|
Saddam Husên
Xemgîn bû!
BEXDA,
8/4 2005- Wezîrê Mafê Mirovan Emîn Bextiyar xwest ku Saddam Husên di zindanê de
li hilbijartina birêz Celal Talabanî ya ji bo Serok komariya Iraqê bi rêka
televizyonê temaşe
bike. Hate dîtin ku Seddam Husên ji hilbijartina Mam Celal bi awayekî eşkere
nerihet bû û nerazîbûna xwe jî eşkere bilêv kir.
Lê ev e rastiya
dine, îroj dora belengaza ye. Belê dê şîiyên ku Saddam bi sed hezaran ji wan
kuştibû û Kurdên ku mina kêzikan hatibûn jahrîkirin welêt birêve bibin.
Gelo
Li Gelê
Kurd dibe sibe, yan ev xewneke xapînok e ku hemû kurd xwe pê dixapînin.
Hemû
Cîranên kurda vê yekê mîna elameta qiyametê yê herî mezin dinirxînin û xwe bi
xwe dibêjin ma gelo em dê rojinî ji van rojana xerabtir bibînin.
Rewşeke wisa bînin ber çavê xwe ku yek berî yekî dixwazin Mam Celalê me -yê
demekê yek ji mezintirîn dijminê Ereb û Tirkan bû- pîroz bikin...
Gelê
Kurd hemû bi vê yekê şad û kamûran bûye. Yên ku bi awayekî eşkere kêf û şahiyê
li dar dixin, yên ku vê kêfxweşiya xwe bi çar kesên li dorhêla xwe ve parê
dikin.....
Ev ji
bo xêrnexwazên gelê kurd elameta qiyametê ya herî mezin e, rast e; lewra dema ku
dewleteke Kurdî ya serbixwe ava bû û kurd gihaştin mafên xwe yê mirovî wê gavê
qiyameta wan e, yanî dema hesabdayîna zaliman ya lı hember Xwedê û evda ye, Dema
têkçûna sazûmanên wan ên li ser înkarkirina gelê kurd hatibûn avakirin e. ji bo
wan roja herî tûj û tahl e ku dê perde ji ser hemû xerabî û pîsîtiyên wan rabe û
dê ew bi xwe jî bi kirêtiya karên ku ta niha bi dilgeşî û xwestek kirine
bihesin. Serokatiya Mam Celal li hemû gelê Kurd û Iraqiyan pîroz be û bibe
destpêka serdemeke weke ya Selaheddînê Eyyûbî yê Kurdî ku ta niha jî alema
İslamê li hember wî bejna xwe ditewînin.
|