|
Xebateke Giranbiha
-Romana Selaheddînê Eyyûbî- Ya M. Emîn Narozî
UPPSALA,
8/5 2005- Romana Selaheddînê
Eyyûbî-
Roman beriya her tiştî bi navê xwe bala mirov dikişîne,
Selaheddînê Eyyûbî…
Selaheddînê ku siltanî heq kiribû…
Selaheddînê ku di dilê hemû mislimanan de ciyê xwe girtiye…
Selaheddînê ku cara duyem Quds ji destê xaçiyan derxistiye…
Li gor ristina romanê;
Tevî her tiştê xwe, Selaheddîn Kurdek e û desthilatdariya wî
bi wan giran tê…
Di romanê de berberiyên siyasî, fen û fûtên ku kesên der û
dora siltanan li ber hevûdû vedidin, şelaqiyên ku tên kirin, digel jiyaneke bi
fexfexe nerihetiya dil, dawîlêhatina li Xelîfetiya Fatimiyan…
Li hêlekê jî evîna di navbera mêrxasê Selaheddînê Eyyûbî,
Îmadeddîn û Seyyîdet- el Mulk ku xuşka Xelîfeyê Fatimiya yê paşiyê ye bi awayekî
wisa xweşik hatiye ristin ku hema hema bala mirov ji rewşa Selaheddîn bêtir ya
wan dikişîne…
Tevgera Îsmaîliyan digel keleyên ku xwe tê de diparastin bi
awayekî wisa xweşik ristin ku tu bibê nebê di hengama xwendina romanê de, mirov
demekê bi wan re dijî û di kesayetiya lehengan de di rastiya wan digihê…
Heçî ji hêla teswîr û pesindana cîh û deverên hilbijartî de
bêhempa ye, şaxberdana ji wan tiştên dîrokî û pesindana alavên wê demê, bi
taybetî yên der û dora Xelîfetiya Fatimiyan hêjayî nirxandinê ye.
Karakterên lehengên hilbijartî ji destpêkê ta dawiyê
lihevhatî ne û tu dijberî di navbera wan de tuneye.
Dema ku mirov pesindana kesayetiyên der û dora du dewletan,
ya Xelîfetiya Fatimiyên li ber têkçûnê û Dewleta Eyyûbiyan ya di destpêka
avabûnê de dide ber hevûdû tiştekî weha derdikeve pêşberî me; hemû der û dorên
Xelîfetiya Fatimiyan û giregirên wan li gor î nêzîkbûna nesebê xwe ciyê xwe
girtine û ji hêla kesayetiya xwe de gelekê cara vala ne û li ciyê ku heq
nekirine; lê gava mirov berê xwe dide giregir û pêşdehatiyên dewleta Eyyûbiyan
ya ku di serdema avabûna xwe de ye, ji neseb û merivantiyê bêtir kesayetiyên ku
ew cîh heq kirine, mirovên ji dil û dilawer ber bi çavê mirov dikevin.
Heçî zimanê romanê ye, heke parîkî ne dirêj be mirov dixwaze
di yek carê de biqedîne. Herikbariya ziman bi bêjeyên lihevhatî û nêzîkî
ragihandina armanca xwe, bûye mîna ava çemikên ku nuh ji berfê heliyabin û ji
qontara çiya ber bi newalên şaristaniyan de diherikin.
Lê heke îlahim hun dixwazin di romanê de kêmaniyekê bibînim
ez dibêjim ew jî di ware bahskirina ji Selaheddînê Eyyûbî û serdema Dewleta
Eyyûbiyan ya herî girîng ku ji nuh de bi destxistina Qudsê ye. Di romanê de ji
nifşka de Selaheddînê ku bê wî li Misrê kesek nikare tiştekî bike derdikeve
pêşiya me. Heke ji destpêka jiyana wî de hinek agahî bi awayekî hatibûna dayîn
dibû ku roman rengîntir bûbûna. Wekî ku hat gotin digel ku ji nuh de
bidestxistina Qudsê serdemeke gelek girîng e ji bo Dewleta Eyyûbiyan kêmtirîn
girîngî bo wê mijarê hatiye dayîn û ji xwe qet mirov nikare ji romanê fêr bibe
ku ka gelo ew di bidestxistina Qudsê bi ser ketin ya na…
Roman ji 298 rûpelan pêk tê û orjînala wê bi zimanê erebî ji
hêla nivîskarê hêja Curcî Zeydan ve hatiye nivîsandin.
Heçî ev nirxandinên ku ez dikim li gorî wergera birêz Emîn
Narozî ya ber bi zimanê kurdî ve ye ku hema hema mirov tê dernaxe ku ev
berhemeke werger be.
Ev pirtûk di sala 2003an de ji hêla Weşanxaneya Nûdemê ve
hatiye çapkirin.
Mucteba Baravî
|