|
|
Serhildana
Şêx Seîd; sal: 1925

KSN/
1/7 2005- Piştî dewleta Tirk li himberî dewletên rojava bi ser ket,
berê xwe da miletê Kurd û li Stenbolê tevgerên Kurdan qedexe kir. Komela
Azadî di sala 1923an de hate damezirandin. Komela Azadî bi alîkarîya
çend Kurdên navdar û ji alîyê sûbayên Kurd yên wekî
Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya û birayê wî Riza, Rasim Xurşît, Teyfîq
Cemîl û hinekên din hatibû damezirandin. Xalid Begê Cibirî di
Ordîyê de Albay bû û digel Yusuf Zîya, Îhsan Nurî Paşa, birayê Şêx Seîd
Mehdî Xalid û hinekên din, peywendî li her derê Kurdistanê bi mirovên
navdar yên ku bandora wan li ser herema wan hebûn datîne.
Wê
demê li Tirkîyê hilbijartin hebû û bê ku kesekî jê gumanan bike, Yusuf
Zîya bi hêsanî digerîya û piropaxanda dewleteka Kurdî û serhildanek
tevayî dikir. Yusûf Zîya, nûnerê berê yê herêma Bidlîsê bû û yek ji
endamê Komela Azadî yê bû. Yusuf Zîya bi mabesta hilbijartinan dest bi
gera xwe ya li Kurdistanê dike. Armanca wî, sazkirina yekîtî û
hevgirtina di nav axa û sereke eşîrên Kurdan de bû. Li alîyê din jî Kurê
Şêx Seîd, Şêx Elî Riza li ser daxawaza Eburezeq Bedirxan, çû Stenbolê ku
ji Seyîd Ebdulqadirê Kurê Şêx Ubeydullahê Nehrî re bêje ku, heke hûn
dest bi serhildanek bikin, wê ew ê karibe piştgirîyê ji dewleta Ûris
bigire.
Piştî xebateka dûr û dirêj, Komela Azadî, di dawîya meha heyştan di
sala 1924’an de Kongra xwe ya yekemîn li bajarê Erzirumê çêdike. Pir
mezin û axayên Kurdistanê û serbazên Kurd yên leşkerî
tevlî wê kongreyê dibin. Şêx Seîdê Pîran bi
tevî ku hetta wê rojê jî endamê Komela Azadîyê nebû. Lêbelê ji
alîyê serokê komela Azadî Xalid Begê Cibrî
ve hatibû gazîkirin. Di dumahîya Kongra Azadîyê de, du biryarên girîng
têne girtin.
Du
biryarên girîng di kongira Komela Azadîyê de hate girtin.
1.
Li
seranserê Kurdistanê serhildan dê were destpêkirin û li pêy wî jî
serxewebûna Kurdistanê were lidarxistin. Ji ber ku ev serhildan wê
demeka dirêj bigire, divê serhildan ji her alîyî ve were pîlankirin û
herkesek derbarê kar û xebatên xwe de agahî bidin hev.
2.
Divê ji bona serhildan beravtî nebe û têk nere, alîkarî ji dewletên der
yên wekî Rûs, Îngilîz û Firansa were girtin. Lê piranîya subayên kurd li
himberî alîkarîya ku ji Rûsyayê bigirin derketin. Ji ber ku sûbayên
Kurd, dewleta Rûs ji xwe re dujminê herî mezin hesab dikir û ji Rûs
bêtir, Tirk ji xwe re nêzîk dîdîtin. Lê Şêx Seîd ji wan re got: Heke em
naxwazin ku aqîbeta Ermenîyan were serê me, divê em alîkarî ji dewletên
ne Musliman bigirin û girtina alîkarîyê jî helal e û subayên kurd jî bi
vê yekê razî kir.
Li
ser wê biryarê komela Azadî heyetek şandin Gurcîstanê û daxwaza xwe
gihand dewleta Rûs, lê Rûsya ji wan re dibêje; ku ew destekê dide
serhildanê, lê nikarin alîkarîya malî û eskerî bikin. Her wusan peywendî
bi dewleta Îngilîz re jî datînîn, lê tu encamek jê nehatîye girtin û bi
vî rengî mîna ku tê dîtin tu dewletên der piştgirîya Serîhildana Şêx
Seîd nekirine.
Di
sala 1924an de amadekarîyê serhildanê bi dizî dihate kirin. Mekanîzma
Xilafetê ji hêla Ataturk ve hatibû rakirin û Kurdan dikarîbûn hêj baştir
piropaxanda bikin û dewleta Tirk bi kafirtîyê tewanbar bikin û Kurdên
Oldar rabikin ser pîya. Di wê demê de zimanê Kurdî ji dayîrên fermî
hetibû qedexekirin û dewletê dixwest pêşî li piropaxandayên ku li dijî
dewletê tên kirin bigire. Lê bêfêde bû û her diçû hewuldanên dewletê bi
kêrî milet dihat.
Dewletê bi navê reforma erdê qanûna jimare( 1505)
derxist ku erd û erazîyên di destê Axa da hebûn bigire, lê armanca
dewletê ew bû ku bi vî awayî erd ji Axa bigirin û bidin tirkan û tirkan
bîne li Kurdistanê bi cî û war bikin.
Yusûf Zîya ji boyî têkilî û pêwendiyan bi komik û komelên dijê Kemalîzmê
re dayne, diçe Îstenbolê. Di wê navê de dewleta Tirk ji qolordiya xwe
ya heftemîn ya ku li bajarê Diyarbekirê bû, jê alayîyek esker dişîne
ser Suryanîyên herêma Hekarîyê. Hêjmara alayiyê di navbera 500-600
eskerî de bû. Pirên serbaz û zabitên wan Kurd bûn, wekî Îhsan Nûrî, Rasim
Xurşît, Tewfîq Cemîl, Rizayê birayê Yusûf Zîya) ev hemû di binê emir û
fermanên Komela Azadîyê de dimeşîyan.
Yusûf Zîya ji Stenbolê têlgirafek bi şîfre ji wan re dişîne. Lê mixabin
ew têlgirafê şaş fêm dikin ku emrê serhildanê hatîye dayînû di meha
9.1924’an sûbayê Kurd bi tevî 4 tabûr eskerên
kurd ve derdikevin çîya û ji eşîrên kurd jî piştgirîyê dixawazin. Lê di
demeke nêzik de dibînin ku li herêmên Kurdistanê yên din serhildana
giştî çênebû, wê demê bi şaşîya xwe dihesin û
pirê wan direvin Kurdistana Başûr. Dewleta Tirk hinek ji serbazan û
hinek ji mirovên wan digirin û didin îşkencê. Dewlet bi vî awayî bi
pîlanên Komela Azadî dihese û dest bi girtina endamên Komela Azadîyê
dike. Nêzikî 100 kesî ji endamê Komela Azadî digirin. Yusûf Zîya û
serokê Komela Azadîyê Xalid Begê Cibrî di 20.12.1924’an de tên girtin.
Stratejîya
serhildanê
Serokê Komela Azadîyê Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya berîya ku serhildan
dest pê bike hatibû girtin, Serhildan kete pêvjoyek din û bi temamî ji
destê sûbayên kurd derket û ket destê kesên sivîl û ji pîlan û pirojeyên
eskerîyê mehrûm ma. Komela Azadîyê, zêde pewendî bi kesên navdar
û Şêx û Melan re çêdikirin.
Şêx Seîd berî hertiştî dixwest dujminatî û dijberîyê ji nava Kurdan rake
û rêzên miletê Kurd bike yek. Ji alîkî de Şêx Seîd dixwest Kurdên Sunî û
yên Elewî lihev bîne û ji alîyê din jî dixwest şerê navbera eşîran rake.
Şêx Seîd peywendî li gel eşîra Heyderan li Patnosê bi Kor Huseyên Paşa
re danî û xwest ku di serhildanê de bi xurtî cî bigire. Lê ji boyî ku
di navbera eşîra Heydaran û Hesanan de dijminantî hebû herdû alîyan
ji Şêx Seîd garantî dixwest ku di şer de eşîra din ji paşve êrişî yê din
nekin. Lê di dema serhildanê de bi tenê Xalid Begê Hesenî cîh girt.
Endamên komela
Azadî
-
Xalid Begê cibrî:
Serok
-
Kor Huseyîn Paş:
serokê şaxê kela melazgirê
-
Xalid Begê hesenî:
serokê şaxê Gimgim ( Varto)
-
Yusuf Zîya:kevne parlamenterê berê û serokê şaxê Bitlîsê
-
Ekrem Beg: ji malbata Cemîl paşa û serokê şaxê Dîyarbekir
-
Seyîd Ebdulqadir efendî:
serokê şaxê
Stenbolê
Komela Azadîyê peywendî bi gelekî eşîr û hereman re danîbû û soza
tevlêbûna serhildanê ji wan girtibû. Lê ji bona pîlanên ku hetibûn
danîn, xebateka têr û tije nedihat kirin. Ji ber ku di dema herî zehmet
de ku pêwîstî bi kesên pispor ên eskerîyê hebû, hereket bê kesên pospor
ma û ket ser mile kesên sivîl.
Piştî
ku Komela Azadî umîda xwe ji dewletên der dibire, peywendî bi mezîn û
Axayên eşîran re datîne. Yên wekî Hecî Mûsa Begê xweytî, Şêxê
Xerzan Şêx Silahedîn, ji pênçinarê Cemîlê Çeto, mezinê
eşîra Mîlan Muhmûd Beg kurê Îbrahîm Paşa û ji hêla Şirnaqê
Silêman û Ebdurihman axa wê bi tevê eşîrên xwe tev li serhildanê
bibûna.
Piştî Yusuf Zîya û Xalid Beg 20.12.1924’an tên girtin, tevger bi tevayî
dikeve ser milên Şêx Seîd.
Şêx Seîd di
27.12.1924’an de ji Qolhîsarê bi rê dikeve. Civînek di
04.01.1925’an de li gundê Qirikan çêdike.
Gelek mezin, şêx û axayên Kurdan jî tev li wê civînê dibin. Şêx Seîd tê
Gimgim ( Varto), Gonîk û gundê Melakan girêdayê Sulaxan. Enîye şer li
gundê Şêx Ebdullahê Melakan de kifşe dike û wê serhildan di Adara sala
1925an de dest pê bike.
Enîya şer bi vî wayî kifşe dike.
-
Eniya herema bakûrê serhedê: Di bin
fermandarîya Şêx Ebdullahê Melakan, Xalid Begê Hesenî, Kurê Şêx
Seîd Şêx Elî Riza û Xalîlê Xeto ji gondê Dadîna girêdayê
Gimgimê ( vartoyê)de,
-
Eniya Xarpêt-Elezîz: Di bin femandarîya Şêx
Şerîf û Yadoyê dilmilî de.
-
Eniya Erxenîyê jî: Di bin fermandarîya birayê
Şêx Seîd Şêx Ebdurrehim de.
-
Eniya Dîyarbekir: Di bin fermandarîya Heqqî
Begê de wê têketina şer.
Şêx Seîd serpereştîya konseya şer dikir û hemî hêzên wan girêdayî wê
konseyê bun.
Destpêka
serhildanê
Piştî kifş kirina Enîyên şer, Şêx Seîd ji gundê Melekan ber bi Darahênê
bi rê dikeve û bi ku de diçe ji bo wan kufra Mustafa Kemal û rejima wî
diyar dike, sitratejîya serhildanê datîne û amadekariyên dawî dike û
bi tevî sed siwarên çekdar di 05.02 1925an de tê gundê Pîran û dibin
mêvanê birayê xwe Şêx Ebdurrehîm. Ji dema destpêkirina serhildanê
re hê meh û nîvek hebû. Lê dewleta Tirk ji vê tevgera hanê gelek fikar
dikir û gelek pîlan, xap û lîstokên genî çêdike. Dewleta Tirk 10 leşkerî
di bin fermandarîya serbazekî bi navê Hesen Husnî de di 8ê meha Sibatê
de dişîne gundê Pîran.
Serbazê Tirk ji Şêx Seîd daxwaze teslîmkirina hin mirovên ku li ba
dewletê qaçaxbûn, dike. Lê her çiqas Şêx Seîd ji wan re dibêje;”ev
mirovana ji bo min hatine vir, ez nikarim wan teslîmî we bikim, piştî ku
ez çûm hûn dikarin wan bigrin jî ”, lê serbaz bi vê pêşnîyarê qayîl nabe
û dibêje; ez bi tenê emrê dewletê bi cî tînim. Şêx Ebdurrehîm birayê
Şêx Seîd, sîlekî li serbaz dixe û li ser wê pevçûn derdikeve û leşkerek
tê kuştin û serbaz birîndar dibe. Şêx Seîd dizane hê dema serhildanê
nehatîye û hê amadayên şer temam nebûye, lê şer ji kontirola wî
derdikeve û êdî mecbûr e ku dest bi serhildanê bike.
Xelkên Hênê di 10ê sibatê de desthiladarên Tirk ji
bajêr kirin der û êdî serhildan nedihat rawestandin. Konseya
şer fermana
serhildanê dan û pîlana Enîya şer pêk anîn û her fermandarek çû ser
eniya xwe û di 14ê sibatê de Darahênê hate girtin. Piştî Darahênê qeza
Bingolê Genc hat azadkirin û ji bona demekê Genc kirin paytext û ji
eşîra Modan Feqî Hesen jî kirin serokê Hukumetê.
Şêx Seîd bi tevî çend hezar mucahîdan çûn ser Dîyarbekirê û bi hêsanî
tabûrek eskerên Tirk têkbirin û nedikarîbûn xwe li himîberî eskerên Kurd
bigirtina. Konseya şer li Bakurê Dîyarbekir hate bicîkirin û pêyamek ji
Kurê Îbrahîm Paşayê Mîlî Mehmûd Begê re şand ku ji alîyê başûrê
Dîyarbekir ve êrişê bîne ser Dîyarbekir. Lê ji bona ku qerarbû wê di
meha Adarê de serhildanê dest pê bikira tu deng jê nehat.
Konseya şer ji
van kesana pêkdihat.
Şêx Seîd, Fehmîyê
Bilal, ji
Medraxê Sidqî Beg û Şêx Îsmaîl, Reşît Axa yê
Tirikan, ji Hênê Salih Beg, ji Pîran Sidîq û ji Licê
Mela Mistefa bû.
Ji ber ku çek û sîlihên giran tunebû azadkirirna Dîyarbekir zehmetbû û
Konseya şer amadeyê êrişa ser Dîyarbekir dikirin. Ji Farqînê çend hazar
çekdar di hewarê de hatin û di 29ê Sibatê de bi 10- 12 hezar eskerî ve
êrişî birin ser Dîyarbekir. Di 7-8ê Adarê de eskerên Kurd ketin nava
Dîyarbekir Şer li cepên din jî gelekî pêş de çûbû. Pirên bajaran ji
destên dewletê hatibûn derxistin. Fehmîyê Bîlal ji Şêx Seîd dixwaze ku
rêya tiranê ya navbera Mêrdîn û Dîyarbekir xirab bikin ku Dewleta Tirk
ji alîyê Entabê li ser rêya Mêrdînê esker neşîne Dîyarbekir û avê ji
ser bajarê Dîyarbekir bibirin Ku karibin bi hêsanî Dîyarbekerî rizgar
bikin, lê Şêx Seîd naxwaze ku avê ji ser bajêr bibirin ji ber ku nexweş
û kal pîr wê jê zirarê bibînin û rêya Mêrdînê ji di wê demê de di destê
eskerên Firansa da bûye û Şêx Seîd bawer nedikir ku Firansa rê bide
Tirkan ku di wê heremê re li hewara Dîyarbekirî werin.
Lêbelê her wusan jî Mistefa Kemal, pîlan û xap xwe di meşand.
Serokwezîrê demê Fethî Okyar da îstifakirin û di cîyê wî de Îsmet Înunu
kir serokwezîr. Bi lez û bez di 4ê meha Adarê de qanûnek bi navê
”teqrîrussukun” derdixîne. Dewleta Tirk bi Firansa re jî li hev dikin û
ji Entabê bi rêya tiranê di ser bajarê Merdînê re hêzeke mezin ya
leşkerî di navbera 25-35 hezarî de dişîne
Amedê. Di navbera Mucahîdên Şêx Seîd û eskerên Tirk de şerekî germ
derdikeve û gelekî ji Mucahîdên Şêx Seîd tên kuştin û yên din jî şûnde
ji bacêr derdikevin.
Di serê meha Nîsanê de serfermandarîya Tirk daxwîyanîyekê belav dike û
di wê daxwîyanîyê de waha tê gotin; " Kî bi saxî Şêx Seîd bigire û
teslîmê dewletê bike, bi 1000 zêrî û 8000 hezar jî perê kaxiz tê xelat
kirin. Kî Şêx Seîd mirî bîne 7000 hezar perê kaxiz û kî jî ji eskerên
Şêx Seîd wî teslîm bike, tê efûkirin û tê xelat kirin.
Li pêy vê daxwîyanîyê dewleta Tirk, Mehkemên Îstiqlalê li bajarên
Erxenî, Xarpêt, Dîyarbekir, Riha, Hekarî, Dersim, Farqîn, Sêrt, Mêrdîn,
Genc, Bîtlîs û Xinûsê saz kir. Li gora qanûna Mehkemên Îstiqlalê, ew
kesên li ser Komara Tirk û miletên Tirk bibin xeter, bi cezayê herî
giran dihatin mehkûm kirin.
Piştî eskerên Şêx Seîd Ji dîyarbekir derdikevin û ber bi aliyê Genc,
Lice û Çepexçûr’ê ve tên, lii eniyên din jî , rewş bi vî rengî ber bi
xerabûnê de diçe. Di 7-8ê meha Nîsanê de Şêx Seîd û hevalên xwe, li
Solaxan gundê Girvasê tên ba hev û civîna xwe ya dawî çêdikin û biryar
didin ku wê derbasî Îranê bibin. Hemû bi hev re di çiyayê Şerefdînê re
derbasî Gimgimê(varto) dibin.
Li Gimgimê Şêx Seîd ji havêlên xwe re dibêje, rewşa Qasim Beg ( Qaso)
nebaş e û ez bêhna genî ji wî distînim. Lê hevalên wî dibêjin; Qasim
Beg li ba me ye û em tiştek li dora wî nabînin, lê em bi nava wî jî
nizanîn ka çi dike.
Qasim Beg û Gulê Qolo, hemû agahîyan digihîne dewleta Tirk û dema Şêx
Seîd û hevalên xwe dikevên rê ku herin Îranê, eskerên tirk jî xwe li bin
pira Ebdurihman Paşa de vedişêrin. Di 14’ê Nîsana sala 1925’an
de li ser pira Ebdurrahman Paşa, Şêx Seîd û
hevalên wî tên girtin. Qaso dibêje; ”Şêx Seîd ma êdî ne bes e! Ma tuyê
hatanî Ku derê birevî! Were teslîmî edaleta Dewletê bibe” û Şêx Seîd
dest davêje tivinga xwe lê bala xwe didê ku Qaso surma tivinga wî jê
derxistiye û tiving bê surme daye Şêx Seîd. Li wê derê Şêx Seîd dizivire
ser Qaso û tifê nav çavê wî dike.
Esker Şêx Seîd digirin û paşda dişînin Gimgimê û paşê jî di 15ê meha
Gulanê de wî bi hevalên wî ve hemûyan dişînin bajarê Amed’ê. Di
24.06.1925’an de Seyyîd Ebdulqadir, kurê wî û
hevalekî wî darde dikin. Di 26-27.06.1925’an
de Şêx Seîd û tevî 46 hevalên wî li Amed’ê tên dardekirin. Heya dawîya
meha heyştan a sala 1925’an 327 kes li Amed’ê têne dardekirin.
Amadekar: Dilbirîn
________________________________________________________________
Çavkanî:
Martîn Van Bruinessen, AXA,
ŞÊX Ve DEVLET
Prof.
M. A. Hasretyan
Dr.K.
m. Ahmed
M.
Ciwan
Prof.
Robert Olson
Adım
Şeyh Said: İlhami Arç
Varto
Tarihi: M. Şerif Fırat
Şeyh
Said İsyanı: Behçet Cemal
|