serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

A. Melîk Firat; " Dewekirina nasnama jorîn bêşerefî ye"

 

KSN/ 12/12 2005- Ez 4-5 caran çûm Bekaayê, lê mi Abdulah Ocalan ji şaşîtîyên wî neziviriand. Çimkî dewleta kur nedihîşt. Me ji HADEPê re got em hevkarîya hilbijartinan bikin, gotin na! em bi çepên tirkan re dikin. Sîstema Tirkiyê sistemeke girêdayê zulum, derew û talanê ye. Heke ez nikaribim vê doza li ser lingan dewam bikim, li  ser çokan, li ser çokan jî  nikaribim bi hilkişandinê û hetanê mirinê ez ê vê dozê berdewam bikim.

Serokê HAK-PARê A. Melik Firat û bi tevê hin endamên HAK-PARê li ser vexwendina KOMKARÊ, roja Şemîyê çûn Londonê. A. Melik Firat, li wê konferansek da û di konferansê de, li ser pirsigirêka kurd û fikra nasnama jorîn û jêrîn ku di van demên dawî de ji hêla hin kes û rêxistanan ve  hatîye avêtin, sekinî.

Firat, li ser minaqişeyên ku di van rojên dawî de tê kirin, ew jî di bin nasnama Tirk de nasnamên jêrîn ku   ji alîyê Abdulah Ocalan, Ahmedê Tirk û Siri Sakik ve bi germî tê parêztin jî, "dewekirina nesnam jorîn bêşerefîye".

Dewleta kûr mikrofon daya destê hin mirovan û pê nasnama jorên didegotin. Nasname tişteke xwezaîye û ji alîyê Afirander ve hatîye dayîn. Ez çima dev  ji nasnama û  dê û bavê xwe berdim.

Me di progirama xwe de behsa Federasyon nekirîye, lê me behesa mafên Kolektîf kirîye û ev jî tê mena Federasyonê.

A.Melik Firat, ez pir xemgînim ku xortên kurdan  di xapînin û dişînin serê çîya ku ji alîyê nêçîrvanan ve werin nêçîrkirin. Min xwest ez pêşî li vê yekê bigirim, ji ber wê yekê jî ez 4-5aran çûm newala Bekkayê ku ez Abdulah Ocalan ji vê yekê bizivirînim, lê dewleta kûr o gladyoyê rê ne da.

Axaftina A Melik Firat dirêje, heke hûn bixwazin dikirian di  peyamaazadi.com ê de bi tirki bixwînin.

 

Çevkanî: peyamaazadi.com  Amadekar:   D. Ş  Dem:  12 /12 2005           Seet15: 30





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî