|
Alim û Mufekirên Musliman teqînên Londonê şermezar
kirin
KSN/
14/7 2005- Alim û Mufekirên Musliman kiryarên terorî yên li Londonê bi
tûndî şermezar kirin û dan dîyarkirin ku ew
kesên van bûyerana dikin ne Musliman in. Yusuf el-Qerdawî,
Muhammed Huseyîn Fadlallah, Muftîyê Siûdîya Erebî Ebduleziz Ebdullah bin
Muhemmed Eli Şeyh, şêxê el-Ezherê Muhemmed Seyyid Tentawî,
Ayetullah Nasir Mekarim Şirazi, nivîskar Muhammed es-Safer û Dr.
Ebdulmutî Beyumî, derbarî teqînên li Londonê de daxwîyanî dan û bûyer
şermezar kirin.
Bê guman ev helwesteka hêjaye ku kesên li nav cîhana Muslimanan navdar
in, li dijî kuştina mirovên sivîl û bêrî derdikevin û şermezar dikin. Lê
bêdengîya li himberî terora li Îraqê, mirovan xemgîn dikin. Heroj li
Îraqê bi dehan kesên bêrî û zarok tên kuştin, divê ev kesên navdar bi
awakî tundî li hemberî van kiryarên nemorovî jî derkivin.
Di salên 1988an de ez li Qeter bûm û min Yusuf el-Qerdawî di Mezgefta
Umer binî Xetab de dît. Di suhbetekî de Qerdawî, digot şoreş
Îslamî bu du awayan dibe. Yekemîn, wek şoreşa Îranê ku xelkê li ser
eskerîyê înqilab kir. Duemîn, ji nava eskerîyê general derkevin û
înqilabê bikin. Wekî din ez li dijim ku hin gurûb bi navê Muslimanan
derdikevin û şerê çekdarî dikin, ev şer ji bilî wêrankirinê bi kêrî
tiştek nayê.
Ez hêvî darim ku Yusuf el-Qerdawî hê jî
li ser wê fikra xwe be. Lê li hemberî kiryarên li Îraqê bi navê Îslamê
tên kirin, bê denge.
Amedakar û şîrove: Dilbirîn
Çevkanî;: Yanî Şefak
|