|
---------------------------------------------------------------
Min zimanê
Teyra xwendî
Divê Mêrik kurê xwe þand xwendinê got bila
ji xwe re bixwîne bibe mirov û cahil nemîne. Kurik çû xwendina xwe xilaskir û
hate mal û bavê wî jê pirskir,
-kurê min te mekteba xwe xilaskir..?
Erê, bavo min xwendina xwe
xilaskir.
-Te çi xwend kurê min..?
Bavo min zimanê teyra xwendî.
- Te got çii.. , zimanê
teyra..?
Erê zimanê Teyra, min zimanê teyra xwend.
Mêrik kurê xwe digire û diçe
koxê mirîþkan û dibe qirte.. qirta.. mirîþkan. Mêrik ji kurê xwe dipirse ka
mirîþk çi dibêjin..?
Kurik, wele bavo mirîþk dibêjin; em pir ji bavê te
aciz in û dibêjin; bavê te cîyê me teng dike û di serda jî hêka pir dxwaze lê
qûtê jî têr nede me.
Mêrik Kurê xwe dikire diçe tewla dewara, li tewlê
dibe more.. mora.. çêlekan. Mirêk ji kurê xwe dipirse, kurê min ka çêlek çi
dibêjin..?
Kurik, wele bavo çêlek dibêjin, bavê te pir me
digivêþî ne û þîr dixwaze û di serda jî alif têr nade me û me birçî dihêle.
Kurik xwe berbi aliyê kerê
dikiþîne ku hera hinda kerê, bavê wî dibêje kurê min neçe ba kerê, ji roja
dîya te miriye ew ker xurufîye... |