Hevpeyvîn li gel Dr. Abdulbasid Seyda li ser rewşa
Kurdistana Sûriyê
KSN/ 21/5 2005- Îroj Edîtorê Portela (
Serhed.Net) Dilbirîn Şerefdîn bi rêya telefonê bi Rewşenbîrê
Kurdistan Sûriyê Dr. Ebdulbasid Seyda re li ser rewşa Sûriyê û bi
tayîbet li ser pirsa Kurd hevpeyvînek kir. Dr. Abdulbasid Seyda da
dîyarkirinê ku pirsa Kurd pirseke du serî ye, em wek milet ji hemî
mafê xwe yên civakî, kulturî, netewî û sîyasî bêpar in. Pirsa miletê
kurd li Sûriyê ne tenê pirsa Nasname û girtina mafê hemwelatîyê ye.
**
Pirs: Hûn dikarin
ji me re behsa rewşa Sûriyê û bi gelemperî behsa Kurdistana
başûrê rojava (Kurdistan Sûriyê) bikin û Kurd di
çi
rewşê da ne?
- Di serî de divê em bizanibin ku
rewşa miletê Kurd li her deverê ji ya heremê cudanîne û miletê Kurd
jî li gora şert û mercên demê û heremê di bin bandora
guherînan de dimîne. Vêca piştî 12 Adarê dewleta Sûriyê dizane ku êdî
wekî berê nameşe û dixwaze hinek guherînan çêbike, lê dixwaze
guherînan li gora xwe pêkbîne û Kurdên welatperwer li dervayê vê
meselê bihêle. Ev helwesta dewleta Sûriyê bersîva daxwazên milet nede
û miletê Kurd bi van tiştên ku dewlet dixwaze pêkbîne razî nabe,
wekî nasname û mafê hemwelatîyê û hin tiştên din.
Pirsa Kurd du serî ye, em wek miletek
ji hemî mafên xwe yên mirovî, civakî, netewî û sîyasî mehrûm in.
Miletê Kurdek nikarin di daîrên Hukumetê di cîyê bilin de wezîfe
bigirin ji xwe derîyê eskerîyê li miletê Kurd girtîye. Kurd nikarên
bixwînin ên dixwînin jî nikarin wezîfe bigirin. Yanî pirsa
kurd li Sûrîyê ne tenê pirsa nasnamêye, belkî pirsa miletek e.
**
Pirs: Di van guherînan de rola
hêzên Kurd çiqas hene, an jî Kurd ew rola ku jê tê xwestin bi
cî tînin an na?
- Ez di xwazim bi gelemperî
bêjim ku miletê Kur li Kurdistana Sûriyê miletek hişyar û têgihîştî ye. Kurd li gora xwe hin tiştan dikie, lê ev têrê nake. Kurd
dikarên hê roleka baştir bilîzin, lê mixabin eger bi vî awayê here
ez karim bêjim rola Kurdn roleka qels e.
**
Pirs: Têgotin ku Îxwanulmuslîmîn li
dijî mafê miletê kurd e û miletê kurd wek milet qebêl nake, gelo
rastîya vîya çîye tiştek waha heye ku Îxwanulmislîmîn li dijî
mafê miletê kurd e?
- Na! ev ne raste. Ev cara yekemîne ku
Îxwanulmuslîmîn berî çend rojan beyanek derxist ku hebûna Kurdan
qebûl dike û miletê kurd ji hemî mafê xweyê mirovî û netewî bêparin û divê ev
mafa were qebûl kirin. Erê beyana Îxwanulmuslîmîn bersîva hertiştî nade lê
gavek erênîye û fêda me Kurdan tê de heye. Îxwanulmuslîmîn gurûba
herî xurt e li Sûriyê û divê em kurd bi Îxwanulmuslîmîn re bidin û
bistînin. Wekî din jî Erebên serbixwe wek Rewşenbîr û Nivîskarên wan
jî piştgirîya Kurdan dike û dibêjin êdî Sûriyê bi vîrengî nema
kere bimeşe û divê guhertin çêbe.
**
Pirs: Gelo tu bêje kê Şêx Meşûqê
Xeznawî ravandibe?
- Dewlet dibêje haya me ji revandina
Şêx Meşûqê Xeznawî tune û delwt dixwaze têxe stûyê birayê wî, ji ber
ku navbera Şêx Meşûq û birayê wî tunebû. Lê ev tişteka neraste, ji
berkû dinava me de normale ku navbera meriv û birayê meriv tunebe,
lê revandin, wendakirin û kuştin ne mukune ku mirov bine serê birayê
xwe. Bi çi awayî dibe bile be îla dewlet agah ji vî yekê heye û bê
destê dewletê ne mumkune ku tiştek waha bibe.
Serokê Sûriyê Bişar
Esed gazî hinek mezinê eşîran Kurdan kuribûn, wan kesan derbarî
revandina Şêx Meşûq de pirsîbû, lê Bişar
Esed gotîye ku haya me ji vê yekê tune. Piştî
wendabûna Şêx Meşûq, yekê Ereb binavê Elî el
-Ebdulah jî wendabû û hê tu agahî derbarî wî de jî tune. Mixalifeta
Sûriyê li Şamê civînek
çêkir û Îxwanimuslîmîn peyamek şandibû wê civînê û Elî el-Ebdulah
vekirî peyama serokê Îxwanulmuslîmîn Eli Beyanunî xendîye û paşê ji
wendabûye. **
Pirs: Apê serokê Suriyê Rifet Esed
dixwaze bizivire Suryê, tu bêje ew karibe bandora xwe li ser
rejma Suriyê bike?
- Dibe ku Emerîka û Rifet Esad li
hevdûkiribin ji ber ku Rifet Esad dibêje ez û Îsraîl dikarin li
hevdû bikin. Lê miletê Sûriyê ji Refet Esad haznakin, lewra mirovek
mucrim e û destê wî di xwîna bi hezaran kesan de haye wekî mesela
Hemayê û hwd. Rifet Esed dibêje Sûriyê di xeterê daye ez ê herim
alîkarîya welat bikim, lê bi ya min nikare tiştek bike, ji ber ku
mixalifeta Suryê qels e ka Emerîka kare dinva rejmê bixwe de
guherînan pêkbîn an na ew tiştekî
dine. |