|
---------------------------------------------------------------
Serlêdana Welat
5/1 2005
Gundekî çi xweş û şîrin e, yê ku ez tê de
hatim e
dinê û min zarokatîya xwe tê de derbaz kir! Heyan demekî dirêj
min wer dizanîya bû ku bi rastî tenê gundê min aqas xweş û şîrin e. Li
pişt derketina mina ji gûnd pê hesîyam ku ji herkesî re cîhê wî yê
zarokatîyê qasî gundê min xweş û şîrin e.
Di vê warî de min hinekî din raman kir û
dîsan pê hesîyam ku xweş bûn û nexweş bûna cîhekî ne tenê girêdayî
coxrafîya li wêderê ye, bûyer û bîranîyên mirov jî di vê warî de rolekî
girîng dilîzin.
Dema ku ez rewşa me kurdan dinirim,
dibînim ku me bi şiklekî pişta xwe daye rojhilatê û berê xwe daye
rojavayê. Rewşa min jî wusa ye. Herçî sal derbaz bûn ez ji gundê xwe
dûrketim û di alîyê rojavayê de min cîhe xwe guhert. Hêdî hêdî çûm dûrî
welat. Lê va dûrketina min ne dûrketinek hêsanî, bi teybetî dûrketinek
coxrafî bû û hîna jî wusa ye. Ez dikanim bibêjim ku li ziddî dûrketina
coxrafî, neziktîyek hêsanî di min de pêda bû. Her çiqas sal derbaz bûn
nêziktîya hêsanî jî weqas zêde bû. Hinek vanî girêdayî kokimtîya min
bidin jî, ez di wê fikrî de ninim. Gor min ez hîna civanim û salên min
jî zêde ninin, herçiqas 40 sal umrek kin nebe jî.
Dûrketina min û gundê şîrin di pêşt de bi
heftan, dû re jî bi mehan bû. Dem hat sal ketin navbera me. Bi coxrafî
jî pêşt de gund, dû re bajar, roj hat welat ketin di navbera me.
Çûyîn hebû, lê ger hatin jî hebûna.
Derketina mina gund bû daîmi, lê hatina min bû nîvanî. Pişt durketinek
heşt sal û nîvê gir û gerî min berê xwe da welat.
Di 19ê Gulana 2004an de li Elmanya yê
di bajarê Stuttgartê em sîyarî teyarê bûn.
Perên me tunebûn, li em firdidan. Li
ezmanan di ser ewrên mîna pemboyê vejandî de me berê xwe da bû
rojhelatê. Ne çîyayên bilindê bi berf, ne jî behrên kûrê bê binî
dikanîyan rê û dirban me bigirin. Mîna bazên pervekirî çal û kort, çîya
û deşt li bin me de bûwûn yêk. Lê dîsan jî em teyrên bê per ji tirs û
xofan azade nebûn. Li ser erda bin lingên însanan rêxiytî mirov xwe
qeyîmtir (güvenli) hês dike. Ba danîna teyarê rehetîk/asanek dikeve
dilê mirovan.
Balafirgeh Stenbolê gellek mezin û
nûjen/modern bûye. Em di gomrîgê de derbaz dibin, lê balafirgehê terk
nakin. Çend seetan şuva ger dîsa em hewa bikevin. Îcar berê me Amed /
Dîyarbekirê ye, bajarê derd û kulan, peytexta welatê bê dewlet.
Pêş avaya rojê teyara me ra bû. Stenbola
bi nav û deng di bin lingê me de bû. Di alîkî de behra hêşin, di alîyê
din de bajarê Stenbolê xwe hevûdin pêça bûn. Di nav bînayên gir û gerî
de minareyan hebûna mizgeftan dîyar dikir. Minare û mizgeft destda bala
kesên ku li ewrûpayê dijîn dikşînin, çimkî li welatên ewrûpî de ewna pir
kêmin.
Gava em gihîştin Dîyarbekirê şev tarî bû.
Ronîya lambayên cadde û ziqaqan hatina me dîyar dikir. Teyara me di ser
bajêr de çiv da û danî. Lê nesekinî, rêyek dirêj erdê re çû. Wexta min
sedema wî pirs kir, gotin ku Dîyarbekirê balafirgeh aidî eskerîyê ye.
Teyareyên sivîl li pîsta eskerîyê datînin, lê heyan mintiqa wan terk
nekin rêwîyên xwe danaynin.
Em hatin ber bînayekî biçûk, ku li ser
„Diyarbakir Hava Alani“ dinivisîya. Me bi lingan sinorên eskerîyê yên bi
têlên bi sinc hatîye kişandinê derbaz kir û ketin bînayê.
Hinekê şuva bavolên me hatin. Salon piçûk,
banta bavol li ser bûn kin, mirov jî bê sebir bûn. Dikirin ku ser pişta
hev re galmî bavolên xwe bikin, bigirin û derbikevin der. Dawîyê re me
jî bavolên xwe girtin û derketin der.
Birayê min li bervû me hatî bû. Dema cara
dawîyê em ji hev qetîya bûn ew xwendevanê zanîngehê û ezew bû. Lê wî
zanîngeh qedandîye, zewicyaye û bavê du zarokên mîna kewên gozel e.
Wexta (Gava) ku nehatina li serê min û yekî ji min re bigotana ku „du
biran aqas sal hevûdin nedîtine minê bawerîya xwe li vê gotinê nekirana.
Hîna pir tişt yên me ecîp didîtin hatin serê me, an jî me pir tiştên
ecîp didîtin bi xwe kir.
Em sîyarê erebê bûn, nav cadeyên qilêr û
gemar de me berê xwe da mala birayê min. Xarin û vexarin, xeber û
qisedan, xweşbêj, şev dereng bû. Roja li bajarekî Elmanya yê dest pê
kirî bû di hemêza Dîyarbekirê de qedîya.
Gotina dapîra mina rehmetî hat bîra min ku
roja me salix dida. Dema kes rîyek dûr bihatana tim digot: „Însan teyrê
bê per e“!
Ez berê du caran çûbûm Dîyarbekirê, va
hatina mina sisîyan bû. Çar rojan li wir mam, roja pêncan min û keça xwe
berî da Çewlikê/Bîngolê.
Çar roj pir zû derbaz bûn. Hinekî di nav
bajêr de gerîyam, derketim ser sûrên bê xwedî û hilşayî. Ketim nav
kolanan, însan û bajar temaşe kir. Tiştê ku bala min kişand ew bû ku di
navbera du deqan de mirov dikane du dinyayên ferqmezin bibîne. Di
alîyeki de dewlemendî, di alîyê din de neçartî û xizantî.
Helbesta Ehmed Arîf hat bîra min. Dibêje
ku:
Ramanke, lingikê me
di demên çiyûna ezman de,
Yêk di çarixên xam û
goreyên mûyîn de be jî
Ramanke, îhtimal,
fîzîga atomê
Û evîna bê emana em kirine em,
Herdû dem havitine kêlekê
Ji bona zarok û
gulên siwe
Ji bo mû û şanikên
hinarikên her yekî
Çalim a xwe havitîye
Resta xwe dîtîye.
Herê dila min,
Tu wayne dawîya wî.
Dîyarbekir û Bîngol pir hevûdin dûr nebin
jî bi otobîsê çar seetan rê dikşîne. Çîyayên mezin û bilind xwe dane ber
hev. Em ger ser va çîyana re derbaz bibin. Cara yekeme ku ez vê rê de
terim. Eskerên tirk sê caran em dan sikandinê. Kes nikane bipirse, ma
hûn çi me dixwezin?
Wexta me xwe di jor de berda Dara Hênê
(Gêncê) devdevê êvarê bû. Cara yekeme ku ez Dara Hêne dibînim. Navê wî
min tev serhildana Şêx Seid bihistî bû.
Şêx Seid hat bîra min.
Sê şevan li Bîngolê mam. Dawîya meha
gulanê bû. Serê hemû çîyayên Bîngolê bi berfê hatibûn xemilandinê. Hîna
rêçên erdlerzandina sala berê dahatin dîtinê. Gelek bînayên balkiş û
modern hatibûn çêkirinê. Piranîya wan hîna vala bûn. Dewletê va bînana
dabûn çêkirinê û difirot balbatên di erdlerzandinê de malên xwe hilşîya
bûn. Kilama li ser Bîngolê hatibû gotinê hat bîra min.
Bîngol şewtî mij
dûman e,
Megrî megrî, dayê
megrî.
Esker ketin nav malan e,
Megrî megrî, dayê
megrî.
Nizanim, yê şewtî Bîngol bû, an jî kezewa
me bû? Me mirovên xwe yên Bîngolê xatir xwest û berê xwe da Depê
(Karakoçan). Depe ji Bîngalê 50, ji Xarpitê jî 100 km. dûrbe jî
girêdayîyê Xarpitê ye. Depî xwe pir xarpitî nahesibînin, xarpitî jî
depîyan pir hez nakin. Li vî warî de sîyaseta qirêc rolekî pir mezin
dilîhîze. Ma keko dema em hevûdin heznekin kî me hez bike?
Rîya navbera Bîngol û Depê dihat
ferekirinê. Loma kepçe û boldizeran çîya diqelişandin, baxirên gir û
gerî parçe dikirin. Kanîya Yado jî nesîbê xwe jê girtî bû. Ew girêyê
kanîya Yado pişta xwe dawûyê hatibû qelişandinê. Em tî nebûn, lê dîsan
jî bê tamkirina wê ava delal derbazbûnê re dilê me razî nebû.
Kanî zûva ne mîna Yado cihîştîye bû. Li
der û dora kanîyê de bêguman pir guhertin hatibûn kirinê, lê guhertina
heri mezin û dijwar gor min guhertina navê kanîyê ye. Di sala 1981 de
cûntaya tirk bi betonê kanî hilanî û navê wê bi betonê “100. yil
çeşmesî = kanîya sala sedemin” lê kir. Bi zordestîyê ne tenê însan, dar
û ber, çem û kanî jî dikirin tirk. Ji xwe pêşt de navên hemû gundên
kurdan jî hatibûn guhertinê. Herî guhertina mezin, guhertina mêjo û dil
e. Hela em binêrin, kurd wî guhertinê di dil û mêjoyên xwe de qebûl
dikin yan na?
Rîya di navbera Bîngol û Depê çiv bi çiv
e. Di pêşt de çîyayê Qirûcê xwe me nîşan dide. Dema em digêhên serê girê
gundê Sarican Depê me re dest wedişand, an jî min wer hês kir. Îsal sal
dereng keti bû, Deşta Oxî yê hîna bi germa havînê neqijilya bû. Der û
ber hîna hêşin bûn. Hunermend Zinar Sozdar di strana xwe de germa oxîyê
wusa tîne zimên:
Erdê Depê erd ki dûze
Tava havinê qîje qîje
Hêkê daynin hêk dipêje
Bajar gor min pir nehatibû guhertinê,
bînayên mezin çêbûne, weqas. Çûm dûkana pismamê xwe. Kesên ku bi salanin
me hevûdin nedîtîye li wan deran bûn. Dêma/nexwe welat dûr newîye, ez
welat dûrketime. Herçiqas Depe di çavên min de pir nehatîye guhertinê jî
min xwe mîna bîyanî/xerîw hês kir. Salên derbazbûn em guhertine.
Guhertin beşekê jîyanêye, mirov nikane bê guhertin bijî. Loma ger mirov
bê guhertinê. Feqet ûsil û edetên guhertinê jî hene. Ger guhertin bê
bingehî nebe. Guhertina bê bingehî mirovan ji mirovtîyê derdixine.
Her mirov xwedî şexsîyêt û bingehîyêkê ye.
Bingehî mîna temela xanîyê ye. Wexta temela xanîyê qeyîm nebû, yan jî
hat guhertinê xanî hildişe. Dema mirovekê bingehîya xwe guhert şexsîyeta
wî jî tê guhertinê. Şexsîyet nasnameya mirov e. Şexsîyet wer di carekî
de dernakeve holê û xwedî pêvajojek dirêj e. Loma guhertinên tesîrî
şexsîyêti dikin guhertinên demdirêjin û guhertinên wusa yên bingehîne.
8-9 sal gor min ji bona guhertinên bingehî demek pir kin e, hela ji bona
guhertina civakekê qet dirêj nine. Guhertinên ku min li bajarê Depê
muşahade/temaşe kir ne guhertinê pir bingehî bûn.
Wexta ba mirovekê di navbera çend salan de
guhertinên bingehî bên dîtinê, tê gotinê ku heyan nûha va kesa bi rastî
ne mîna hatîye dîtinê bû ye. Ji xwe kesên ku zû zû tevgera xwe
diguherînin, gor der û dora xwe şikil digirin. Va jî tê gotinê ku kesên
wusa ne xwedî bingehîyek qeyîmin, ewna mîna pûşên ser avê ne, an jî ber
bahozê.
Min li Depê di demekî kin de pir kes dît.
Di demekê kin de pir kes dîtin firsendê nade xweşbêjê/sohbetê.
Loma li pir kêm kesan re xweşbêja
min bû. Bahara paşin, dawîya meha gulanê bû. Wexta zaroktîya min, dawîya
meha gulanê germ dibû û hêşinatî ber zerîyê diçû. Çek min pêşt de jî
got, îsal ne wusa bû û sal dereng keti bû. Serên çîyayên bilind hîna bi
berfa sipî xemilandî bûn. Çîyayên li alîyên Dêrsimê di bin tirîca tavê
de dibirîqiyan. Silbûs û Star mîna du pûkên xêlî sipî bejna xwe nîşan
didan. Silbûs û Star ji gunde me mîna du çîyayên pir nîzikên hev tên
xuyakirin. Gora gotinên kesên li wî alî rêwîtî kirine, herdu çîya
hevûdin gelekê dûrin.
Mîna hemû kurdistanîyan malbeta me jî
belav bûye. Min hemû kes serhev nedît. Lê dîsan jî kesên ku bi salanên
me hevudin nedîtîye dit. Bira, bûk, birazî, ap, amoj, dotmam, pismam,
met, zava, xarzî, gundî û cîranên der û dorê û hwd.
Li ba me wexta ku kesek ji xeribîyê hat
hemu gundî tên serdana wî û jê re dibêjin “tu xêr hatî!” yan jî “hûn xêr
hatine!” hember wî jî gava mirov cardin derket xeribîyê mal mal digere û
xatir dixweze. Va edeta herçiqas mîna berê nebe jî hîn didome. Li gundê
me ji her malbatê li xeribîyê mirov hene û hêjmara gundîyên dervayî gund
yên li gund dijîn pir zêdetirin.
Hinek rîsipîyên gund çûbûn heqîya xwe,
Xwedê rehma xwe li wan bike. Heyan dest me hat me xwest ku hemû kesên li
gundên bibînin. Hinek hatin serlêdana me û em jî çûn serlêdana hinekan.
Yanê hinek bûn mîvanên me û em jî bûn mivanên hinekan.
Piranîya cîwanan yên ku firsend dîtine
gund terk kirine. Kal û pîr, jin û zarok mane di gund de. Bê guman ku
sedemên çûyînê hene. Em naxwezin li vir va sedemana rêz bikin. Lê divê
kimasîyek me kurdan li vir bê zimîn. Kêmasîya me ewe ku em pir caran
qedr û qîmeta tiştên xwe nizanin. Heyan em hajî wan dibin jî edî pir
dereng e. Kalik û pîrikên me ji bona jîyanek ser axa xwe pir zehmet
kişandin dîsan jî welatê xwe cîh nehiştin. Lê em zarokên wan ser axa
kalik û pîrekên xwe mîna koçeran dijin û hesawê derketina welat dikin.
Bê guman sedema vê bûyerê jî cure curin. Li gor min sedema herî girîng
ewe ku em neslê dawîyê pir di bin bondora perwerdeya dibistan û
rêxistinên tirkan de man û me tiştên ku yên bav û kalên me qîmet didanê
û pîroz dihesibandin bê qîmet dit û pîroztîya wan ba xwe herimand. Bi
rastî em bi xwe herimîyan.
Belê raste zordestan bi zilm û zordestîyên
xwe kirin ku jîyana li welat timî me biherimînin û herimandin jî. Lê ger
bersiva me rev nebûna. Reva tiştên ku kalik û pîrikên me qedr û qîmet
didanê em bê hiş kirin. Netîca vê be hişyê jî reva welat bi xwe re hanî.
Em wer dizanin ku terk kirina welat dibe çareserîya hemû pirsgirekên me.
Hemû îmkanên xwe rê dikin û berê xwe didin xeribîyê. Wexta zehmetên
xeribîyê dihesên jî êdî rûyê me nagire ku vegerin welat. Çimkî me hemû
pireyên li paş xwe hilşandine û keştîyên/gemîyên xwe şewitandine.
Em dîsan vegerin serlêdana gund. Ne em
mirov mîna berê mane ne jî gund. Xanîyên kemd hilşîyane û bûne pag. Di
cîhê hinekan de nûhuve xanî hatine çêkirinê.
Gund xwe daye jor.
Dibistan ketîye li nava gund. Bi pereyên
pir zor û zehmet hatine qezenckirinê bîneyên 2 qat, 3 qat hatine
çêkirinê. Gund bi bîneyên modern hatine xemilandinê, lê ez çi bikim, kes
tê de tunin. Şênatîya gund ne mîna berê ye. Şênatî di kanîyan de jî
nemayê. Hemû malbatan bi lûlan av girtine hundirên malan û hewcî nake ku
werin kanîyê avê biwin.
Kanî berê şênatîya gund, cîhê xoşbêj û
agahdarîya jinên gund bû. Dîtin û bîhistinên bûyeran li ser kanîyê
dihatin gotinê û belavî gund dibûn. Evîndaran di rîya kanîyê de bejna
berdilkên xwe temaşe dikirin û diketin nav xem û xeyalan.
Hinek guhertinên baş bûn sedema hinek
guhertinên nebaş, hinek guhertinên nebaş jî bûn sedema hinek guhertinên
baş.
Rojên me yên li gund bijartî bûn, ger em
dîsan biketana rê. Me zuva bendê xwe qetandibû û pişta xwe li xeribîyê
re girê dabû. Zav û zêç, mal û melal ser axa xeribîyê hatibû avakirinê.
Serê sibê mal mal gerîyam û xatir xwest. Xatir xwestina me li Depê jî
berdewam kir. Li pêşîya me Xarpit hebû. Me ger li wir jî nas û dostên
xwe bidîyana û xatir jê bixwestana. Êvarê em derketin bajarê kemd
Xarpitê. Gava mirov li wir bajarê nû ku nav “Elezîz” e dinêrî zen dike
ku bi teyarê hewa ketîye û bajêr dinêrî. Di alîyê coxrafîk de Elezîz û
Stuttgart hinekî mîna hevin. Wext mîna biruskê dibuhirîya. Şev çer
derbaz bû nizanim, serê sibê berê me dîsa li alîyê rojava bû. Di hesawê
me de şevkî li Meletî yê mayîn jî hebû.
Wext tunebû ku hinekê bajarê Meletî yê
bigerim. Di banga/şevaqa sibê de teyara me li Meletîyê ra dibû. Meta min
dixwest ku îlla ziyafetekê bide me.
Em birin “Park a mişmişan”. Meletî wek bajarê mişmişan tê
naskirinê. Li parkê de bilindbûna muzîka kurdî dîyar dikir ku “hûn hîna
di erdê Kurdîstanê dane!”
Di serê sibê de teyrên pê per li hewa
re welatê kurdan, welatê kul û keseran dûr diketin.
Dema teyera me li Stembolê danî hîn
rabûna teyara me ya din re çar seet hebûn. Apê min û hevalên hêja em
tenê nehiştin û girtin birin bajêr. Xoşbêja me ya bin sîya darên
mizgefta Siltan Ehmedê nayê bîrkirinê. Danê êvarê dema me li Stuttgartê
pêlî erdê kir 20 rojên li welat mîna xemd di dilê me de xwe cîh kiribû.
Mîna çîrokvanên me em jî bibêjin: “Çîroka
me çû diyaran, rehmet li dê û bavên guhdaran!”
31.12.05, Stuttgart, Hesen Polat
|