|
---------------------------------------------------------------
Jina Kurd

Di
sazbûna civakê de rola jina pir
girîng e. Ew civaka ku bê rola jina avabûye û jina rengê xwe
nedabê, nivcû, bê tem û rijî ye, jin xeml û xêza civakê ye. Jin û mêr
havdû temam dikin yek bê yekê nabe û herdû bi hevra dibin mirovek kamil
û bê kêmasî.
ji ber nebûna dewletaka
Kurdî miletê Kurd bi tevayî bindest in, lê rewþa jina kurd ji ya mêrên
Kurd di pirên waran de xirbtir e. Dewletên cihanê dibistan
çidikirin û miletê xwe perwerdedikirin, zanîn, teknîk û hikmet
fêrdikirin. Lê dewletên dagirker li Kurdistanê Girtêgeh û Qereqolên
eskeri çêdikirin, van dewletana ji bilî jop û felqe tîþtekî din nedane
miletê Kurd û miletê Kurd bazanayî cahil hîþtine.
Dema mirovên ku cahil
man, tim yên bihêz li yên bê hêz zulum dikin. Vêca wekî hemî mêrên
cihanê, mêrêm Kurd jî li jinan tededarî kirine.
Rûmet û bahayê Jin
di Kultura kurd de
Navê " jin " ji jîyanê
hatîye girtin, di dunê de ji jîyanî xweþtir tu tiþtekî tuneye. Di civaka
Kurd de tim ciyê jina çê li serê jorbûye û qedr û qimetaka mezin ji jina
kurd re habûye. Pirên caran dujminatîya navbera Eþîran û doza mêr
kuþtinê bi janan safî bûye. Di pêknîna þerê navber Eþîran de dema gotina Mir,
Gizîr, Axa,Beg û Begleran pere naka û doz safî nabe, ji nûve jin
dikeva nava dozê û ew doza ku jin herê ne mumkune ku safî nebe. Ew mêrê
ku qedrê jina ku çuye dewê negire, di nav herema xwe de wek mirovek bê
rêz tê naskirin.
Lê dibe ku ev rewþ li
her alîyê Kurdistan ne wusan be. Kurd kirin çar perçe û her perçekî jî
dinava dewleteka cuda da ma û têkilîyên navbera miletê Kurd de hate
qutkirin û ev yek bi serê xwe bû sedema paþvamayîna miletê Kurd û
Kurdistanê. Ez zêde li ser herema Serhedê dinivîsînim, lê li
heremên din yên Kurdistanê kêm zêde hima edet û kultur yek e.
Jiuna Kurd Sembola
Exlaq, Edeb û Bedewbûnê ye
Di warê Exlaq û Edebê
de Jina Kurd nimûneke bê nîþey- bêmîsal e. Tim di civaka Kurde xortên bi
terbîyet û edeb hatine þibandin bi keçan; " Kurê filankesî wekî
qîzek-keçek e" yanî di terbîyet, exlaq, rê û rêzanîya xwe de wek keçeke.
Ev mîsala hana baþ dide zelalkirin ku mefhîmê Exlaq û Edebê di civaka
Kurde çîye û jina Kured çiqas bi Edeb û heysît e.
Çiqas sifetên bi qîmet
di dunê de hene, li ser xweþikîya fîzka Jina hetîya gotin wekî; "
Nazik, Nazanîn, Þêrîn, Þebel, Çeleng, Bedew, Gewr, Rind, Þox, Þeng û
Peng "
Dibe ku xwendevanên
hêja bêjin ku tu qet ew mêrên kurd yên ku li jana tededarî dikin,
nabînî. Û tu çewa dibêje di kultura Kurdan de tededarî li ser jinan
tuneye..?
Li jor jî me nivîsî ku
wek her miletî di meletê Kurd de jî mêrên li jinan tededarî bikin hene.
Lê kar û kirên hin kesan nabe Kultura miletek. Ma gelo maqule ku em
bêjin ew mêrên li hin dewletên Ewrupa tecawuzê keçên xwe dikin kultura
wî miletê ye..? Na..! ev neraste..! û ne mumkune ku kiryarê wî/wan mêrên
bê exlaq ne kultura wî miletîye û her wusan kiryarê hin mêrên kurd jî ne
kultura miltê kurd e, belkî bê wîjdanîya wan/wî mêrî ye.
Jina Kurd; " pir
fedekar û wefadar e" Di dîrokê de gelek bûyerên ku mirov ji ders digere
qewûmîne li ser jina Kurd. Mem û Zîn, Sîyabend û Xecê û gelekên din
wêneyên wefadarî û fedekarîya jina Kurd radixîne ber çava. Mefhûmê Eþq û
Evînê di nav miletê Kurd de pir bi bi qîmete ji ber vê ykêye ku pirên
caran Evîndaran ruhê xwe kirin qorban ji bona Evîna xwe û bi Evîna xwe
ve çûne goristanê.
Þoreþgerîya Jina Kurd
Jina
Kurd rola xwe di tevgera azadîxwaz ya gelê Kurd de, tim cîyê xwe girtî û
rola xwe bê kêmasî lîstîye. Yek ji wan keçên Kurd yên fedekar Rihmetîya
Leyla qasim e. Leyla Qasim yek ji keçên Kurd ji Baþûrê Kurdistanê ye. Ji
bona ku Leyla yê doza mafê meltê Kurd dikir, rejama bees ya dîktator ew
bi mirinê mehkumkir. Dema Leyla Qasim birin ber kindir ku bi xeniqîne
hakim jê re dibêje; Leyla tu way tê xeniqandin ka were ji Sedam Huseyin
doza lêborînê bike bila te efû bike, lê Leyla dibêje; ez ji dagirkeran
doza lêborînê nakim eger ez doza lêborînê bikim divê ez ji miletê kurd
bikim ne ji dîktatoran.
Hunera Jina Kurd
Digel bindestî û bê
perwerdeyîya jina Kurd, dîsa jî jinên kurd pir
bihunr in. Jina Kurd ji raxistina malê wek xalî, doþirme, cil û carcim,
xemla malê cihêzên bûkan û xemla oda razanî û wekî din, gelekî destxetên
bê hempa çêdikin û neqsên bê nîþe
dineqisînin. Di þekirina hirî, ristina teþî û
çêkirina gore, heqîb û sicadên Nimêjê de, gelek hostan e

Jina Kurd pir di ûmûra mala xwe de ye û malkir û bi
tevdîr û tidarek e.Yê ku rûyê Mêr reþ dike an jî sipî dike Jin e. Jin
rewêa mala ne, jin dayîka þêran e û hin jin jî hene derdê êþa girane.
Di
civaka Kur de li ser jina bê havil ku ne paqij anjî ne di ûmûra mala xwe
da ye, gelekî qurf û tinaz hetîye kirin. Li ser jina ku ne di tevdîra
mala xwe de be hatîye gotin; " Tevn û teþî nê wele qilopanî ê wele.
Bijin tîtk e û mal bi zîrçik e"
|