|
Ceza Li
Serokê
DEHAPê Tuncer Bakirhan û Hevalên wî birîn!
CIZÎR, 16/4 2005-
Di doza ku
do
dawî lê hat li Serokê DEHAPê Tuncer Bakirhan, Serokê Şaredariya Îdil’ê
Resul Sadaq û Serokê DEHAPê yê şaxa Cizîrê Mehmet Dîlsîz salek û şeh meh
cezayê gîrtîgehê û 346.78 Lîreyên Tirkî yên nuh cezayê pera hate qutkirin. Wek
sedema cezakirinê ew mitînga di 2ê Çiriya Paşîn ya sala 2003yan de kiribûn sedem
nîşan dan.
Piştî wê mitînga bi bûyer doz li Serokê DEHAPê Tuncer Bakirhan, Serokê
Şaredariya Îdil’ê Resul Sadaq û Serokê DEHAPê yê şaxa Cizîrê Mehmet Dîlsîz
hatibû rakirin.
Mitîng di sala
2003yan de li Cizîrê pêk hatibû. Bakirhan jî tevlî wê mitîngê bûbû. Di hengama
mitîngê de bi sedem konvoya kesên beşdarî mitîngê bûne rê li trafîkê digrin
hêzên ewlehiyê ji DEHAPiyan xwestibûn ku belav bibin li ser berdewamkirina li
mitîngê û belavnebûnê hêzên ewlehiyê (!) êriş biribûn ser gel û gelek kes
birîndar kiribûn.
Li dijî kesên
navê wan derbas bû bi yasa 2911 a derbarê Gollênekirina Yasaya Civîn û Meşan doz
li wan rakiribûn.
(înternethaber)
ji bûyerên ku vê
paşiyê dest pê kirin û daxuyaniyên ku hemû kesên xwe ji dereke dewletê
berpirsiyar dibînin û ta serseriyên kûçe û zikakan ku xwe ji her tiştê welêt
berpirsiyar dibînin, li hember her tiştê ku rengê kurd li ser be û hemû tiştên
ku bêhna kurdayetiyê jê were êrişeke tûnd dimeşînin û dixwazin siyaseta kurd, an
jî pirsgirêka Kurd ji her aliyî de dorpêç bikin, bêhnê lê biçikînin ku mîna
demên berê êdî kesek newêribe xwe bi navê kurd bide naskirin û dozkirina mafên
kurdî xiyalî bibîne û ji her hêlê de bi bêhêvîtiyeke nedîtî re rûbirû bimîne.
Ev kirinên hanê
li demeke ku Kurd kefenê mirinê piştî mirina sedsalan diçirînin û ruh bi wan tê,
rast tê. Tirk naxwazin ji çavên xwe bawer bikin ku ew qewimînên ku ew dibînin
rast bin, ew dîsa dil dikin ku ev tenê şapatekî demborî be û ji bo wê jî di vê
şapata hanê de ew dixwazin gelekî li xwe miqate bin û nehêlin ku hebûna bîst
milyon bêtir Kurdên Bakurê Kurdistanê diyar nebe. Ev jî bi çi rengî dikare bibe?
Dê çekdarên wan bêne tinekirin, siyasetmedarên wan bêne hişkirin û mejiyê wan ji
nexweşiya Kurdperweriyê bête şuştin.
Rê ev e û wan ev
yek daye ber xwe. Lê tiştê ku ez dibînin, ew ketine rewşeke geleke nexweşik û di
qada navneteweyî de jî her ku dice giraniya xwe wenda dikin…
|