serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

A. Necdet Sezer naxwaze; Celal Telabanî wek serokkomarê Îraqê bê Enqerê

KSN/ 5/9 2005- Serokkomarê Tirk Ahmet Nezcdet Sezer, dem nade Celal Telebanî ku  wek serokkomarê Îraqê  bê Tirkîyê. Balyozê Îraqê Sabah Umran yê Enqerê gotibû ku piştî serdana Serokwezirê Îraqê Îbrahîm Ceferî, wê serokkomarê Îraqê Celal Telebanî jî,  di serdana xwe ya yekem de bê Enqere. Lê hatanî niha Sezer, tu dem nedaye Telebanî ku bê Enqerê. Lê Enqere, nunerê Zerqawî yê ku rojê bi dehan kesên sivîl û bêrî dikuje; Haris El-dari dewetî Enqerê dike û pêre hevdîtinan pêk têne.

Tê îdeakirin ku ji ber pirsgirêka Kerkûkê Sezer, naxwaze bi Telebanî re hevdîtin pêk bîne. Belê raste, ji ber kurdbûna Celal Telebanî, Sezer naxwaze wî wek serokkomarê Îraqê bibîne. Dewleta Tirk tehemula serkeftine Kurdan di destura Îraqê de, nakin.

Li gorê rojnama VATANê, dewleta Tirk ji destura Îraqê û bi cî anîna mada 58an ya derbarê bajarê Kerkukê de, nerazî ne. Li gora mada 58an wê rewşa Kerkukê bibe wek dema berîya Sedam Huseyîn û wê di sala 2007an de,  xelkên Kerkukê bi îrada xwe li ser qedera xwe biryar bidin. Lê ev ne li gora dilê dewleta Tirk e û li dijî îrada xelkê Kerkukê derdikevin.

Şîrove: Dilbirîn

Çevkanî:   Vatan   Amadekar:           Dem:   5/9 2005                   Seet:  09:30





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî