|
Pirsiyareke bê bersîv
Îbrahim Melazade
Holanda, 1/3 2005- Nivîskar Lokman Polat ji bakurê Kurdistanê,
emailek bo min sand û pirsiyar kir çima ew partî û rêxistinên mina (PÎK, PMK,
HÎK, û Kovara Nubihar li ser wê bûyera mezin ya sehidkirina Seydayê Îzzeddin
Yildirim nehatin xebitin u tiştek li ser negotin.
peywendiya min bi
seydayí, peywendiyeke mirovatî û hevwelatî bû, ne tiştekî din. Min bo cara yekem
bû seyda nasî û ez rojnamevanekî Kurdistana bashûr bûm, êkem car bû têkeliyên
min digel Kurdên bakur çêbûbûn. Min gelek kurdên bakur nas kirin, lê mirovên
mîna Seydaî ne her li bakur, li bashur û li Rojhelatê jî kêm in. Ew rast e
mirovekî bawerdar bû bi Xwedê û bi rîsaleta Nûrsî jí, lê birwa bûna wî bi pirsa
milletê xwe gelek tishtekí mezin bû, min kesekí wisa di ola Îslamî kar bike û
wisa bifikire nedîbû û nedîtiye jî. û kesekî wisa jî demokratxwaz li fikr û
zihna xwe nedîbû.
wî rojekê peyva
dimukrasiyetê bo min bas nekir lê hemû axaftin û reftarên wî wisa digot. Û evîna
wî bi milletê xwe mîna evîna Mûsa bû, bo milletê xwe wextê gote Fîrewin; milletê
min yê yehûdî bide destê min û zedetir wan ezab mede. Lê nezera wî wisa bû ku
divê millet hushyar be û hushyarî jî tenê bi zanist û xwendin dibe.
Ez bi gelek mirovên
zana yên ola Îslamê re peyivîme, lê ew tiştekî din bû, axaftinên wî bo siyaset û
bo xapandina kesekí nebû, dilsojî û evîniya wî mîna heyva çarde li asmane rewneq
dida, ji ber wê çendê şehîdbûna wî kesereke gelek mezin bû di dilê min de, û min
nedizanî cihazên wisa tawanbar li turkiyê hene ku wisa mirovatiyê bihejînin, û
dijî mirovatiyê bin.
Ji ber wê çendê jî
komelek faktor hebûn ku, bun hokarê kuştina wî bi wê rêka qirêj û namirovane û
tirsinok.
Ez êki ji wan nûser
û serpereshtiyarên ew partiyën Kurda û Kovara Nûbihar jî nas nakim, û çewa
şehidbûna seydayî bo te ne diyar e bo min jî wisa. Ew tishtê ku ez dizanim
shehîdbûna wî di wextekî de bû, çend Kurdên din jî hatin shehîdkirin, û hemi
medyaya dunyayê û yên Turkiyê jî digot ew kushtin destê Hizbullayê ye, û hindek
operasyon jî li dijî wan hatin encam dan. Ew buyer hema delîl bûn li ser hebûna
destên Hizbullah, li kushtina seydaî. Ewî rastî be ez kesekí ji hizbullahê nas
nakem, û barudox û diroka dirustbûna wana jî baş nizanim, ji ber wê çendê jî ez
nekarim bêjim ewin bi wê tawanê rabûn lê ew tiwêjîna min hemï li ser deng û
basên cihanî û rojnamewanî pêk tên û mixabin hemû jî îhtimal in.
Lê berî wê bûyerê û
berî heyva Remezana sala sehîdbuna seydaî di diwahemîn an jî axiremîn peywandiya
min bi seydaï ra gute min çend cara polísên Turik hatine nivÍsÍngeha min û gelek
kitêbên min jî di gel xwe birin, û herwisa got gelek ezyeta me didin û nahêlin
em karên xwe bi rihetî bikin.
Û pirsyara giring ew
e; çima hizbulla yan ji her hizbekî dî ew karên qirêj dika? Berjewendiya wan
çiye li wan tawananda??
Menzura min wihaye:
hege hizbulla be an jî her hizbekí din, ewê ku qazancdar dibe tenê Míta Turkiye;
çunke şehidkirina mirovekî mîna Izzeddîn Yildirim ew mirovê ku zerer bo çi kesa
nebû li qazanc û xêrê beder. Xebtina wî xebitîneka silmî xêrê bû û gûman jî tê
de nîne ku çalakî û karên wî di bin çavên Turka de bûn û dizanin ew çi karên
qenc dike bo xwendekarên Kurd ewên ku nikarin bê pishtîwaniya kesekî dirêje bi
xwandina xwe biden. Ji bo wê çendê dibe bo kushtina ew mirovên wisa mezin
senariyoyên mezin jî hebe, û xelkê jî bixapîne, û çend armanca bi yek berda yan
jî bi yek nîşana bipêke. Û wisa jî bû, nezera min ew bû, ku hinek rexraw hebûn
bi wan nawên aşkera, û çend kesên mîna seydayî bi destê wan kuştin û pishtî wan
bûyera jî dewletê dumahî bi wan çekdaran anî. Û îhtimale jî tishtekî wisa nebe,
bêcge le Mit û polisên nihênî yên karên qirêj encam diden. Íhtimale jî
bedengbûna wan govar û rojnama jî ji ber tefsíreka wiha be, îhtimal e bizanin ev
nav yê hizbullayê her nav e, her senaryoyek e û tishtekî din niye.
Ez hividarim ew
axaftin bersiveka fireh û rewşen be li ser şehîdbûna ew estêra mezin ya asmana
Kurdewariyê. Ew çû lê mixabin cihê wî yê betal e.
|