|
|
Dr. Mehmûd Osman: YNK îroj
pirojeyek nû derbarî yasaya serokatîyê de pêşkêşî PDK dike.
KSN/
22/5 2005- Îroj carek din Yekîtîya Nîştimanîya
Kurdistanê wê derbarî yasa serokatîya herema Kurdistanê de,
pirojeyek nû pêşkêşî Partîya Demokirat ya Kurdistanê bike. Yekîtîya
Niştimanîya Kurdistanê wusan bawerdike ku, bivê pirojeya nû wê
nakokîyên di navberaa herdû partîyan de çareser bibe.
Ligora PNAê, Dr
Mehmud Osman radigîhîne ku pirojeya ku ji alîyê segrterê giştîyê
YKN Celal Telebanî û endamên mektebê sîyasî ya YNK ve hatîye
amadekirin û wê îroj bidin Partîya Demokirat ya Kurdistanê. Bi ya
min eger PDK pirojê bi pejirîne, wê sibê civînek di navbera Mesud
Berzanî û Celal Telebanî de were pêk anîn û dawî li pirsa serokatîya
herema Kurdistanê were.
|