|
Ew dewleta ku nikaribe li welatê xwe
aştîyê pêk bîne wê bi çi rûyê behsa aştîyê bike!
STOCKHOLM;
2/5 2005- Dewleta Tirk jî îro pêve bê ku raya giştî
pê bihese,
wê emr û fermanan dîrek bi rêya xeta
têlefona sor ji dewleta Îsraîl bigire. Li ser daxwaza serokwezîrê Îsraîl
Ariel Şaron’
wê di navbera dewleta Tirk û ya Îsraîl de,
xetek sor ya telefonê were kişandin.
Ariel Şaron’ bi kiryarên xwe ji K. Ataturk kêmtir nine, lê Ariel Şaron
dibêje; ez heyrana nêrîn û
Pêşniyarên
Erdogan mame. Birastî jî ew huner di Erdogan de heye ku
mirov ji hunerên wî re heyran bimîne? An jî Erdogan sedaqet daye Îsraîl
ku wê emr û fermanên tên dayîn, bêkêmasî bi cî bine?
Bi ya min dewleta Tirk ji
bilî nabaşî û dek û dolabên genî bi kêrî tu tiştek dinê nayê. Ew dewleta
ku nikariba li welatê xwe aştîyê pêk bîne, ma wê çawa kirba
behsa aştîyê bike! Erdogan bi emr û fermana serokê Emerîka
George W Bash çû Îsraîl. Berîya Erdogan biçe Emerîka, divîyabû hin pîlan û
piroje îmza bikira û rola ku ji Erdogan re tê dayîn bihata gotin.
Rolên xirab tim ya dewleta Tirk bûye û
Erdogan vê rola xirab bi seleta aştîya
navbera Îsraîl û Filstîn, di xwaze bide qebûl kirin. Dewleta Tirk di Rojhilata
Navîn de xwedî tu desthiladarîyek nîne, vêca wê çewa karibe aştîyê
di navbera Îsraîl û Filistîn pêk bîne.
Serokwezîrê
Îsraîl Ariel Şaron, di civîna çapemenîyê de dibêje; ew
dixwaze ku ji tecrûbe û hunera Erdogan fêde bibîne. Dewleteka wek Îsraîl
ku li ber destê Emerîka perwerde bûye û di werê teknîk û eskerî de dewletek herî
serketîye, ma ji bilî xizmet bi Erdogan, wê çi pêwîstbûna Îsraîl bi
Erdogan hebe?. Bi rastî wek din mirov tu rêyek din nabîna û tu meneyek din
nade axaftinên Ariel Şaron.
Ya herî balkêş
ew e ku rayedarên Tirk, berê diçin
Îsraîl û paşê
derbasî Filistîn dibin.
Dilbirîn
|