|
Şêx Xidir Elî li Bajarê Uppsala Semînerek da ‘’Nerîna Îslamê û Mislimana
ya derbarê Kurd û Kurdistanê de!’’
Uppsala-
28/3 2005-
Şêx Xidir, di semînera xwe de li ser çavkaniyên Îslamê û
mislimanan sekînî û xwest ku pêş bike bê ka gelo derbarê kurda û kurdistanê de
çi hatiye gotin.Bi kurtî da diyar
kirin ku Îslam bi tu rengî destûrê nade ku gelê kurd li ser nave Îslamê bê
pelçiqandin û ew jî gelekî ji wan gelên ku ji hêla Xwedê ve bi rengû zimanekî
taybetî xwe hatine afirandin in.
Îslam hatiye jibo
ku Edalet û wekheviyê damezirîne.
Lê mixabin gelekê
cara li ser nave vê Îslama pak û pîroz zordestî û neheqî hatine kirin.
Digel ku di
serdema Îslamiyetê de xelîfeyan ji gel re gotine ‘’Xêr di we de tuneye heke hun
ya rast ji me re nebêjin û xeletiyên me rast nekin, û xêr di me de jî tuneye ku
em gotina rast guhdarî nekin û xeletiyên xwe dirist nekin, bi şûrê xwe be jî
dema ku em ji rê derketin me bînin rê.’’ Lê mixabin bi demê re ev yek hatiye
guhertin û di demên ku Siltanan hin waiz û mele li dora xwe civandin û jibo her
xwestekên xwe fitû bi wan dan. Û li ser navê Îslamê gelek xeletî û neheqî li
gelê kurd bi vî rengî hatine kirin.
Ji bo minak
Siltanên Osmaniya di şerê Çaldiranê de sunnîtiya wan bikar anîne û bi Îraniyan
re dane şerkirin. Ev tenê mînakek e, ji tarîxa mislimana.
Ji ber vê yekê
dive mirov Îslamê û Mislimanan ji hevûdû veqetîne.
Digel ku nave wan
misliman bû, lê di rastiya xwe de gelekî dûr î Îslamiyetê bûn yên ku ev yeka
hanê dianîn serê gelê kurd.
Li gorî Îslamê bi
tu rengî mirov nikare zilmê bike, heta mirov nikare meyildariya zilm û zordariyê
jî bike, ji ber ku di Ayetê Qurana Pîroz de heye dibêje ‘’Heke hun dilxwaziya
zilmê jî bikin dê agir bigihêje we.’’ Tu ferq di navbera kesekî zalim û misliman
û yekî ne misliman de tuneye. Zilim kî bike û li kê bike zilm e û neheqî ye û
Îslam bi tu rengî destûrê nade vê yekê.
Jiber ku pirê
cara yên ku serdest in tarîxan jî ew dinivîsînin, mixabin tarîxa gelê kurd
gelekê cara veşartî hiştine an jî kîjan tiştên nexweşik hebin ew dîtine û li ser
kurda nivîsandine.
Ji bo mînak di
rîwayetên jikuhatina milletê gelê kurd de, tiştê ku aqilê mirov qebûl nake
rîwayet kirine; ê ku gotine zarokên cina ne ê ku nizanim gotine çi…
Dema ku em li
jiyana Qasidê Xwedê dinihêrin tu carî neteweya kesên dine ku ketine dine Îslamê
tine hesab nekiriye û ji ber wê nerihet jî nebûye. Ji bo mînak ji kesên mina
Bilalê Hebeşî, Suheylê Romî û Selmanê Farisî re gotiye ‘’ew ji ehlê mala min
in’’ û timî bi nave neteweyê wan bang wan kiriye.
Lê mixabin îroj
di nav neteweyên mislimanan de dema ku behsa kurda dikin bi zikreşî û awayekî
nebaş bahsa wan dikin; digel ku Xwedayê Teala di Qurana Pîroz de şîretê li
Mislimanan dike ku ‘’bila qewmek henekê xwe bi qewmekî dinê neke û wî ji xwe
kêmtir nebîne.’’
Semînerê saet ji
sisê û nîva ta şeşa, berdewam kir.
Mucteba Baravî
mkurmanci@hotmail.com
Ev senîner ji hêla Komela Kurd ya Uppsala ve hat li darxistin.
|