|
Bişar
Esed; " Rewşa
Îraqê tesîra xwe li ser îran û Suriyê jî dike "
KSN/
8/8 2005- Do êvarê serokê Suriyê Bişar
Esed çû serdna Îranê. Piştî ku
Mehmûd Ehmedînejad bûye
serokê Îranê, Bişar Esed yekemîn serokê bayanîye ku serdana Îranê dike.
Serokê Suriyê Bişar Esed da dîyarkir ku ew ê bi desthiladarên Îranê re
li ser pirosesa ku herem tê re derbas dibe bisekine. Bi tayîbetî pirsa
Îraqê ya sîyasî û emnî tesîra xwe li ser dewletên cîran dike û bi
tayîbetî tesîreka mezin li ser Îran û Suriyê dike. Esed, wê li ser pirsa
tereorê jî rawestin, ji ber ku teror her diçe li heremê belav dibe .
Serokê Îranê
Mehmûd Ehmedînejad jî, peywendîyên
Îran û Suriyê peywendîyên kevin e û li ser hîmê dinî û cografî hatine
avêtin û divê em îroj ji berê bêtir peywendîyên
xwe xurt bikin. Ji ber ku herdû dewlet ji bi tehdîdên derve re rû bîrû
mene. Ehmedînejad, hevkarîya Tehran û Şamê ji
bona emnû îstiqrara heremê pir girînge.
***
Divê neyê jibîrkirnê ku
Îran û Suriyê ji bona pirsa Kurd dixwazin hevkarîyê
bikin. Çi Li Surîyê û çi jî li Îranê be, di van demên dawî de êrişên hêzên
herdû dewletan li ser miletê Kurd hene û li Îranê di van sê hefteyên
dawî de 20 kes hatine Kuştin.
Çevkanî: el-Heyat
Ji erebî: Dilbirîn
|