|
Haza beyanu
qissetî Yûsuf we Zuleyxa’(Ev
behsa serpêhatiya Yûsuf û Zuleyxayê ye)1
Bismîllahîrrehmanîrrehîm
we bîhî neste‘în
(Bi navê Yezdanê pakê dilovan î
mihrîban û em daxwaziya alîkariyê her jêdikin)
Lewra
tu ‘ezîm û zulcelal î
Bê mewt û menam
û bê zewal î
Sed carî bi qasî
kaînatê
Ta‘et bikin em
digel heyatê
Yek zerre ji
lutf û rehmeta te
Yek qetre ji
gulk û re’feta te
Me‘dûmî dikit ewan temamî
Xeffar
û Xefûr û bêmenam î
Dîsan
tu bi fedl û rehmeta xwe
Îhsan tu bike bi
himmeta xwe
Rehmê
tu bike li me feqîran
Hifza me bike ji hewl û nîran
Ya Rebb bi
cemala zatê sermed
Azadî bikey
Selamiyê bed
Lutfê
tu bikey tu min riha kî
Ber
xatirê nûra Mustefa kî
Ev
name te kir Îlahî kamil
Cefa
ku te kir ji me jî hasil
Hêvî
dikim ey Cenabê Barî
Mehfûz
bikî min ji eqlê tarî
Mehrûsî bikî tu cumle weqtan
Ya
Ra’him û ya Re’hîm û Re’hman
Fî wesfî Muhemmed
sellellahu ‘eleyhî we sellem
(Di pesnê Muhemmed de ye,
mihrîvanî û ewleyiya Xwedê lê be)
Ey
şemsun mûnîrun ‘alem ’ara
Textê
felekê ji bo te sehra
Xwurşîd ji bo te goyê meydan
Qursa
qemerê ji bo te çogan
Sond
xwarî bi te Xwudayê Xeffar
Muxtar
tu kirî Cenabê Settar
Xulqê
te ‘ezîm û şekl û tenwîr
Nîne di şerî‘eta
te texyîr
Barî tu kirî
xetîm û muxtar
Esra rêkirî
ji bo te îzhar
Îsmê
te ji menbe‘a celalê
Navê
te ji me‘dena cemalê
Terqîmê kir û bi îsmê Ehmed
Lewra
tu ‘Ezîm î ya Muhemmed
Serdefterê cumle enbiya î
Zî
‘ezz û ‘ela û zî cela î
Bab e
ji te ra hedîsê lewlak
Rutbe
ji te ra ‘urûcê eflak
Ey
kanê gulşena şefa‘et
Şû‘a
qemerê te kir îşaret
Ey
şafi‘ê saheya beqayê
Ey
serwerê ‘ereseya ‘etayê
Ma
kane Muhemmed ête rutbe
Eflakî
ji bû te nîmi ‘utbe
Hindî
ku ‘ebîd û enbiya ne
Hindî
ku feqîr û etqiya ne
Hindî
ku şehîd û esfiya ne
Hindî
ku se‘îd û ewliya ne
Fexrê
dikin ew ji şewketa te
Hêvî
dikin ew ji himmeta te
Barî
tu birî semaê e‘la
şubhe
qe nema ji bo te esla
Mewca melekan ji
bo te sef sef
Ew
hatine pêşiya te ref ref
Ev
reng e kirin ziyareta te
fiada
bûbûyin bi re’feta te
Fî
behsî Yûsuf (Di
behsa Yûsuf de)
Tel‘et
qemer û munîrê mehrû
Qametelîf û sîmahî ebrû
Teşbîhê mehê, nezîrê xurşîd
Serdarê nicûm û necmê nahîd
Weqtê
ji bo rû dibû nihanî
Bêhêvî
dibû purr [ew] ji canî
’Hîna
ku di rutbeya tefalan
‘Umrê
wî gihaye seb‘ê salan
Wî dî
bi ‘eceb çi xewnekî xûb
Rabû
meşiya bi alê Ye‘qûb
Wî
gote: "Puder bike tu bawer
Xewnek
me diye ziyade enwer"
Ye‘qûb
wehe gote: "Zi cemalî
Teqrîrê bike bi vî mealî
Xewna
xwe ji bo me ra beyan ke
Teqrîrê bike li me ‘eyan ke"
Yûsuf
kete me‘reda xîtabê
Teqrîrê dikir bi vê cewabê
Wî
go: "Me diye di burcê exter
Xurşîd û qemer
bi yazdeh
exter
‘Azim
geriyan bi mîsalê bende
Bilcumle birin ji bo me secde"
Ye‘qûb
wehe go: "Nekî îşa‘et
Mekşûfî neke ev e emanet
Ev
xewne dilalet e li şahî
Hem
‘îlm û kemal û padîşahî
Eknûnî
dikim li te wesiyyet
Mexfî
tu bikî evî bi diqqet
Xewna
xwe mebêj ji bo biran e
Hîlan
dikin ew li te bizane
Necmê
ku birin ji bo te secde
Îxwani
dibin ji bo te bende"
Ye‘qûb
hebû duxteri suxensaz
Wextê
ji puder bihîstî ev raz
Fî
’l-halî gihaye nik biran e
Ev
xewn kir wê li wan ‘eyan e
Mebhesa murace‘ata ewladê Ye‘qûb bo birina Yûsuf bo seyranê
Paşî
bi vî rengî cumle îxwan
Ew
çûne huzûra pîrê Ken‘an
Daxil
geriyane wê melaê
Ev
reng e kirin ji wî ricaê:
"Em
hêvî dikin tu Yûsufê xûb
Me’zûnî bikî bi ‘îzz û uslûb
Bêtin
bi me ra li koh û deştan
Reh
şubhetê teyrekî bihuştan
Seyran
bikin di rewdeya pak
Her
xunçe bibin bi wî şerefnak
Meqbûl
tu bikî ji me ricaê
Em
hifzê dikin ji her belaê"
Destûr
ewî da ji bo biran e
Yûsuf
ku birin wekî koran e
Gavek
wehe reng li ba xwe danîn
Tedbîr
dikirin wekî dizanîn
Ev
reng e rica kirin ji Yûsuf
Xewna
xwe bibêj nekî te’essuf
Paşî
li biran ewî eyan kir
Mestûrî nekir ewî eda kir
Wan
go: "Ku çi xewnekî cela ye
Mîn
be‘do ji bo me purrr bela ye”
Dastana havêtina Yûsuf li bîrê piştî Qutanê û ‘ezabdanê
Yûsuf birine serê çiyayî
Guya kete rutbeya belayî
Xemla ku hebû ji wî hilanîn
Xurşîdî ji metle‘ê deranîn
Esla
nekirin li wî çu hurmet
Pêxwasî birin bi kerb û hesret
Teşbîhê cinûn û merdê şeyda
Ferdek
ji biran nema ku lêda
Şem‘ûn
bi vî rengî ew dikêşa
Yûsuf
ji mehebbeta wî êşa
Hindî
ku dikir fîxan û zarî
Rehmek
venebû ji wan diyarî
Ye‘nî
wehe gote wî Yehûza:
"Ev
reng e çima dibî tu şeyda
Ye‘nî
tu meke evê fîxanê
Dengê
xwe meke di vê mekanê
Alem nebitin bi me ku ahek
Zahir nebitin ji me gunahek"
Yûsuf kete Me‘reda cewabê
Teqrîrê kir û bi vê xîtabê
Go:
"Hindî dikim fîxan û zarî
Zulmê dikin hûn
li min diyarî
Qelbê me dida ji bo me teskîn
Ev
reng e digo ji bo me tehsîn:
Ye‘nî
te nehin biraderê pak
Mehzûn
tu nebî bi qelb û xemnak
Lewra
ku ji bo me ew beyah in
Heryek
ji te ra çi xeyr û xwah in
Qelbê
me ji bo me bêwefa bû
Tiştê
ku medî ji wî cefa bû
Îro me
nehin qiyametabek
Esla me nedî ji we sewabek"
Weqtê ku bihîstî ev Yehûza
Şefqet
geriya ewî di dil da
Paşê
bi terîqa mihrîbanî
Bû
muşfiqê bi-l-eceb nihanî
Hindî
ku dikir digel wî şefqet
Hindî
ku dikir digel wî me’hbet
Îxwan
hisiyan bi vê mewadê
Ew
hatine me‘reda ‘înadê
Bi
’l-cumle kirin ji wî melamet
Ev
reng e kirin ji wî şîkayet:
"Rehmê
tu çira dikî li Yûsuf?
Êdî
tu meke li wî te’ssuf!
Em dê
bikujin ewî fena kin
Canê
wî ji qalibî cuda kin"
Paşê wehe gote wan Yehûza:
"Dîwane mebin ziyade şeyda!
Şayest me nehin bi kuştina wî
Laîq me diye bi girtina wî
Çalek me diye ziyade dûr e
Purrr deyq û zulam û ew çi kûr e
Mehbûsî bikin ewî di çalê
Hetta bibe laîqê zewalê"
Ev
reng e kirin ji bo xwe tedbîr
Esla
nekirin ewan çu te’xîr
Rabûn
ji mehê kiras deranîn
‘Uryanî kirin li wê nikalîn
El-qisse lîqa kirin bi çalê
Xurşîd kete
me‘reda nihalê
Merbûti kirin
gurgî bi cogan
Ênane
huzûra Pîrê Ken‘an
Yaqûb
ku dema li wî nezer kir
Got:
"Yûsufê min çira te ker kir
Şermek
te nekir ji Zu ’l-Celalî
Rohniyê te bir ji wî şemalî
Ey
gurgê di rengê ‘eqlê tarî
xewfek
te nekir ji girdikarî
Giryan
te kirim di mah û salan
Cergê
me kirî ziyade talan
Pence
biweşî meger tu ey gurg
Meqhûrî bibî meger tu ey gurg
Dindan biweşin
meger tu ey gurg
Çavik birrijî
meger tu ey gurg
Kanî
te çikir bi Yûsyfê min?
Aya te çikir bi
nûrişê min?
Teqrîrê bike
wekî dizanî
Însafê bike wekî
nihanî"
Paşê ku ji
mu‘cîzatê Ye‘qûb
Gurgî wehe kir tekellumek xûb
Fî
’l-hal wehe gote Pîrê Ken‘an:
"Min
hêvî heye nekî tu efxan
‘Ewdet
me bike ji vir [bi] sur‘et
‘Azim li guran
bibim bi sedmet
Mewcûdî bikim
guran ji bo te
Hazir bikim ez
hemî ji bo te
Gava ku giha
serê çiyayê
Kir
gazî yû zûrî yû nîdayê
Ey gurgê biwara
û seharî
Hûn cumle bibin
li vir diyarî
Ev reng e hemî
li wî cema bûn
Fî ’l-cumle bi
gaziyê numa bûn
Paşê wehe got ewî bi gurgan
Da
xewfê mekin ji Pîrê Ken‘an:
“Lewra
ku heye ewî melamek
Ew dê
biketin ji me sualek
Hîva
ku hebû di burca Ye‘qûb
Eknûn
xefiye ji çeşmê Ye‘qûb
Ye‘qûb
wehe gote min ‘eyan e
Ye‘nî
ku we xwar mekin nihan e
Rabe
bi me ra biçine Ken‘an
Em
cumle bikin ji bo te ênan"
El-qisse gehane nîvê Ken‘an
Aman
dikirin ziyade efxan
Teqrîrê bikin bi macerayê
Hifza
xwe bikin ji vê belayê
Xelkê
ku hebû di nîva Ken‘an
Ev
reng heyyirîn ji dehşeta can
Bi
’l-cumle revîne xaneyê xwe
Mestûrî ewan kirin derê xwe
‘Arif
nedibûn bi macerayê
Ew
mane di heybet û belayê
Ye‘qûb
wehe gote xelkê Ken‘an:
"Pirr
sewade mebin ji xewfa gurgan
Min
be‘dî mekin evê melalê
Ez dê
ji guran bikim sualê"
Paşê
ku gehaye nîvê gurgan
Teftîşê kir û ji kal û canan
Kanê
we çikir bi mahê Ken‘an?
Mekşûfî bikin bi ‘eql û îz‘an
Dayi‘ we çira kir o dilara
Te‘banî we kir li gurgê sehra
Gur
hatine me‘reda girînê
Ev
reng dikirin ji dil yemînê:
Wellahî qesem ev e mu’heqqeq
Yûsuf me nedî nexwarî mutleq
‘Ehda me bibit li ber derê te
Em
goştî nexwin di kewşenê te
Heta
we ku Ken‘anî benam e
Goştê
wî li gurganî heram e
Farix
geriyan ji maceraê
Fi
’l-halî gihane Kerbelaê
Der beyanî
reftenî Yûsuf ba Malik
(Derheqê
gihîştina Yûsuf cem Malik)
Rojek bi nîşatî,
kamiranî
Malik meşiya bi
kariwanî
Matem zêde bû ji
teşte halê
Gava ku gihaye
qurbê çalê
‘Ebdek wî hebû
bi namê Buşra
Purrr pak û
letîf û purrr dîlara
Malik
wehe gote: "Zî cemalê
Avê tu
derîn ji nîvê çalê"
Rabû
wehe reng bi vê mealê
Delwa
xwe gihande nîva çalê
Cibrîlê wesil gihaye Yûsuf
Gotê:
"Tu meke li vira tu weqif
Teşbîhê mirovekî di xewnê
Rûnê
wehe reng di nîvê delwê"
Kêfa
wî vebû bi vê mealê
Rabû
bi vî rengî ew ji çalê
Rûnişt
wehe reng di nîvê delwê
Emma
sekinî bi ‘izz û ‘ulwê
Buşra
bi vî rengî delwê kêşa
Emma ku milê wî
ji ber diêşa
Delwa
xwe deranî purrrr giran e
Wî dî
ku mehî di nêv nihan e
Şewqa
wê didaye asîmanî
Herçi
bidîya diçû ji canî
Ev mujde ewî
gihande Malik
Malik ji cihê
xwe bûye salik
Malik fekirî ku
Yûsufê pak
Teşbîhê qemer di
burcê eflak
Dunya kiriye ewî
munewwer
Sehra
kiriye ziyade enwer
Qet
quwet nekir li ba xwe danî
Kovanekê ewî hilanî
Pakî
nekir ji xakê xeyrê
Rabû
meşiya bi alê Misrê
Der
beyanî ‘amîlên bira der Yûsuf we teftîşî halê o
(Derheqê kirinên biran bi Yûsuf re û sehîtiya rewşa wî)
Îxwan
heyyirîn ji vê mealê
Emma
dikirin nezer li çalê
Ferdek
ji biran ku kir tesella
Wî dî
ku nehin di çalê esla
Hindî
ku dikin nîda li mahî
Zahir
qe nebû seda tu cahî
Fî
’l-hal ku gihaye alê îxwan
Teqrîrê kirî ji mahê Ken‘an
Wî go
ku: "Me kir qewî tesella
Yûsuf
me nedî di çalê esla"
Rabûn
wehe reng ji wî mekanî
Derhalî gihane kariwanî
Teftîşê kirin ji sariyanan:
"Ebdek
me hebû gelî ciwanan
Fitrakê nedibû li nik qerar e
Îro
wehe kir ji me fîrar e
Tehqîqê bikin ji me bizanin
Ew
hatiye ba we em dizanin
Em
dê wehe qîrek li we hênin
Cerg û cegeran ji we derênin
Em
dê wehe reng ewî riha kin
Însafê
bikin ewî numa kin"
Malik
heyyirî ji vê belaê
Emma
kete mehder û rîcaê
paşê
ewî go: "Bi ‘urf û ‘adet
Bey‘a
wî bikin li min ‘înayet"
El-qîsse di me‘reda bihaê
Meqbûlî kirin ji wî rîcaê
Bazarî
kirin bi neqd û indik
Paşî
bi vî rengî dane Malik
Wan
go: "Tu evî bibe bi sur‘et
Hifza
wî bike qewî bi diqqet
Lewra
ku ziyade bêwefa ye
Ger
hifzê nekî li te bela ye"
Ev reng ji biran
ewî ku zanî
Rabû wehe reng ji wî mekanî
Yûsuf kire rakibê sîmendê
Şewqa
wî gihaye rûyê erdê
Zulfên di ewî ji miskê ezfer
Dinya tijîkir ji
‘ud û enber
Ew gulbena
gulşena me‘anî
Punhan geriya ji
kariwanî
Ev
reng e dikir rîca û mehder
Nageh (di)gihaye qurbê mader
Gavek sekinî [û] du‘a kir
Hindî ku tederru‘
û sena kir
Weqtê ke ha du‘a
kir îcabet
Barî
wehe reng digel ‘înayet
Mader kete
me‘reda xîtabê
Teqrîrê kir û bi
vê cewabê
Yûsuf tu nema ke
ji bo xwe efxan
Barî
diketin ji bo te îhsan
Ye‘nî
te dikit qewî mukerrem
Şahî
diketin li te musellem
Yûsuf
ku bihîstin ev beşaret
Tesîrê
kir û di wî îşaret
Yûsuf
bi cemalê alem enwer
Mexfî
ku gehaye qurbê mader
Xelkê
wehe kir ji bo wî texmîn
Yûsuf
reviya ji wê bi te‘yîn
Ev
reng e xeber gehaye Malik
Texmîn
dikir û ewî kezalîk
Malik
heyyirî ji vê cewabê
Hindî
kete derd û înqîlabê
Çendek
ji emîn û hemnişînan
Te‘yînê kir û wekî hezînan
Hindî
dikirin ji bo wî teftîş
Hindek
dikirî ziyade endîş
Wan dî
bi mîsalê mahî ender
Der
hatiye ew ji şurbê mader
Malik
we hebû siyaheqûlek
Merkebsîfet e mîsalê xûlek
Bedxwah û xirab û semînîgar
Bedfî‘al û rezîl û purr beyankar
Ew jî
wehe reng digel emînan
Hazir
wehe bû wekî hezînan
Purr
çêl û çep û ziyade me‘yûb
Hîna
ku gehaye Yûsufê xûb
Rehmek
qe nekir şiqamek lêda
Goya
ne şiqam sîham bû lêda
Yûsuf
ku dikir fîxan û zarî
Emma
wehe reng bi emrê Barî
Ewrek
qewî bû ji qudretullah
Baran
di rijî ji rehmetullah
Seylan
ji çiyan ku îstîla kir
Xewna
xwe bi vî rengî fena kir
Malik
fekirî di vê mealê
Aya
kiye ba‘isê fî‘alê
Tewbe
biketin ji bo îlahî
Seylan
bibîtin li me ku mahî
Qûlê
nekirî ji wî çu înkar
Ev
reng e kirî ji bo wî îqrar:
"Weqtê
ku revî ji ba te Yûsuf
Hindî
ku kir te qewî te’essuf
Ez
çûme gehame wê nîgarê
Min dî
wehe reng li ser mezarê
Reh
şubhetê mehrakêemucella
Meqber
kiriye bi zêr mutella
Ye‘nî
ji makinê hêsirê pak
Meqber
bû bi wî ziyade temnak
Nisrî
wehe reng şiqamek lêda
Efxanî
dikir ewî huweyda
Paşê
wî dikir du‘a ji Barî
Seylan weha bû li me diyarî"
Malik weha gote wî siyahî:
"Rabe tu here li alê mahî
Dest pûse bike
li te emanet
Lewra ku heye
ewî keramet
Zarî tu bike
digel rîcaê
Belkî bikitin li
me du‘aê
Şayed ku bibit
ji bo me rehmet
Belkî biçîtin li
ser me zulmet"
Bawer wehe kir ewî ji Malik
Sur‘et
dikir û ziyade çapik
Dest
pûse kir û ji wî rîca kir
Ne‘tê
wî kir û li wî sena kir
Yûsuf
ku kir û ji bo du‘aê
Tarî
hilat û bûye celaê
Malik
meşiya ku hate balê
Dest
pûse kir û ji wê mecalê
Emma
bi terîqê ‘uzurxwahî
Ev
reng e dikir bi wî mebahî
Gotê:
"Tu ezîzê me liqayî
Min
be‘dîhî bo me rehma yî
‘Uzra
me bike ji me tu meqbûl
Tehsîlê bike ji me tu me’mûl"
Malik
bi vî rengî ewî siwar kir
Emma
ku ji bo wî purr sena kir
Rabû
weha rengmusafîrane
Wî bir
şehrê di kafîrane
Xelkê
di wîlayetê temamî
‘Azem
geriyan bi xas û ‘amî
Emma
ku ji şehneşînê eywan
Elwan
e geha [bû]Yûsufê can
Wan
go: "Kiye xalikê te canan"
Yûsuf go: "Xudaê erd, asîmanan
Xulka
me kirî ji qetreyek ab
Er’hem
û Rehîm û Reb ul-erbab
Qeyyûm
û Qedîmê Alem ul-xeyb
Wehhab
û Kerîm û Satîr ul-‘eyb
Hûn jî
ji xulûsê sidq û îman
Tesdîqê bikin bibin musilman
El-qîsse cemî‘ê cumle kafir
Tesdîqê kirin bi qelb û hazir
Hasil
geriyan hemî musilman
Îqrarê
kirin bi Rebbê Subhan
Malik
ji wî şehrî çû bi şehrê
Çêtir
ji wîlayetê di dehrê
Şahê
ku hebû di wî welatî
Farix
geriya ji înnîyatî
Gava
kete mefreşa menamê
Mesdûdî kir û derê beyamê
Wî dî
bi xewnê yekî ji hatif
Teşbîhê birûsk û berqê xatif
Ev
reng e kir û li wî tesella:
"Îman
tu werîn bi Rebbê E‘ela
Wê
hatiye bo te xweş se‘adet
Hem tu yî
keramet û şerafet
Ew nûr
e ji nesla Îbrahîm e
Ew
pêxemberekî qewî helîm e
Rabe
tu here ewî werîne
Îkram tu bike ji
bo xwe bîne
Zînhar tu nebî
li wî muxayir
Emma tu bikî li
xwe musafir"
Fî ’l-hal geriya
ji xwabê beydar
Bû aqil û
hoşîmend û hişyar
Rabû fekirî di
kohê Saran
Ev
reng e di çar kenaran
Wî dî
ku ‘Ezîm kariwanek
Teşrîfê dikit bi xanedanek
Rabû
weha reng ji xan û manî
Fî
’l-halî gihaye kariwanî
Paşê
ewî dî ku mahê Ken‘an
Sakin
ew bûye di nîvê karwan
Pirsek
ewî kir ji sariyanan:
"Mesrûr we kiye gelî cuwanan"
Wan
go: "ev e ji bo me mesrûr
Ê
ku şewqê daye felek ev e mesrûr
Emma
ku ji Xudaê halê karwan
Ferdek
ji melaîketê di erdan
Te‘yîn
kir û çûye pêşî Yûsuf
Ev
reng e dikir digel teweqquf
Daîm
ku der ji boyê hurmet
Hindî
ku dikir ji bo wî xidmet
Behsê
bikin em [ji] şahê mezbûr
Aşiq
geriya li mahê mezkûr
Fî
’l-hal ewî tiliya xwe rakir
Îna li
derê xwe wî peya kir
Hazir kir ewî ji
boyê ni‘met
Ev
reng e kir û ziyade ‘îzzet
Îna ku
gihaye pêşî Yûsuf
Gotê:
"Tu bi xwe meke te’ssuf"
Yûsuf
qet nebû li nanî maîl
Meylê
qet nekir nebûye akil
We
go: "weha reng ji nanê kafir
Meyla
me nehin dikim tenafir
Lewra
ku heram e purr xerab e
Taqetî
nehin bidim cewab e
Hetta
hûn hemî nebin musilman
Ez
nabime akilê çu luqman"
Şahî
ku bihîstî ev cewab e
Ev
reng e kir û ewî xîtabe:
Ye‘nî
me heye ziyade latek
Bêmîsl
e nehin di her welatek
Da
biçin demek li alê latê
Pirsek
em bikin ji wê menatê
Hasil
ku gihaye alê latê
Yûsuf
fekirî li wê sîfatê
Yûsuf
ku dikir li wî nîdayek
Zahir
geriya ji wî sedayek
Emma
ku ji mu‘cîzatê Yûsuf
Latê
qe nekir li wî teweqquf
Lat
kete me‘reda peyamî
Teqrîrê kir û bi vî kelamî:
"Barî
yek e bêşerîk û yekta
Ew
wahidê bênezîr û hemta
Em
kîne ku xelq bi me bipirsin
Şermende
ne em qewiyê dest in
Herçî
ku bibê ku ev xef dîye
Ew
kafir e muşrik e belî ye
Herçî
kiriye felek muzeyyen
Ev
reng e kir we zemîn mu‘eyyen
Heq ku
Xuda ye ewê bîla reyb
‘Ellam
û ‘Elîm û ‘Alîm ul-xeyb
Rehman
û Rehîm û Layezal e
Wehhab
û Kerîm û Zu ’l-Celal e"
Şahî
ku bihîstin ev me‘anî
Îman
bi Xudê ewî ku anî
Paşê
ku ji nû te‘amekî pak
Aha
dikir û ewî bi îdrak
Înan
wehe pêşî şahê
Ken‘an
Te‘zîmî kir û ewî bi îz‘an
Şahî
ku dixwar gellek ji nanî
Nan
zêde dibû di nîvê xanî
Emma
ku ji wê bi ‘izz û xwûhî
Yûsuf
meşiya mîsalê mahî
Rabû
wehe reng ji terefê seyl
Derhalî gihaye nîvê Neyl
Gavek
sekinî di nîvê avê
Şewqa
wî dida mîsalê tavê
Yek
pir we ji qudreta îlahî
Fî ’l-hal sekinî
li ser wî mahî
Emma ku Xudaê
‘izz û şan e
Yek mahî ji bo
wî kir fîxan e
Mahî sekinî
digel xeberda
Teqrîrê kir û
ewî huweyda
Gotê: "Weledek
nehin me esla
Hêvî
tu bike ji Rebbê E‘la
Îhsan
bikitin li me tefalek
Êdî
nebitin li me melalek
Ew
xunceyê rewdeya heqîqet
Ew
gulşenê gulşena nubuwwet
Rabû
wehe reng ewî du‘a kir
Xellaqî muradê wî eda kir
Eha di
vî halî, di nihanî
Cebraîlî ji bon hulle anî
Cebraîl wehe gote Zî Cemalê:
"Ey
menbe‘ê me‘dena kemalê
Poşîde
bike evan lîbasan
Herşol
bibit ji bo te asan"
Cebraîl wehe kir li wî tesella
‘Ewdek kir û çû meqamê e‘la
Yûsuf xemilî ziyayde çalak
J`
îstebreq û sundusê şerefnak
Ev
reng e kir û ewî xeraman
Alem
bi vî rengî lê ecêb man
Malik
fekirî cilê di nader
Yûssuf
li xwe kir ji new‘ê faxer
Bû mat
û muheyirrê cemalê
Pirsek
wehe kir ji Zî Cemalê:
"Kê da
ji bo te ev cilê pak
Alem
geriya bi te şerefnak"
Yûsuf
wehe go: "Cenabê Barî
Ev
reng e ji bo me kir diyarî"
Behsê em bikin ji mahê Ken‘an
Ser
xelqê cumle mîr û sultan
Weqtê ku gihaye şehrê Misrê
Bey‘a wî kete meqamê fexrê
Misrî ji cihê xwe bûne salik
‘Azim
geriya gihane Malik
Yûsuf kete
saheya delalan
Ferdek qe nema
ji pîr û kalan
Ew bo xwe bikirî
cemalê Yûsuf
Emma heyirîn ji
‘eşqa Yûsuf
Pîrek
wehe reng di wî zemanî
Pengek
ji dizî hilanî
Ew jî
wehe reng ku bûye bayi‘
Ferdek
qe nebû ji bûyê mani‘
Wê
go: "Me nehin zêr û qumaş
Gerçi
ku ji bo murebbi‘e
haş
Em
jî wehe reng di silkê bazar
Qani‘ em bibin bibehsê dîdar
Her
muşteriyek digel rîcaê
Ew
hatine me‘reda behaê
Hindî bi qeder seqîliya wî
Hindî bi qeder giraniya wî
Mewcûd dikirin ewan cewahir
Me‘dûd
dikirin ewan gewahir
Ênane
ji bo behaê Yûsuf
Esla
nedikir ewan te‘ssuf
Malik
qe nekir qebûlî bazar
Mayûs
geriya li wî xerîdar
Ew
mane di mehdera ricaê
Taqet
nekirin bidin behaê
Bû
xeleqêk di nêv mealê
Bû
dexdexêk di vê sualê
Qîzek we hebû di wî zemanî
Mehbûbî ziman û nuktedanî
Emma ku ziyade xûb e zîba
Hindî ku hebû qumaşê dîba
Hindî ku hebû ewê cewahir
Hindî ku hebû ewê nedadir
Ew
bazîxe bû bi nam û nîşan
Hûrîsîfet û mîsalê xilman
Waqif geriya ji halê Yûsuf
Êdî
qe nekir ewê teweqquf
Meslûlê ji neslê ‘adiyan bû
Ew
malikê malê cariyan bû
Sed
bar tijî ji le‘l û mercan
Amade kir û ziyade efxan
Ênan û gihaye mahê Ken‘an
Emma ku dikir
ziyade efxan
Berqe‘ ji ser
serê xwe ku hilanî
Bû ‘aşiqê wî bi
qelb û canî
Goya geriya
cinûn û şeyday
Gavek sekinî
dilî xeberday
Hindî kete
me‘reda senaê
Paşê wehe kir ji
wî rîcaê:
"Min
hêvî heye li min ‘eyan ke
Mestûrî nekî li
min beyan ke
Kê daye ji bo te
çeşmê şeyla
Kê daye ji bo te
husnî e‘la"
Yûsuf ku
bihîstin ev deqaîq
Ew kete me‘reda
heqaîq
Ew di gulbenê
rewdeya cînanê
Ev
reng e digote nuktedanê:
"Ev
husnî pend e, ‘Alem ul-xeyb
Îhsan
wehe kir li min bîla reyb
Hindî
ku mu’ennes û muzekker
Hindî
ku ji sûretê mukerrer
Mewcûdî kir û bi qudreta xwe
Amade
kir û bi re’feta xwe
Ew
Wahidê wutr e bêzewal e
Qeyyûm
û qedîm û layezal e
Îman
tu werîn bi Rebbê ‘Alî
Lewra
tu ziyade zî cemal î"
Qîzê
ku bihîstin ev şemaîl
Emma
geriya ziyade maîl
Fî
’l-hal tiliya xwe wê hilanî
Eşhed bi Xudê ewê ku anî
Malê xwe ewê hemî feda kir
Paşî ku ewê meqamî çêkir
Rûnişt
wehe reng zewî meqamê
Farix
geriya ji xas û ‘amê
Hifza
xwe kirî ji her menahî
Ta‘et wehe kir
ji bo Îlahî
Mecazî
nebû li wê cenan da
Hasil
geriya murad di can da
Dastana wesfê Zuleyxayê û caniya wê û dîtina wê bo Yûsuf di xewnê da
Şahek
wî hebû bi namê Temûs
Zî
‘izz û ‘ela û purr bi (nam-i) namûs
Ev
reng e bi meclisê cefaê
Emma
ku dî re’feta hemaê
Hindî
ku hebû ewî li walî
Sahib
kerem û ziyade ‘alî
Qîzek
wî hebû ziyade zîba
Navê
[wê] bi xwe bû Zuleyxa
Mehbûb
bû di nêv zemanê dehrê
Belkî
bi mîsalê Cennet hûrî
Rojî
qe nebû li zîbaya wê
Meh jî
nedibû li xûbaya wê
Şems
û qemer û mûnîrealem
Xakîneseb û ji nesla Adem
Qeddê
wê ji resmê aferîd e
Husna
wê ji cinn e surkeşîd e
Tedrîs
kiribû felek cemaleş
Telqîn
kiribû felek kemaleş
Zulfê
dîdem û hoşîmendan
Şayiste dibûn bi qeyd û bendan
Cem‘a
felekan ji boyê tehsîn
Burca
qemerê ji boyê tezyîn
Çeşmê
ku mîsalê afîtab e
Qewsê
di qezeh li ser meab e
Ya li
binê ku ce‘dê sunbul
Buser ku xermanê digul
Nergis
kiribûn ji surmeê naz
Mijgan
kiribûne tîreendaz
Xeddê
ku mîsalê rûwê sorgul
Ferhadî dikir ji rûwê bulbil
Xunce we hebû di zernîgaran
Sîne sedef û memik hinaran
Ser ta bi qedem
mîsalê momek
Rewneq vedida ji berqê sed yek
Tezyîn xwe dikir bi cumle dîba
Wergirtî herroj cilê di zîba
Te‘lîqê dikir bi koşê qertem
Te
di go ku kewakib in musettem
Husna wê ji
alema beşer dûr
Derdan ji bo xwe
kiriye mestûr
Kêwe ji xwe ra kirine zencîr
Pabende dikir ji
bo xwe êsîr
Sunbul kiribû bi
zêr mucella
Berdane li ser
gulî mucella
Gava ku diçû di
nîvê şehrê
Te digo kelekek
di nîvê dehrê
Reftad-i-kebek
mîsalê xurşîd
‘Eynê di wê ku
ji camê Cemşîd
Le‘lê ku mîsalê
qendeşeker
Dinya
kiribû ewan seranser
Te digo ku
‘erûsê dehrê rewşen
Xebxeb ku dibûne
baxê gulşen
Kewkeb kiribû ji
[bo] xwe qendîl
Tawus kiribû ji
bo xwe tebdîl
Gava
ku [ji] meskenê diçû der
Dinya
kiribû ji miskê enber
Herdem
ku didîtin ew Zuleyxa
Zinde
dikir we Mirî muheyya
Wellahî nehin j’ te ra fîrarek
Belkî
bi îradeta mubarek
Dewra
felekê weha ye beydad
Tesnî‘ê dike ji
bo xwe îcad
Zulma
felekê bi da‘ û derd e
Kes nîne ku
melhemê bi ser de
Ew
şems ji metle‘a kemalê
Dûr
bû xemanê eşqê halê
Tesrîfê bikin bi remzê îma
Îxtiyarî bikin ji bo Zuleyxa
Refta ku gihîştibû kemalê
Te
digo [gu]lek e di nîvê salê
Her
dij dibû kenişt û davan
Te
digo gulek e di nîvê baxan
Hêşîn
bûye ew di baxê rexwan
Av
xwariye wê ji bîrê kêwan
Hingî
ku bibêjin ew nazenîn bû
Dewra
felekê ji wê bi kîn bû
Şêrînşeker û bi naz û perwer
Ser ta bi qedem
ji miskê enber
Çeşmê wê mîsalê
nûra xidir
Qewsê di qezeh
ku (li) beranber
Xeddê ku mîsalê
Qursê xurşîd
Xalê ku li ser
ji Camê Cemşîd
Femmê we ku
xunceya gulan bû
Derman û dewaê
dilkulan bû
Sinnê wê mîsalê
durrê zumrût
Mestûr
kiribûn bi le‘lê yaqût
Gerden
te digo ji pişt û mahî
Bi-l-cumle ji qudreta îlahî
Axir
felek e bi kîn û kerb e
Alem
ku hemî ji wê bi derd e
Jê ra
felekê nehin wefa ye
Bi-l-cumle dirên ji wê cefa ye
Fexrê
tu meke felek ku yar e
Mehzûn
tu mebe ku bêqerar e
Xafil
wehe reng ji
xercê exder
Çeşmê
wê dibû ziyade enwer
Xewdîtina wê
Êvarekê ew kete menamê
Farix
geriya ji xas û ‘amê
Li
şevê ku ye çi subhê zindikanî
Teşbîhê biruskê asîmanî
Zuleyxa an yelîha şeker yab
Rabû
deh ser bi serê şekerxwab
Newmê ku ji nû
ve îstîla kir
Xwabê ku ji nû
ve îmtîhaf
kir
Çeşmî di xewê,
bi qelbî hişyar
Nageh ewê [dî]
ji pêş ve dildar
Razaye di nêv
qumaşê dîba
Ser daniye ser bîsatê
kemxa
Nageh ewê dî di
burcê keywan
Teyîsî ji pêş ve mahê Ken‘an
Weqta weku dîtî Yûsufê xûbpak
Berdaye ji destê xwe ‘eql û îdrak
Ser da
bi qedem ji alemê nûr
Xaret
dikirî ji cennetê ’hûr
Qedda
ku mîsalê taze şimşad
Bejna
ku mîsalê merwe az |