-----------------------------------------------------------------

Dewleta Tirk;  Bi Îsraîl re peymana 5,1 mîlyar dolar îmzakir"

QUDUS, 1/2 2005- Dewleta Tirk  bi Îsraîl re peymana 5,1 mîlyar dolar îmzakir. Dewleta Tirk bi bahyê 5,1 mîlyar dolar çekên hewayî û yê berê wek tang û pêdivîyê eskerîyê yên nûjen dikire. Di bin navê alîkarîya emnîyeta herdû welatan de, rayedarên Tirk û yên Îsrail peyman îmzakirin

Bi gorî portela Hartis ya Îsrail, wê Îsrail 48 balefirên cengê yê dewleta Tirk  FANTOM4 û 300 Tangên Banon bi teknîka herî nûjen nû bike. Her wusan wê dewleta Tirk teyarên ku dweleta Îsraîl îcadkiriye yên ku  bê pîlot difirin, ji Îsraîl bikire.

Iroj serokerkanê Îsraîl Moshe Ya'alon  û sero dewletê Filistîn Memud Ebas serdana Enqerê kir, lê medya Tirk derbarî serdana Serokerkanê Îsraîl de  zêde agahdarî nedan. Tirk ji alîkî de peymanên eskerî bi Îsraîl re îmzadikin û ji aliyî din jî soza alikarîya avakirina dewleteka Filistînî ya serbixwe dide.

Dewleta Tirk dixwaze bi van kirînên hanê têkiliyên navbera xwe û îsraîl yên ku têkçûne ji nuh de saz bikin û di polîtîkayên derbarê kurdan de piþtgiriyê ji wan werbigirin. ev cûre kirîn kirînên siyasî ne.

 

Niviskar