|
بِسْمِ
اللهِ الرَّحْمنِ الرَّحِيمِِ
الَّذِينَ يُؤْمِنُونَ بِالْغَيْبِ وَيُقِيمُونَ الصَّلاةَ
وَمِمَّا رَزَقْنَاهُمْ يُنفِقُونَ {3}
..ewên bawerî bi xeybê tînin û Nimêj xwe rast û durist
dikin û ji wî rizqê ku me daye wan didin..(Beqere ayet: 3)
Bawerîya bi
çarenîvîsê ( qeder )
Dilbirîn
Bawerîya
bi çarenivîsê yek ji ruknê îmanê ye. Çarenivîs ( Qeder ) ”Ji roja ku mirov ji
daîka xwe dibe tê dunyayê û hetanî roja ku mirov dimire, ji kar û kirên ku
mirov dikin û bûyerên ku tên serê mirovan, rê ya ku mirov tê de diçe û ji liv,
tevger, fikr û ramanên mirov re qeder tê gutin” Yanî jîyana mirovan Qedera
mirova ne. Di jîyana her mirovek de, tişt hene di bin îrada mirovan da ye û
mirov li ser wan tiştana desthiladare û bi riza xwe wî karî dike û hin tişt jî
hene ku ji îrada mirovan der e û ne bi daxwaz û xwesteka mirovan e.
Qeder (Çarenivîs): Li gorî
zanîna Xweda ya ezelî û li gorî xwestina hikmeta wî, teqdîr û tertîpkirina Xwedê Teala ya
kaînatê ye. Teqdîrkirina Xwedê Teala ya kaînatê li gorî zanîna wî ya ezelî û
xwestina hikmeta wî ye.
Zanîna Xweda ne
girêdayê demek an jî cîyek kifşey e, belkî zanîna xweda ya ku meqdûr e.
Divê mirov bawer bike ku Xweda
Teala yekser û bi kitekitayî (mufessel), ezelî û ebedî her tistî dizanê . Qet
ferq nake; çi ev yek bi kirinên wî re peywendîdar be û çi jî bi kirinên evdên wî
re be. Xweda dizane û
haya Wî jê heye ku mirov di jîyana xwe de çi dike û wê çi bike.
Mirov bawer bike ku Xwedê
Teala ev yek di Lewhul-Mehfûzê de nivîsandiye. Xwedê Teala, derbarî van herdu
tistan de wiha dibêje:
“Qey Ma tu, nizanî ku Xweda Teala
ya ku li asîman û li erdê heye dizane. Qet guman tê nîne ku ev, di kitêbek (Lewhul-Mehfûzê
de) heye. Bêguman e ku ev ji Xweda Tealay re hêsan e”. (Sûretê Hec: 70).
أَلَمْ تَعْلَمْ أَنَّ
اللَّهَ
يَعْلَمُ مَا فِي السَّمَاء وَالْأَرْضِ إِنَّ ذَلِكَ
فِي كِتَابٍ إِنَّ ذَلِكَ عَلَى
اللَّهِ
يَسِيرٌ {70}
Di dunê de tu
tiştek bê îrade û zanîna wî çênabe, mirov nizanin wê çi were serê mirovan û çi
demî mirov dimire û mirina mirovan bi teqdîra Xwedê ye û girêdeyê bi `ecel e,
`ecelê mirovan jî çi wextî tê û bi çi tê ne bi destê mirovan e, hemî bi zanîn û
îrada Xwedê ye. Di nava milet de mesela Qederê bi xeletî hatîye şîrovekirin û
milet mefhûmê Qederê şaş fêm kirine.
Dema mirov
karekî ne li rê dike, bibêjin; qedera xweda bû, qedera û teqdîrê Îlahî bû, Xweda
kiribû wê îla biba tu kesekî nikarîbû pêşî li vê yekê bigirta, an jî Xweda ez
şaş kirim A.. ji Xweda hat serçava ser sera û hwd... Ev hemî ne rastin û bingeha
van tiştana tuneye, ji ber ku tu carî riza Xweda ji kerê ne li rê re nayê. Riza
Xweda tu carî ji mêr kuştin, dizî, xeybet, hesûdî, derew û kerê xirab re nayê,
vêca çima em xeletîyên xwe heşa.. davêjin ser Xweda...!
Xweda di Qr`ana
pîoz de, rêya rast û xwar bi zelalî ji hevdû qetandîye û bi rêya Muhemed
pêxember
silavên xweda li ser be
ji mirovan re gotîye. Cuzya îxtîyarîyê di destê mirovan da ye, di hilbijartina
rê û rêbaza jîyan xwe de, di kirina karê qenc û yê xirab de mirov azad e û mirov
bi îrada xwe van karana dikin, mirov berpirsê kar û `emelên xwe ye wekî din kes
ji gunehê mirovan berpirs nine, bi tenê Xweda Îrade dide mirovan. Tu rê ya rast
yan jî ya xwar hildibijêre, tu diçe karê ne li rê dike, di vir de bi tenê Xweda
îrade- hêz û qewetê dide te û tu diçe wî karî dike û tu mesûlê wî karî ye. Yanî
tu qedera xwe bi destê xwe hildibijêre, di wan tiştên ku di bin îrade û hêaza te
de ye, lê ew tiştên ku ji îrade û hêza mirovan dere ew bi îrade û meşîyeta Xweda
ye.
Di qur`ana Piroz
de di çend Ayetan de gotina ( Qedir- Qeder ê) derbas dibe û ev gotina ( Qeder) ê
tê meneya Kifşkirin, tertîbkirin, tenzîmkirin, amadekirin û pîvan. Wekî mîsal.
1.
Xweda
di Sûrê Telaq di Ayeta 3an de dibêje;
ققَدْ
جَعَلَ
اللَّهُ
لِكُلِّ شَيْءٍ قَدْراً {3
2.
ً(
Xweda ji her tiştek ra –Qedera- pîvanek danîye) Di vê Ayetê de
gotina Qedera, bi mena Pîvan hatîye.
3.
Di
Sûrê Qimer di Ayeta 49an de Xweda waha dibêje
إِنَّا كُلَّ شَيْءٍ خَلَقْنَاهُ بِقَدَرٍ {49
(Me
her tişt bi Qeder- pîvan afirandîye)
4.
Di
sûrêkî din de Xweda waha dibêje;
وَكَانَ
أمـرُالله قَـدَراً مَـقْـدُو راَ
( Ji ber
ku emrê Xweda ”Qederen Meqdura” Pîvaneke kifşekirîye)
5.
Di
sûrê Muzemîl di ayeta 20an de Xweda waha dibîje;
وَاللَّهُ
يُقَدِّرُ اللَّيْلَ وَالنَّهَارَ
Xweda
roj û şevê Yuqedir, tertîb û tenzîm dike)
6.
Di
sûrê Waqîe di Ayeta 60an de Xweda waha dibêje;
نَحْنُ قَدَّرْنَا بَيْنَكُمُ الْمَوْتَ
Me
di navbera we de mirin Teqdîr kir) yanî tertîbkir
Çewa di Ayetan
de jî dîyere ku Elaqa ew qedera ku em pê bawerin û gotina ” Qedir-Qeder”
a ku di Qurana pîroz de derbas dibe bi hev dû tune. Ew tiştên ku ji hêz û quweta
mirovan dere, wekî baran, berf, bela û musîbet, mirin û bûyerên xwezayî, vana bi
emr û fermana xweda çêdibin û bi gorî heskirin û îrada Xweda peyda dibin, lê
tiştên ku bi gorî hêz û dîtin û têgîhiştina mirovan be, bi tenê Xweda ji bona
kirina wî karî Îrade- Hêz dide mirovan.
Dema mirov bala
xwe dide hinek Ayetên Qurana pîroz, mirov divê qey her tişt bi îrade, xwestin û
meşîyeta Xweda çêdibe û mirov qûlê Xweda yên mujbir e û ji hemî cûre azadîyê
mehrûm e. Di hinek Ayetan da jî, mirov azad e û bi xwe biryar dide û digire,
berpirsê hemî kar û kirên xwe ye.
Di van ayetên li
jêr de, Xweda azadîyeka bê tixûb did qûlê xwe.
1.
Di
sûrê Fusillet di ayeta 40an de Xweda waha dibêje;
اعْمَلُوا مَا شِئْتُمْ
إِنَّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ بَصِيرٌ {40}
( ..Tişta
ku hûn dixwazin bikin..! Ew her tişta ku hûn dike dibîne)
2.
Di
sûrê Kehf de di ayeta 29an de Xweda waha dibêje;
وَقُلِ الْحَقُّ مِن رَّبِّكُمْ فَمَن شَاء فَلْيُؤْمِن وَمَن
شَاء فَلْيَكْفُرْ
Û
bêje; heq ji Xwedayê we daye, îdî ên di xwazin bila
Îman bîne û ên dixwazin jî bila bibin Kafir-înkar bikin.)
Xweda bi van
herdû ayetên pîroz, dide îsbatkirinê ku mirov, di her kar, kir, liv û tevgerên
xwe de, di hilbijartina rê, dîn, dîyanet û rêbaza jîyanê de azad e û bi serê xwe
ye. Û mirov ji kirina karên xwe mesûl e û dema roja wî hat wê herkes hesabê kar
û emelên xwe bide.
Dema mirov li
van ayetên li jêr dinêre, mirov dibêje qey Xweda qûlê xwe ji azadîyê mehrûm
kirîye.
1.
Di
sûrê Şura ayeta 12an de Xweda waha dibêje;
لَهُ مَقَالِيدُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ
يَبْسُطُ الرِّزْقَ لِمَن يَشَاءُ وَيَقْدِرُ إِنَّهُ بِكُلِّ شَيْءٍ عَلِيمٌ {12}
Mifta erd û
asîman yê Wî ne, kê bixwaze rizqê wî fireh dike û kê jî bixwaze teng dike)
Dewlemandbûn û
feqîrîbûna mirovan bi dayîn û heskirina Xweda ye, ji ber ku jêderê hamî xizîne
û defîna li ba xweda ye, Xwedê Teala çiqas bixwaze ewqas dide.
2.
Di Sûri
Tekwîr ayeta 28-29an de Xwed waha dibêje
لِمَن شَاء مِنكُمْ أَن
يَسْتَقِيمَ {28} وَمَا تَشَاؤُونَ إِلَّا أَن يَشَاءَ
اللَّهُ
رَبُّ
الْعَالَمِينَ {29}
ji we kî bixweza dikare li ser rêya rast be. Lê
hetanî Rebê Alemê nexwaze hûn nikarin bixwazin)
Yanî hûn dikarin
rêya rast û durist hilbijêrin û bi gorî emrê Xwedê Teala vegerin ser rêya
musteqîm ya ku Xweda dixwaze, lê
eger Xwedê Teala vî yekê hezneka û nexwaze hun nikarin vî yekê bixweazin û bikin.
Hatina û nehatina ser rêya rast, ne bi destê û xwesteka mirova ne, belkî bi
xwestin û heskirina Xwedaye.
Di navbera van
ayet û ayetên ku me li jor nivisî de, dijberîtî hevdû tuneye. Xweda bi van ayetana
dixwaze mezinî, hêz, îrade û ezemata xwe bi me bide zanîn. Û
ev nayê wê menayê ku xweda qûlê xwe ji azadîyê mehrûm dike. Ji ber ku azadî,
nîmetê Xweda ye daye qûlê xwe.
Xweda di 45 ayetan
de ji qûlê xwe dixwaze ku mejûyê xwe bi xebitîne, bifikre û lêkolinn
bikin, vêca çewa mirov kare bifikire ku Xweda qûlê xwe ji azadîyê mehrûm dike.
Wextî her tişt tenê bi îrade û heskirina Xweda be û Xweda di Ilmê ezel de
nivîsandibe ku mirov ê herie vî karî bike û mirov qûlekî mujbure- yanî mirov
bivê û nevê divê mirov mejbûrî hare wî karê ne li rê bike, wê çaxê gunehê
mirovan çîye ku weda hesab ji mirovan di pirse..? Ev yeka hana ne laîqê
Mezinî û Ezemata Xweda ye.
|