|
Zewacên
Qasidê Xwedê Muhemmed Silavên Xwedê lêbin.
Mucteba
Baravî.
UPPSALA, 27/4
2005- Ez di vê nivîsa xwe de berê xwe didim jiyana kesekî ku
berî bibe Pêxember mirovan jê re ‘’Muhemmed-ul Emîn’’ yanî ‘’Muhemmedê Ewle,
bawerî pê tê.’’. Ta ku Xwedê bi Qasidî ew neşandibû û bi eşkerekirina wî karî
nekiribû xwedî erk, tu kes li hîlekarî û xapandina wî rast nehatibû, tu kesî
nedîtibû ku li kesekî derew kiriye, li ser gotina xwe nesekiniye, tu kesek li
bêheyatiyeke wî nebûye şahid.
Jiyaneke pak û paqij.
Em vê yekê di jinuhde avakirina dîwarên Kabeyê û bicîhkirina
Kevirê Reş ‘’Hecer-ul eswed’’ de jî dibînin. Dema ku dê qebîleyên Qureyşî bi
sedema bicîhkirina wî kevirê bi rûmet de bihevûdû ketana û hindik mabû ku xwîn
bihatana rijandin, biryarek dabûn, kî ji filan deriyê hanê de têkeve hundir bila
ew bibe Qadî û çi çareseriyê pêşkêşî me bike em dê wê yekê qebûl bikin. Piştî vê
biryarê dema ku Hezretî Muhemmed di wî deriyê nîşankirî re ketibû hundir hemûyan
pevre gotibûn ‘’Ew el-emîn e- kesekî pê bawer e, ew çi pêş me bike em pê têne
ser’’ gotibûn û wî jî li gorî riya heş pirsgirêka wan çareser kiribû.
Dîsa dema ku xwestibû Pêxemberiya xwe ji bo gelê Mekkeyê
eşkere bike, ban hemû qebîleyên wan kiribû û berî ku wan vexwîne bawerkirina bi
Yekîtiya Xwedê ji wan pirsî bû ‘’Ma niha ez ji we re bibêjim ku li piş vî çiyayê
hanê siwariyan ji bo êrişê xwe amade kirine, hunê ji min bawer bikin?’’ hemûyan
pevre gotibûn ‘’Belê, lewra ta niha me tu carî derew ji te nebihîstine.’’
Û ev rasteqîniya wî bûye sedem ku kesên di navbera wan û
rastiyê de astengên mina serwet, rûmeta civakî û sereke eşîriyê tunebû qefle bi
qefle têkevin ew dînê ku ji hinda Xweda jê re daketibû.
Hemû kesên gihaştî dizanin ku mirov ji hêla şehwet û daxwazên
şehwetî de di ciwaniya xwe de xurt e û heke ku exlaqên nebaş û qelsî û zêdekarî
li gel mirov hebe dema rûdana wan ciwanî ye; û hastên ciwaniyê yên serkêş jî di
navbera 15 û 45 an de ne. Piştî 45 saliyê êdî hêdî hêdî mirov ji hêla xwestekên
şehwetî de dadikeve…
Cenabê Muhemmede Pêxember Silavên Xwedê lêbin, ta 25 saliya
xwe nezewiciye.
Digel ku ciwan bû tu kes li kirineke wî ya nelirê nebûye
şahid. Piştî bîst û pênc saliya xwe bi keseke wisa re dizewice ku hemû serokên
Qureyşî digel ku dixwestin bi wê re bizewicin wê qebûl nedikir, lê dilê xwe
bijandibû zewaca bi Cenabê Muhemmed S.X.L. Ev dilbijandin ne ji ber ku Cenabê
Muhemmed sereke eşîrek bû, an jî xwedî serwet bû; lê belê bi sedem ew diristî û
rasteqîniya wî ya ku dema ji bo Hezretî Xedîce çûbû bazirganiyê bû.
Car caran mirov li derve mîna şêran tê naskirin lê di jiyana
xwe ya malbatî de nikare bibe pisîkek jî, û qels dikeve, qelsiyên mirov ji bo
malbata mirov eşkere dibin û dibe sedema têkçûna rûmeta mirov ya li hinda hevala
mirov ya jiyanê… Lê dema em li jiyana Cenabê Muhemmed S.X.L dinihêrin ev yeka
hanê bervajiyê wê bûye. Piştî pazde salên zewaca bi Hezretî Xedîce re (Xwedê jê
razî be), yanî dema ku di 40 saliya Cenabê Muhemmed de Xweda wî weke Qasid ji bo
mirovahiyê dişîne di nav mirovan de ya ku herî pêşiyê pê baweriya xwe tîne û
dikeve rêçika wî jina wî ya pazde salan pê re maye û wî nas dike ye.
Piştî dahatina Qasidiyê li ser Cenabê Muhemmed Silavên Xwedê
lêbin em hemû dizanin ku jiyaneke dijwar ji bo Cenabê Pêxember û malbata wî dest
pê kiriye û hema bêje ku ji her hêlê de dijwariyan ew dorpêç kiribûn, lê tu carî
em li dudiliya jina Qasidê Xwedê rast nayên û bi ser de hemû hebûna xwe, serweta
xwe ji bo pêşdeçûna wê dozê di rêya Xwedê de daye.
Yanî ta pêncî saliya Cenabê Pêxember bi wê jinika Pîroz re
derbas bûye û tu carî ew li xerabiyeke wî nebûye şahid. Yanî gava ku Hezretî
Xedîce diçe ser heqiya xwe, derdora şêst û penc salî ye. Cenabê Pêxember jî
derdora 50 ye. Yanî hemû temenê xwe yê ciwan yê ku gelek kes tê de serkêşiyên
negotî dikin bi jinikeke navsere re derbas dike û tu kes tiştekî ne li rê
derbarê jiyana wî de nabihîze.
Ev tiştên ta niha min gotin ji bo vê gotina ku niha ez dê
bibêjim e, an jî ev pirsa ku ez dê bersîva wê ji we re bihêlim e:
Ma gelo çawa çêbû ku ev mirovê ku wek civat û der û dor me
hemuya ew nas dikir ji nifşkade reh û koka xwe, exlaq û tevgerên ku gel jê li
hêviyê ne, da aliyekî û ji nifşka de bû pepûk û hêsîrê daxwaz û xwestekên xwe?
Ma heke dest bi jiyaneke wisa jirêderketî kir gelo çima ew
durû/ munafiq û dijminên wî yên li bende wî û xeletiyeke piçûk bûn ku di devê
xwe de bikin benîşt û bikin sedema nebaşkirin û reşkirina wî û doza wî qet li
ser vê yekê nesekinîn û ev kirênên wî yên nelirê ji xwe re nekirin mane?
Ew kesên ku bixwazin xerabiyekê bikin, ji dûr de dest pê
dikin, ji bo ku kes zû bi zû bi xerabiya wan ne hese, yanî ne diziya gundiyên
xwe lê pêşiyê ji yan gundên der û dorê…
Kesinî vê dema me li gor heşê îroj radibin, rabûn û rûniştin,
dayîn û sitendina hezar û çarsed sal berê dipîvin.
Ji xwe ev yeka hanê ji serî de xelet e, kesên lêkolîner dema
ku bixwazin di rastî û pîvandina bûyerekê, tevger û gotinekê bigihêjin, divê ku
xwe ji binê bandor û tesîra dema xwe derxîne, bikaribe li gorî dem û dewrana
ku ew bûyer qewimiye, têgihaştina mirovên wê demê, pîvanên wê civatê, û ew bûyer
di navberê kê û kê de, di demeke çawa de çêbûye an jî hatiye gotin û kirin… ev
tiştên ku min gotin alîkariya mirov dikin, ku mirov di rastiya bûyeran bi
awayekî rast bigihêje.
Mijar li ser zewacên Cenabê Pêxember bi keçikên piçûk re ye…
Xeletiya yekem ew e ku mirov bibêje ‘’bi keçikên piçûk’’; ji
ber ku Cenabê Muhemmed di temamê jiyana xwe de tenê bi keçikekê re zewiciye, yên
dinê hemû jinebî bûne.
Ew keçika hanê jî ya nêzîktirîn dostê wî Hezretî Ebû Bekir e
(Xwedê jê razî be.) yanî Eyşeya keça Hezretî Ebû Bekir e…
Piştî ku hevala Cenabê Muhemmed silavên Xwedê lêbin ya
yekemin diçe ser heqiya xwe, Qasidê Xwedê pêşiyê ji xwe re bi Hezretî Sewde re
zewiciye û dûv re jî dema ku koçî Medîneyê kiriye bi Hezretî Eyşe Xwedê jê razî
be re zewiciye.
Tiştê ku hinek kesên di dema me de dikin sedema nîqaşê,
mezinbûna temenê Qasidê Xweedê û pîçûkbûna temenê dayîka bawermendan Hezretî
Eyşe Xwedê jê razî be ye.
Li vê derê dive ku em hinek xalan zelal bikin:
-
Herwekî ku
tê zanîn herema Erebistanê germ e, û di wê av hewayê de mirov zû balix dibin
yanî têne dema zewacê. Bi taybetî keçik berî lawikan digihêjin temenê zewacê û
dikevin adetên mehane. Adetên mehane ji bo keçekê mîna sembola mezinbûnê ye û
wateya wê ew e ku heke ev keçik vê gave bizewice dikarin zarok jê re çêbibin.
Piştî ku keçik balix bû, êdî di navbera wê û zewacê de ji hêla hikmeta zewacê
ku berdewamkirina neslekê ye tu asteng namînin.
-
Di wê gavê
de ne tiştekî xerîb û sosret bû ku kesekî bi temenê xwe mezin bi yeke ji xwe
bi temen piçûktir re bizewice. Ev yeka hanê ta van salên dawiyê jî di navbera
me kurda bi xwe de jî weke tradisyonekê berdewam kiriye.
-
Hezretî
Eyşe belê rast e ku jina Qasidê Xwedê Cenabê Muhemmed e û dayika bawermenda
ye, lê ew bi xwe di tarîxa Îslamê de û di nav zanistên Îslamî de bi taybetî di
ware ragihandina Hedîsên Cenabê Pêxember de ji jinekê bêtir karê xwendekareke
zîrek kiriye. Yanî em dikarin bibêjin ku hîkmeta zewaca wê ya bi Qasidê Xwedê
re ragihandina jiyana Qasidê Xwedê ya malê ji bo kesên bawermend e, ji xwe
Qasidê Xwedê di hedîseke xwe de gotiye ‘’nîvê dînê xwe ji vê sorikê (humeyra)
fêr bibin.’’. jiber ciwaniya xwe pêkanîna vî karê hanê bi awayekî herî
serkeftî bûye para wê. Yanî bi gotineke dinê em dikarin bibêjin di nav temamê
jinan de ya di warê ragihandina Îslamê bo bawermendan serkeftî Hezretî Eyşe bû
Xwedê jê razî be.
-
Heke
Qasidê Xwedê Cenabê Muhemmed Silavên Xwedê lêbin bi xwestina Eyşe karekî
nelirê (haşa) kiribûna, gelo ma çav bi sere xezûrê wî Ebû Bekir Xwedê jê razî
be tunebû. Ew Ebû Bekirê ku ji bo rastiyê hemû derfetên di destê xwe de fîdayî
doza xwe kiribû nikarîbû li hember vê xeletiya hanê derketana? Heta piştî
xwestina wê, piştî ku koçî Medîneyê dikin dê çima ji Qasidê Xwedê bipirsiyana
‘’Ya Qasidê Xwedê ma çi asteng heye ku tu jina xwe nabî mala xwe?’’ Qasidê
Xwedê jî di bersîvê de wek sedem ne piçûkbûna temenê wê, lê belê tinebûna
derfetên maddî nîşan dabû. Hezretî Ebû Bekir bi xwe deyn dabû Qasidê Xwedê da
ku pê mahra Hezretî Eyşe bide. Piştî vê yekê jî diya Hezretî Eyşe bi destê xwe
keçika xwe dixemilîne û dibe mala Qasidê Xwedê.
-
Heke ev
zewaca hanê sosretek bûna wek me li jor jî got dê munafiqên wê demê yên ku li
bendî manayekê bûn ev ta bikirana werîs û li zimanê xwe bigerandana.
-
Nuqteyek
dinê jî jin û zilam ji hêla qabiliyeta nesilberdewamkirinê ne mîna hevûdû ne.
jinik pir pir heta 45… saliya xwe dikare zarokan bîne. Piştî wê êdî ji adetên
mehane qut dibin û zarok ji wan çênabin. Lê zilam ne wisa ne, ta heftê heyştê
saliya xwe jî dikare zarok ji wan çêbibin. Ji ber vê yekê di nuqteya
berdewamkirina neslê jî ku sedema hikmeta zewacê ya herî girîng bû, tu nakokî
di navbera temenê wê û yê Cenabê Pêxember S.X.L tuneye.
-
Rojek ji
rojan me tu gazin ya derbarê vê zewacê de ji Hezretî Eyşe Xwedê jê razî be ne
di jiyana wî de ne jî piştî wefata wî nebihîstiye.
Binêrin bê ka Hezretî Eyşe
Xwedê jê razî be, dîtinên xwe derbarê têkiliyên Qasidê Xwedê yên bi jinên wî re
ji me re çi xweşik radigihîne:
"Ew (Cenabê Muhemmed) li hember jinên xwe di nav mirovan de
yê herî nerm, herî kerîm/ qenc û rûgeş û devliken bû."(G.Ahmed Ziyaüddin, Ramuz
El Hadis, 2. cilt, Gonca Yayınevi, İstanbul, 1997, 531/7
| Dem: 27/4
2005 Seet: 11.
şandine:
Mucteba Baravî.
Vegere |
|