rewþa berbiçav wê çi bi
wê psikolojiya komplex (têkilhev) ya tirkperestan were?
Rerferens:
1 Damasio, Antonio,
Descartes Mistag – Falun: Natur och Kultur, 2003
2. Karlsson, Lars, Psykologins grunder
- Studentlitteratur, 2001
3. Giacomo, d´Elia, Kognitiv
Psykoterapi - Svenska föreningen för psykisk hälsa, 2000
4. Burns, David, Feeling Good – US:
PLUM, 1999
5. Hollon, S.D., & Beck, Cognitive and
Cognitive Behavioral Therapies: Bergin and Garfield´s Handbook of
Psychotherapy and Behavior, New York - Lambert, 2004 |