**Menûya Kurdî**
       
 


Rayedarên dewletê Tirkli himberî terora çeteyên dewletê bêdengin!

SWÊD, 24/4 2005- Îro miletê kurd her dem dikare bibe êrişa çeteyên dewletê û tu kesekî ji jîyana xwe ya rojana emîn nine. Serfermandarîya Tirk miletê Kurd wekî dujmin nîşan kir û çeteyên dewletê berdan kolana. Vêca xwedêgiravê banga aramîyê li miletê Tirk dike. Ya herî xirab jî ew e ku hin sîyasetmedarên Kurd, ji serokê çeteyên dewletê  Devlet Bahaçelî re spas dikin. Nizainm sipasîya çi dikin? golo sipasîya wêrankirina Kurdistanê dikin? an sipasîya înkarkirina miletê Kurd dikn? an jî sipas dike ku hê ew bixwe  nikare bêje ez Kurd im?

Piş înqilaba 12 Îlonê tu carî wekî  dema desthiladarîya AKPê, Kolanên Tirkîyê ji çeteyên dewletê re vala nemaye û tu Hukumet wekî AKPê bêdeng û bê desthildar nemaye. Dwleta Tirk tu rê namaye ku ji bona bêdengkirina miltê Kurd bikar neanîye. Lê ev pelpitandina dewleta Tirk ya herî dawîyê ye,

Rojeva Tirkîyê tim ji alîyê serfermandarîya Tirk ve hatîye ser û germ kirinê. Ew agirê li Tirkîyê eskeran pêdixne, tim sîyasetmedarên Tirk xwe li ber tîna wî agirî germkirine û eskeran ji pêxistina wî agirî nav û şoret girtine û gunehê wî agirê ji tim milet û sîyasetmedaran kişandîne. Eskerîyê Tirk tim li himberî qetlîamên ku Li kurdistanê kirine bi xelata; Kurdistan zafer madalyesî" ve hatine xelat kirin.

Di destê dewleta Tirk de çara herî dawî ew bû ku miletê Tirk berda Kolana û bûyerên li Tarabzon, Adapazar û ji bona daxwaza sitranaka Kurd sê kes hatin kuştin, ev hemî li ser porovekasyonên eskerîya Tirk pêkhatin. Do jî li Edenê ciwanên Partîya DEHAPê xwestin belavokek bixwînin dîsa çeteyên dewletê êrişî wan kirin. Eskerîya Tirk agirek wusan pêxist ku êdî du kes nikaribin bi hev re bi Kurd jî xiberdin.

Ma gelo êdî ji vîya hovtir bûyer heye ku ji bona daxwaza sitranek sê mirov werin kuşitin? Lê  büyerên bi vî rengî di dîroka dewleta Tirk de bi hezaran hene.

Îro rewşa ku sîyasetmedarên Kurd têdane, ne layîqê miletê Kurd de. Divê mirov ji dîrokê ders bistîne, mirov çiqas serê xwe li ber bar biçimîne ewqas barê mirovan giran dibe. Miletê Tirk  naxwaze tiştek ji mirovatî û demokirasîyê fêm bike. Tirkan tim hespê xwe di zevîyên xelkê de bazandine û terş û  talanên xelkê  birinij.

Hin sîyasetmedarên Kurd ketin wê rewşê ku dev ji hemî xwestekên xweyên mirovî û sîyasî berdane, êdî qîma xwe bi hin gotinan tînin, Miletyê Kurd ne mejbûre ji hinkasan re sipas bike an jî doza lêborînê bike, Eger miletek hebe ku doza lêborînê jê were xwestin, ew jî miletê Kurd e.

 

 

 


 

Dem: 24/4 2005  Seet:  13,00 şandine:  Serhed.Net          Vegere

 



 

 

Niviskar