|
Hevpeyvîn li gel Dr. Abdulbasid Seyda li ser rewşa
Kurdistana Sûriyê |
KSN/
21/5 2005- Îroj Edîtorê Portela ( Serhed.Net) Dilbirîn Şerefdîn bi rêya
telefonê bi Rewşenbîrê Kurdistan Sûriyê Dr. Ebdulbasid Seyda re li ser
rewşa Sûriyê û bi tayîbet li ser pirsa Kurd hevpeyvînek kir. Dr. Abdulbasid
Seyda da dîyarkirinê ku pirsa Kurd pirseke du serî ye, em wek milet ji hemî
mafê xwe yên civakî, kulturî, netewî û sîyasî bêpar in. Pirsa miletê kurd li
Sûriyê ne tenê pirsa Nasname û girtina mafê hemwelatîyê ye.
**
Pirs: Hûn dikarin ji me
re behsa rewşa Sûriyê û bi gelemperî behsa Kurdistana başûrê rojava
(Kurdistan Sûriyê) bikin û Kurd di
çi
rewşê da ne?
- Di serî de divê em
bizanibin ku rewşa miletê Kurd li her deverê ji ya heremê cudanîne û miletê
Kurd jî li gora şert û mercên demê û heremê di bin bandora guherînan de
dimîne. Vêca piştî 12 Adarê dewleta Sûriyê dizane ku êdî wekî berê nameşe û
dixwaze hinek guherînan çêbike, lê dixwaze guherînan li gora xwe pêkbîne û
Kurdên welatperwer li dervayê vê meselê bihêle. Ev helwesta dewleta Sûriyê
bersîva daxwazên milet nede û miletê Kurd bi van tiştên ku dewlet dixwaze
pêkbîne razî nabe, wekî nasname û mafê hemwelatîyê û hin tiştên din.
Pirsa Kurd du serî ye, em
wek miletek ji hemî mafên xwe yên mirovî, civakî, netewî û sîyasî mehrûm
in. Miletê Kurdek nikarin di daîrên Hukumetê di cîyê bilin de wezîfe bigirin
ji xwe derîyê eskerîyê li miletê Kurd girtîye. Kurd nikarên bixwînin ên
dixwînin jî nikarin wezîfe bigirin. Yanî pirsa kurd li Sûrîyê ne tenê pirsa
nasnamêye, belkî pirsa miletek e.
**
Pirs: Di van guherînan
de rola hêzên Kurd çiqas hene, an jî Kurd ew rola ku jê tê xwestin bi cî
tînin an na?
- Ez di xwazim bi
gelemperî bêjim ku miletê Kur li Kurdistana Sûriyê miletek hişyar û
têgihîştî ye. Kurd li gora xwe hin tiştan dikie, lê ev têrê nake. Kurd
dikarên hê roleka baştir bilîzin, lê mixabin eger bi vî awayê here ez karim
bêjim rola Kurdn roleka qels e.
**
Pirs: Têgotin ku
Îxwanulmuslîmîn li dijî mafê miletê kurd e û miletê kurd wek milet qebêl
nake, gelo rastîya vîya çîye tiştek waha heye ku Îxwanulmislîmîn li dijî
mafê miletê kurd e?
- Na! ev ne raste. Ev cara
yekemîne ku Îxwanulmuslîmîn berî çend rojan beyanek derxist ku hebûna
Kurdan qebûl dike û miletê kurd ji hemî mafê xweyê mirovî û netewî bêparin
û divê ev mafa were qebûl kirin. Erê beyana Îxwanulmuslîmîn bersîva hertiştî
nade lê gavek erênîye û fêda me Kurdan tê de heye. Îxwanulmuslîmîn gurûba
herî xurt e li Sûriyê û divê em kurd bi Îxwanulmuslîmîn re bidin û bistînin.
Wekî din jî Erebên serbixwe wek Rewşenbîr û Nivîskarên wan jî piştgirîya
Kurdan dike û dibêjin êdî Sûriyê bi vîrengî nema kere bimeşe û divê
guhertin çêbe.
**
Pirs: Gelo tu bêje kê
Şêx Meşûqê Xeznawî ravandibe?
- Dewlet dibêje haya me ji
revandina Şêx Meşûqê Xeznawî tune û delwt dixwaze têxe stûyê birayê wî, ji
ber ku navbera Şêx Meşûq û birayê wî tunebû. Lê ev tişteka neraste, ji berkû
dinava me de normale ku navbera meriv û birayê meriv tunebe, lê revandin,
wendakirin û kuştin ne mukune ku mirov bine serê birayê xwe. Bi çi awayî
dibe bile be îla dewlet agah ji vî yekê heye û bê destê dewletê ne mumkune
ku tiştek waha bibe.
Serokê Sûriyê Bişar
Esed gazî hinek mezinê eşîran Kurdan kuribûn, wan kesan derbarî
revandina Şêx Meşûq de pirsîbû, lê Bişar
Esed gotîye ku haya me ji vê yekê tune. Piştî
wendabûna Şêx Meşûq, yekê Ereb binavê Elî el
-Ebdulah jî wendabû û hê tu agahî derbarî wî de jî tune. Mixalifeta Sûriyê
li Şamê civînek çêkir û Îxwanimuslîmîn
peyamek şandibû wê civînê û Elî el-Ebdulah vekirî peyama serokê
Îxwanulmuslîmîn Eli Beyanunî xendîye û paşê ji wendabûye.
**
Pirs: Apê serokê Suriyê
Rifet Esed dixwaze bizivire Suryê, tu bêje ew karibe bandora xwe li ser
rejma Suriyê bike?
- Dibe ku Emerîka û Rifet
Esad li hevdûkiribin ji ber ku Rifet Esad dibêje ez û Îsraîl dikarin li
hevdû bikin. Lê miletê Sûriyê ji Refet Esad haznakin, lewra mirovek mucrim e
û destê wî di xwîna bi hezaran kesan de haye wekî mesela Hemayê û hwd. Rifet
Esed dibêje Sûriyê di xeterê daye ez ê herim alîkarîya welat bikim, lê bi ya
min nikare tiştek bike, ji ber ku mixalifeta Suryê qels e ka Emerîka kare
dinva rejmê bixwe de guherînan pêkbîn an na ew tiştekî
dine.
| Çevkanî:
Amadekar: Dilbirîn
Dem: 21/5 2005
Seet: |
|