Peyamber- anjî Pêxember- Resul,ê Xweda

Ez ji we re rîsal- Wehîya Xwedayê xwe radigîhînim û li we şîretan dikim û ew tişta ku hun nizanin, ez ji alîyê Xweda ve dizanim. Ma qey hûn ecêb mane ku mirovek ji we bi zikir- emr û ferman-Xwedayê we ji we re şandîye, we hişyar bike ku( we ji kirina gunahan bi parêze)? ( heger hun xwe ji gunahan bi parêzên) Hêvî heye ku Xweda Dilovanîya xwe li we bike. Surê Eraf ayeta 62-63an
 

Pêxember, gotineka Kurdîye û ji du bêjeyan pêktên, Peyam û ber e. Dema mirov herdû bêjayan bike yek dibe Peyamber. Peyam tê wateya mesaj û ber ew kesê ku peyam- mesaj, ê digine ci ku jê tê xwestin, vêca ev gotin ji qalibê wê yê Kurdî hatiye derxistin û bûye Pêxember.

Yek ji ruknê Îmanê bawerkirin bi Pêxenberan e, ji ber vê yekê divê mirov Resulên Xweda û karekterên Resula baş bizane ku bwerîya mirovan bi Pêxeberan qewîtir bibe. De ka werin ji bona ku em tayîbetmendî û jîyana Pêxemberan qenc bizanibe, bi hevre vê lêkolîna li jêr bixwîne..!

Gotina" Resul" di kurdî de tê wateya "Qasid" Qasidê Xweda yanî Pêxember anjê Resulê Xweda. Wezîfa Qasid ewe ku emr û fermana girtî, bêyî tu tiştek lê zêde an jî kêm bike bigihîne ew ciyê ku jê tê xwestin. Qasid wezîfedarin û di wezîfa xwe de jî bê qusur in û di pêkanîna wezîfa xwe de jî bê mesulîyet in. Ji destpêka herikandina kerîyê mirovatîy de hatanî roja îro "Qasid" her hebûye. Di nava mirovan de, di nava malbtan de, di nava eşîran de û di nava dewletan de hertim dezgehê Qasidîyê buye navend ji bona çareserkirina pirsgirêkan û serî hatîye lêdan.

Qasidê Xweda ji ew kesê ku jê re Wehî/Peyam/ Pirtuk hatîya şandin û ew Qqsidê Xweda wê Peyamê digîihne mirov, civak û dewletan û wana vedixwîne-Teblîx dike ba Xweda û Îbadetê Xweda.

Çawa di Qurana pîroz de hatîye ragihandin, Xweda Jî hertim di dorokê de, ji bona mirovan Qasid şandîye û alîkarîya mirovan kirîye. Sedemê ku Xweda ji mirovan re Qasid dişine ewe ku mirov bi serê xwe nikare rêya rast hilbijêre û rastîyê bibîne. Lewra di mirovan de bê exlaq û qelsîya îradê heye, ji bar van sedemane ku mirov hertim tişta li xweşa wan her û ya hêsan digire bi vî awayî mirov ji rastîyî dur dikev. Aha di vêdera de Qasidên Xweda alîkarîya mirovan dike.

Dîsa em ji Qurana pîroz fêm dikin ku, mirovan ew emr û fermana ku Xweda bi rêya Pêxemberan ji wan re hatiye wek rastîya wê neparastîne, belkî hinek lê zêde kirî û herwusan hinek jî, jê jibîrkirine. Û disa ew Ola ku ji wan re hetîye şandin xirb kirin û guhertine. Ji bona van sedemana, Xweda Qasidên xwe wek xelekê zincirê li peyhev şandîye ku ew Peyema ku Xweda dixwaze bigihîne destê nirovan wek belgekî bi şandina Muhemed Pêxember û daxistina Qurana piroz, xelaka dawi ya wê zincirê temamkir.

Ferqa navbera Resul û Nebî de

Resul û Nebi du gotinin , wek misilam û mumin metinê wan cudane lê bi ferqek piçûk wateya wan yekin. Resul: ew gotina digire, radigîhîne.

Nebî: peyam digire. her gotinek dewama ya dine, wekî Muhemed Pêxember, Nebî ye û di eynî demê de Resul e, yani Muhemed pêxember him "Nebî ye" ku Peyama Xweda digire û himjî Resul e û Peyama Xweda digihîne mirovan.

Tayîbetmendîy- Sifet,ên Peximberan

  1. Mirovek pê were bawerkirin, bawerîyê bide herdu alîyan u herdu alî bawerîya xwe pê bine.

  2. Mirovek bisebir u sebat be.

  3. karibe li ber xwe bide.

  4. Zana û xwedî çand be.

  5. Li kar, kir û tevgerên xwe miqate be.

  6. Cil û bergên wi birêk û pêk û paqij be.

  7. Mirovek ji gotinên wi were bawerkirin.

  8. Xwedî pirêzê paqij û pak be, yani Mêjdem- maziy,ê wi paqij be.

  9. Mirovek heskirî be u tim qencîya mirovan bi xwaze.

  10. Mirovek qedr û qîmetê wî were girtin.

  11. Xwedî kesayetî be, di jîyana xwe ya rojana de wek hinek mirovan ew tşta ku ne laîqê mirovan be, neçe.

  12. Exlaq û edeba wî baş be

  13. Mirovek baqil û hişê wi li serî be.

  14. Xwedî gotin û qirar be, bizana çi dixwaze û çi dibêje.

  15. Mirovek ru bi ken, nerm û dil germ be.

  16. Bi Edalet û di tevgerên xwe de bi hîkmet be

  17. Mirovek tirsonek nebe

  18. Ew Peyam- mesaj,a ku jê re tê şandin bi xer qebul bike û di jîyana xwe ya rojana de bijî.

Mixabin ev tayîbetmendîyê me li jor nivîsî, mirovak nikare himîyan di şexsek de bibîne, lê dema mirov bixwaze van hemî tayîbetmendîyan di şexsîyata xwe de bicivîne, bi alîkarîya Xweda mirov dikare xwe digihînê.

Pêxemberê Xweda Îman çibu û pirtuk çibu nizanîbun, lê Xweda van hemî tayîbetmedîyana di kesayetîya mirovek de dicivine û wi ji xwe re Qasid-Pêxember hildibijêre. Sifetê Pêxemberan yê " mesumîyetê" hatîya nîqaşkirin û hê ew nîqaş dewamdike. Gelo Pexember " Mesum in" an ne mesum in? Ji xwe Xweda mirovek gunehên mezin bike nake Pêxember û Pêxember jî gunahan naka. Bi vî awayî Pêxember mesum in û bê gunehin, lê Pêxember ji xetayên piçûk bêri ninin ji ber ku di Quranê de delîlên vekirî heye ku Pêxemberan xeta kirin û Xweda ew xetayê wan bi rêya wehyê rastkirine.

Ev nivîs berdewam dike...

 

Niviskar