|
Îroj Roja Salvegera
Yekemîn Rojnama Kurdî ye
STOCKHOLM, 22/ 2005- Mîdhet
Bedirxan 107 sal berê di roja 22.04.1898ê de, li Qahîre paytexta
Misirê, yekemîn rojnama kurdî ya bi navê "Kurdistan" derxist. Li ba Kurdan
22ê Nîsan ê "Roja Rojnamegeriya Kurdî ye" û Kurd hersal vê rojê
pîroz dikin û ked û emega Mîdhet Bedirxan bibîr tînin.
Rojnamegerîya Kurdî de dema Sultan Ebdulhemîd IIan de, li Qahîre paytexta Misirê
dest bi weşanê
dike. Sultanê Osmanî rê nade ku Mîdhet Bedirxan li welatê xwe karê
Rojnamegerîyê bike, ji ber vê yekê Mîdhet Bedirxan neçar
dimîne ku li dervayê welat dest bi
weşanê
bike.
Di dema Osmanîyan de navê Kurd
û Kurdistanê qedexe nebû, lê delwleta Osmanî, di tirsîya ku hestê Kurdewarî di
nav miletê Kurd de, pêş bikeve û wê Kurd li dijî
sîtemkarîya Osmanîyan serî hilde. Ji ber vê tirsa hana, Ebdulhemîd nehîşt
ku Rojnama Kurdî li Kurdistanê derkeve.
Em wekî malpera Serhdê, spasîya
xwe aresrteyê ruhê Mîr Mîdhet Bedirxan dikin û Ji Xwedayê Dilovan û Mihrîban
dixwazin ku Mîdhet Bedirxan bi Rihm û Kerema xwe şabike
û cîyê wî Behişt û gora wî tijî Nûr be.
|